BERNAMEYA ADARÊ 2022 | WÊJEGEH AMED

BERNAMEYA ADARÊ 2022 | WÊJEGEH AMED

Ji çalakîyên Weşanxaneya LÎSê

Du salên me temam bûn ku me li Amedê bi daxwaza avakirina derdoreke çandî û hunerî dest bi xebatê kir. Êdî em dixwazin dor li xwe fireh bikin û van xebatan bigihînin bajarê Mêrdînê û bajarên din. Bihar tê û êdî ji derveyî cografyaya wan, behsa wêje û wêjekarên Kurdî tê kirin û behsa wêjeya dinyayê li Mêrdîn û Amedê jî tê kirin.

Em vê mehê ji Swîsreyê û ji Norwecê du nivîskaran li xwe dikin mêvan. Nivîskarê Swîsrî Jonas Lüscher, ew ê di gotûbêja xwe ya yekem de ku wê li Wêjegeh Amedê çêbibe, bi Elif Akkayayê re biaxive ku Akkaya dîrektora weşanên Tekin e û wergera romana Lüscher ya bi Tirkî ya bi navê “Barbarların Baharı-Bihara Barbaran” ji vê weşanxaneyê weşîyaye. Wêjeya dîstopîk ya Lüscher bala mirov dibe ser xwe ku bi awirekî tinazkir li polîtîkaya rojane, teknolojî û felsefeyê dinihêre. Jonas Lüscher wê di gotûbêja xwe ya duyem de li Mêrdînê bi wêjehezan re bê cem hev.

Projeya wêjeya ku ji sînoran radibihure hevdîtinên xwe yên li derveyî sînoran didomîne. Vê mehê ji Osloyê, di çarçoveya bernameya mêvan de Simon Stranger tê Amedê. Di rojên pêşîya me de, wê pirtûka wî ya bi navê “Aydınlığın ve Karanlığın Ansiklopedisi – Ansîklopedîya Tarîtî û Ronahîyê” bi zimanê Tirkî biweşe û wê gotûbêja wî ya duyem li Mêrdînê çêbibe. Em kelecanî ne da ku wêjeya berexêrkir ya Simon Stranger nas bikin ku tewqên dîroka kesane, yên hişûbîr û travmayê ji hev dike û kesên ji derve mayî li xwe dike xem. Wekî din jî, vê mehê, wê di çarçoveya projeya Wêjeya Ji Sînoran Radibihure de, Eyşana Beravî dê li Osloyê be û ew ê di hefteyekê de, wekî mêvana bernameyekê, behsa Kurdî û nivîskarîya Kurdî ji bo Norwecîyan bike.

Vê mehê, Wêjegeh Kitap, di Roja Nivîskar de, bi pirtûka “Edebîyata Devkî û Şêr” Şerefxan Cizîrî û bi “Efsuna” jî Aytenxan dike mêvanên xwe.

Vê mehê, di bernameya Roja Nivîskar de, wê dîroknas û wênesaz Ali Yaycıoğlu digel me be û ew ê behsa pirtûka dawî ya İhsan Oktay Anar bike ku Anar bi Tirkîya xwe ve di wêjeya Tirkî de deqbend û çarçoveyên bêhevta ava kiriye. Gotûbêj wê bi piştgirîya Weşanên Everestê pêk were.

Di hevdîtina pêncan ya rêzegotûbêjên bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê De, Salihê Kevirbirî wê bi mêvanên xwe Aslîka Qadir, Bêlla Stûrkî û Têmurê Xelil re, li ser keda Xelîlê Çaçan ya 100 salî ku digel malbata xwe ji bo Kurdî rijandiye, biaxive.

Gava me li dinyaya wêjeya pirzimanî da ser rê, me ji bo çalakîya xwe ya nav-zimanî û nav-çandî, navek peyde kir. Me nav lê kir: Wêjegeh Gerok. Bi hêvîya ku çalakîyên me yên ji derveyî Amedê zêdetir bibin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev