Bernameya tifaqa Êzdiyan

Bernameya tifaqa Êzdiyan

Kemal Tolan- Xemxwir û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê 

Mizgîna ku îda Şevberatê her sal di nav hemû Êzdiyên li cîhanê hene de di yek rojekê de bêye pîroz kirin, li ser xêrê be!

Di vê „Bernameya tifaqa Êzdiyan*1“ de diyar bû ku endamên civata Babêşêx, tevaya binemalên Feqîran, Pêşîmamê Başîkê û Êzdiyan birêz Faruk û gelek xilmetkarên Êzdîtiyê yên dinê, bi hev ra rûniştine û biryar dane ku ji îro pêve wê îda Şevberatê, her sal di nav hemû Êzdiyên li cîhanê hene de, di yek rojekê de (15/16 vê mehê de) bêye pîroz kirin.

Ev mizgîn û bîrya ji bo parastina Êzdîtiyê li ser xêrê be û hêvî dikim ku her Êzdiyek weke min*2 , daxwazê ji Mîrê Êzdîyên cîhanê û tevaya endamên „Meclîsa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya Bilind “ bikin, bila ew jî van derfetên ku îro li HHK bi dest ketine bikarbînin, destûrê bidine çend zane û ilimdarê Êzdîtiyê, ku bikaribin van cûdetiyên ketine nav perwerdeya Êzdîtiyê, hesabê rojên îd û erafatên salnama me Êzdiyan jî, car dinê bi hevûdinê ra li gorî qanûna ilim û qewlên ku Xwedê ji me ra diyarî kiriye bikin yek.

 

*2„Lave û daxwaznama ku min ji bo sererastkirina qanûnên hesabê salnama Êzdîtiyê şandî:

 

Çaxê we bixêr birêz Mîr Hazim Tahsîn Beg Mîrê Êzdiyên cîhanê !

 

Weke ku cenabê we jî min nasdike û dizane, ez eva serê 46 salan e weke mirîdekî ne ilimdar, xemxwir û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê, hemû rojên îd û erafatên me Êzdiyan yên pîroz in dişopînim. Ez gihîştime wê baweriyê ku, tamamiya hesabê rojên îd û erafatên me Êzdiyan yên pîroz, li gorî qanûna ilim û qewlên ku Xwedê ji me ra diyarî kiriye hatine nîşankirin.

 

Xwedê xêr û xilmeta babçak û xasên ku ilim û qewlên Xwedê di nav Êzdîtiyê de ji me ra parastin, pêşxistin û dane danesîn qebûl bike. Mixabin ji gelek fermanên bi serê bavkalên me va hatine û em koçberî welatê cûr bi cûre bûne, hinek hesabê rojên îd û erafatên salnama Êzdîtiyê jî tevlî hevûdinê bûne.

 

Lê gelek şikir ji Xwedê û Tawisî Melek ra, niha gelek derfetên ku oldar û ilimdarê Êzdîtiyê bikaribin bi destûra cenabê we, van cûdetiyên ketine nav hesabê rojên îd û erafatên salnama me Êzdiyan, car dinê bi hevûdinê ra li gorî qanûna ilim û qewlên ku Xwedê ji me ra diyarî kiriye sererast bikin hene.

 

Lewma jî ez weke nivîskarekî Êzdî, xemxwir û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê daxwaz û lavan ji cenabê we dikim, ku hûn weke Mîrê Êzdîyên cîhanê destûrê bidine „Endamên Meclîsa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya Bilind“, çend alimên Êzdiyên çiyayê Şengalê, Welatêşêx, perçeyên Kurdistanê, li Ermenistanê, Gurcistanê, Rûsîyayê, Qafqasîyayê, Ûkraînayê û Ewrûpayê, ew bên li Lalişê li gel hevûdinê rûnên an jî di rêya bernameyeke teknîka pêşketî de, bi hev ra biaxivin û ew van cûdebûnên ku ketine nav perwerde û qanûnên hesabê salnama Êzdîtiyê car dinê li gorî qanûna ilim û qewlên ku Xwedê berê ji me ra diyarî kiribû sererast bikin.

 

Ji Xwedê, Tawisî Melek û ji cenabê we hêvê dikim ku hûn vê daxwaz û lava min bînîne cîh!

 

Gelek silav û rêzên min ji bo we hene Mîrê min!

 

*Çavkanî:

*1Tamamiya vê bernamê https://www.facebook.com/StermediaFoundation/videos/992860051329625

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3215722668643392

*2 Lave û daxwaznama sererastkirina qanûnên hesabê salnama Êzdîtiyê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev