Wateya peyva ”qeşartin” û ya ”qeşûrtin”ê

Wateya peyva ”qeşartin” û ya ”qeşûrtin”ê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Hin kesên me ku rind Zimanê Erebî dizanin, dema peyveke kurdî di erebî de dibînin, yekser dibêjin: ”ev peyv erebî ye.”

Wek nimûne: Peyva ”qeşartin”ê.

Lê ew Kurdên erebîzan nizanin ku berî dahatina Qurana pîroz, zimanekî nivîskî yê Ereban nebûye. Dema Quran dahatiye, di fonetîka Ereban de tenê 17 deng hebûne û Ayetên wê jî bi wan 17 tîpan hatine nivîsandin. Lê ji ber ku Quran ”cîhanşimûl” e, peyvên gelek zimanan tê de hene. Ew peyv jî bi riya ”feth”an hatine nava erebî.

Îcar 70 sal piştî Koçê, Erebên zimanzan gotin ku ev 17 tîp têra zimanê wan nakin û rabûn fonetîka elîfbêtika xwe derxistin 28an.

Lê jimara fonetîka Kurdên Imperetoriya MADê çendî ku 38 tîp bûne, lê belê ji ber dewlemendiya zimên dîsa têr nekirine û piştre wê fonetîkê derxistine 44an.

Niha jimara fonetîka vê kurmanciya ku em pê dipeyivin 38 tîp in, lê belê di serê sedsala 20î de bi 33 tîpan sînordar kirine û Kurd pê debar dikin.

Eger desthelatiyeke fermî li seranserê Kurdistanê çêbibe, divê tîpên alfabeya kurdî bibin 44.

Peyva ”qeşartin”ê, ji QŞRê afiriye, mîna têr, sêr, silq, sim, sîl û hwd yekkite ye. Di Zimanê Erebî de çendî ku peyvên yekkite û dukite hene jî, lê Ereb dibêjin ew peyv biyanî ye.

Li van peyvên ku ji QŞRyê afirîne binerin:

 

QŞR: Qeşartin.

QŞR: Qeşûrtin.

QŞR: Diqeşêre/lêker.

QŞR: Qirş

QŞR: Qeşmer

QŞR: Qrûş

QŞR: Qeşîr û gwd.

 

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li peyvên kurdî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev