Pirsa we û bersiva me – 208

Pirsa we û bersiva me – 208

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersiva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 14

 

1-

Bav ji kur dipirse: ”Tu niha li dibistanê kîjan dersê dixwîne?”

Kur: Dersa bîrkarîyê û beşê CEDWELA CARÎN dixwînim.

Bav: Baş e, 2 car 2 dike çend?

Kur: Şeş

Bav: Çewt. Dike çar!

Kur: Min zanîbû çar e, ger min gotibûya çar, te yê dido jê anîbaya xwar wî çaxî dê bimaye dido.

 

2-

Dersa bîrkariyê.

Mamoste:

– Hege di destekî min de 20 sêv û di destê din de jî 30 sêv hebin, di herdû destên min de bi teva çend sêv hene?

Şemso:

– Eeeww, malnemîrat destên te çiqas mezin in.

 

3-

Tanjuyê tirk û Azadê Kurd kûçikên wan li gel wan li ser kursîyê parkê runiştine. Tanju destê xwe têxe berîka xwe û 100 lîreyî dixe devê kûçikê xwe û dibêje here dikanê ji min re pakêtek cixara bîne. Kûçikê Tanju duvê xwe dihejîne û bi lez ji wan dûr dikeve. Piştî bi çend deqîqeyan kûçik pakêta cixare di devde divegere û pakêtê dide xwedîyê xwe. Tanju li Azadî dinêre û bi vê hunera kûçikê xwe pesnê kûçikê xwe dide.

Azad jî destê xwe davêje berîka xwe û 100 lîreyan dide kuçikê xwe. Lê mixabin kûçikê Azadî dike ewte ewt. Tanju ji Azadî dipirse;

Kûçikê te çima ewqas ewte ewtê dike?

Azad;

-Ez dibêjimê raje pera, ew naxwaze pera ji dest min bigire ji ber wê yekê em li ber hev didin û ew dibêje: Welleh ez pera ji dest te nagirim, ezê ji kîsê xwe bikirim.

 

4-

Psîkolog:

Ka ji kerema xwe, ji min re bêje; tu çima ewqas alkolê vedixwe?

-Ezê nuha ji te re bêjim textor, bê çima ez vedixwim. Dilê min kete jineke bî de ku keçeke wê hebû. Ez bi wê jinika bî re zewicîm. Piştî ku ez zewicîm, bavê min jî bi keça wê re zewicî. Ez bûme xezûrê bavê xwe û jina min jî bû xesûwa bavê min.

Piştî bi demekê kurek ji jinbava min, yanî zirkeça min re çêbû. Ev kurik bû birayê min û di heman demê de kurê keça jina min û ez û jina xwe bûne kalik û dapîra birayê min.

Piştre kurek ji jina min re çêbû ku bû bûrayê bavê min. Xwîşka kurê min ya mezin dibû dapîra wî û bavê min jî dibû bapîrê wî. Ez dibûme birayê kurê xwe.

Kurê min dibû nevîyê dapîra min û ez jî bapîrê xwe me. Ez birayê xwe me û him kur û him jî bavê wî me.

Psîkolog:

Beseee!…

– Ka şûşeyek alkol di çenteyê te de hebe bide min û tu jî vexwarina alkolê berdewam bike.

 

5-

Cîranê min demjimêr/saet: di 03.00 ên şevê de li zengilê derî xist!

Dîya wî nanek dabû feqîra ku min ji dengê kemança Koma Hezex nebihîstibû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev