Keremê Gerdenzerî: Efsaneya zindî ya sazbendîya kurdî

Keremê Gerdenzerî: Efsaneya zindî ya sazbendîya kurdî

Festîvala Fîlmên Kurdî a Moskvayê qîmetê dide hevkarê xwe

 

Nivîsa me ya îro ji bo efsaneya zindî ya muzîka kurdî, muzîkjenê navdar ê rockê, bestekar, nivîskar, hunermend, rêber û yek ji damezrînerên koma rocka kurdî KOMA WETAN Keremê Tihar Gerdenzerî ye.

 

Ew di 06ê adara 1952an de li Tiflîsê (Komara Gurcistanê) di malbateke kurd de ku ola kevnar a kurdan – êzdiyatiyê diheband, hatiye dinyayê. Kerem ji bo bavê xwe Tiharê Hecî Gerdenzerî û diya xwe Radîfa Necîv-begê Reşî (ji mîrê kurd ê navdar Mala Simoyê Çeto ya ji eşîra Reşî ya ji êla Zuqurî) dereng hate dinyayê.

 

Ji zarokatiya xwe ve hez ji guhdana muzîka gelêrî û popa modern a kurdî dikir û hewil da ku li gîtarê jî lê bixe. Di sala 1959an de li dibistana amadeyî bi zimanê rûsî dest bi xwendinê dike û di sala 1963an de di 11 saliya xwe de li dibistaneke muzîkê dikeve dersa gîtara basê. Di sala 1970 de Keremê Gerdenzerî yekemîn koma rockê ya kurdî KOMA WETAN damezirand, ku bi serketî beşdarî pêşbirk û festîvalên muzîkê yên li Gurcistanê dihatin kirin.

 

Di sala 1977 de ew bû Xelatgira Pêşbirka Strana Popê. Di sala 1979an de li Tilbîsê KOMA WETAN ji albûma “Bayê Payîzê” 12 stran li kompanyaya Melodiyayê tomar kir. KOMA WETAN heqê sitendî şande ser hesabê ku li Londonê ji bo kesên ku di sala 1988an de di şerê Îran-Iraqê de li bajarê Helebçeyê (Kurdistana Iraqê) ji ber gaza jehrî zirar dîtine hatibû teşkîlkirin.

 

Piştî KOMA WETAN ne tenê di nav kurdên Yekîtiya Sovyetê de, di nav kurdên Tirkiye, Iraqê, Îranê, Sûriyê, Ewropayê û Amerîkayê de jî gelekî populer dibe. Di sala 1991’an de bi hilweşîna Yekîtîya Sovyetê re koma rockê KOMA WETAN neçar ma dest ji xebatên xwe berde û Kerem Gerdenzerî tevî malbata xwe koçî Moskovayê kir. Li vir dest bi xebata xwe ya solo dike û çend albûmên muzîkê AZADÎ (1995), HEWAR (1998) û yên din derdixe. Niha li ser albûmeke nû dixebite.

Çavkanî: malpera Moscow Kurdish Film Festival

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev