Sîyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu di ”darizandineke dagirkerî”yê de ji bo 10 mehan hat cezakirin

Sîyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu di ”darizandineke dagirkerî”yê de ji bo 10 mehan hat cezakirin

Nivîskarê malpera me ji bo nivîseke xwe hate darizandin

Sîyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu ji ber nivîseke xwe ji alîyê dadgeha Dagirker ya Diyarbekirê hat darizandinê.

Sîyasetmedar û nivîskar Î. Guçlu ji ber nivîseke xwe ya du sal berê ya derbarê ”cejna 19 Gulan”ê ya Tirkîyeyê da û tê de gotibû: ”keç û kurên kurd ne mecbûr in cenekî ku li ser dagirkereyî welatên wana tê pîrozkirinê, pîroz bikin.” Ev nivîs di 26 Gulana 2019 de di malpera Kurdistan 24 de hatibû weşandinê.

Ji ber vê nivîsê dadgeha Tirkîyeyê li gor xala 50î ya Qanûna Cezayê ya Tirkîyeyê li hember Î. Guçlu doz vekiribû.

Di darizandina nuha de parêzvanê Î. Guçlu Av. Hasan Dagtekin û cîhgirê serokê giştî yê PAKê Vahît Aba jî ji bo piştgirîya Îbrahîm Guçlu serî li dadgehê dabûn.

Dadgeh bi egera ku Î. Guçlu ”di nav civakê de kîn û dijminahîyê teşwîq kirîye” sûcdar kir û li gor xala 216/1 ya QCT ya bi jimara 5237ê, awayê pêkhanîna sûcê, cîh û dema ku lê sûc hatîye pêkhanînê, giringî û mijar û nirxê sûcê, zirar, armanc û sedem û taybetmendîyên din yên sûckirinê 1 SAL CEZA li Î. Guçlu birî.

Îbrahîm Guclu li hember vê darizandinê û herwiha di hemî dozên ku li henber wî hatine vekirinê de xwe bi awayekî kurdewarî parastîye û ev car jî hem bi devkî û hem jî bi nivîskî parastinek sîyasî pêşkêşê dadgehê kirîye.

Dîsa parêzerê Î. Guçlu, Av. Hasan Dagtekîn jî li hember dadghê ji alîyê hiqûqî ve Î. Guçlu parastîye.

Em hemî bi yekdest piştgirîya welatparêzê xwe bikin!

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev