MIHEMED ŞÊXO (1948 – 1989)

MIHEMED ŞÊXO (1948 – 1989)

Bo bîranîna dengbêjê ji alîyê gel va pirhezkirî

Diyar Amûdê

Berî 33 salan, hunermendê kurd Mihemed Şêxo yê wek Bavê Felek tê nasîn çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê deh hezaran kes li Qamişloyê hat wexerkirin.

Mihemedê Şêxoyê ku di sala 1948an de li gundê Girbawiyê ji dayik bûye, jiyaneke kurt lê tijî berhemên muzîkê borand.

Hunermend kurd ku ji malbateke hejar hatibû, hîn zarok bû, muzîk beşek ji jiyana wî bû û bi derfetên wê demê û giyanê zarokekî muzîkhez ji xwe re amûr bi darik, galon û têlan çêdikirin û li wan dixist.

Kurê Mihemed Şêxo yê ku li ser rêya bavê xwe û wek gelek endamên malbata xwe bi muzîkê ve mijûl dibe û perwerdehiya wê bilind berdewam dike, Brehîm Şêxo bersiva pirsyarên Sputnik Kurdistanê derbarê Mihemedê Şêxoyî de wek mirov, hunermend, bav û kurd da. 

  • Mihemed Şêxo kengî dest bi muzîkê dike, çawa ew hunera wî te keşifkirin?

Ji dema ku piçûk bû. Hebûna muzîkê di giyanê wî de hêla rabe û ji xwe re amûrekê bi destan çê bike, yeka ku ji dar û galonan. Bi çi awayî be, jê re ya pêwîst ew bû, deng (ton) bêne der.

Mamê wî Hisên him li erbanê dixist him jî li tembûrê. Wî û biraziyê xwe dan ber hev ku heger ku Mihemed karibe ‘filan’ stranê bijene, Hisên dê wê tembûra ku ji xwe re çêkiriye, bide wî. Mihemed Şêxoyî ne tenê ew stran jenand, lê belê yeka din û bi wan re stirand jî. Apê wî Hisên tembûra xwe dayê. Mixabin wê diyariyê pir dirêj nekir; tembûr şikest. Mihemed Şêxo di temeneke zû de fêrî tembûrê bû, ew jî otodîdakt anku xwe bi xwe fêr bû. 

  • Wek tê zanîn Mihemed Şêxo li Beyrûtê du salan muzîkê dixwîne û dibe endamê koma Serkeftin. Gelo wê perwerdehiyê û wê demê bandoreke çawa li kesayeyta Mihemed Şêxo dike û herwiha li muzîka wî dike?

Xwendina muzîkê ti bandor li muzîk û kesayetiya wî nake. M. Şêxo berî xwendina muzîkê jî dizanîbû bê meqamê Seba, bo nimûne, çawan e.

Çûna wî ya Libnanê ji bo piştgiriya huner, pirsa Kurdî ya siyasî bû. Mixabin li wir rastî gefan hat û ji Libnanê derket.

  • Di salên 1973an de Mihemed Şêxo çû Kurdistana Iraqê û Bexdayê û gelek hunermendên kurd wek Mihemed Arif Cizrawî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Gulbehar, Beşar Zaxolî nasîn. Vê serdemê bandoreke çawa li muzîka Mihemed Şêxoyî kir? Guhertineke çawa xist muzîka wî?

Hevdîtinên wî —heger bi kîjan rengî be- û wan hunermendan tenê hizr û armancên wî yên neteweyî xurt kirin. Guhertin û bandorên muzîkî lê nekirin. Şêxo dikarîbû stranên her kesekî ji wan baş bijene û bixwîne anku şîrove bike, çiqas terzê wan ji hev cuda be jî. Dibe ku wî stranek Tehsîn Tahayî gotibe, Zaxoyî, lê muzîka wan ber bi hev û ya wî naskirî ye.

Li aliyek din delîfe û derfetek baş bû jê re, stranên xwe bibêje û bide tomarkirin. 

  • Tê gotin ku Mihemed Şêxo Serdana Mele Mistefa Barzanî kiribû, ti carî ji we re qala wê demê kiriye? Qal kiribe çi gotibû?

Dema ku şoreş şkest û pêşmergeyan berê xwe dan Îranê, civîn li dar diketin, pêşmergeyan, ku ew jî ji wan bû, bi Barzaniyan re giftûgo dikirin. Barzaniyê nemir destê alîkariyê jê re dirêj kir û alayeke Kurdistanê diyarî wî kir. 1977 wî û xêzana xwe pêk ve bi Dr. Mihdî Zêbarî re serdana malbata kak Mesûd li Kerec-Îran kir. Wê demê diviyabû kak Mesûd ku li DYAyê bûya, ji bo rewşa bavê xwe ya tendurustî.

  • Di salên 1975an de Mihemed Şêxo diçe Îran lê tê gotin ku gelek tehde ji aliyê istixbarat îranî ve lê tê kirin ji ber helwesta wî û xebatên wî ji bo pirsa Kurdî û muzîka Kurdî. Ew dem demeke çawa bû di jiyana Mihemed Şêxoyî de?

Rast e, zordarî lê tê kirin, hukm lê tê birrîn, çend caran ji kuştinê difilite. Ji bo ku dayika min (hevjîna xwe Nisrîn) ji xwe re neyne hikûmet meaşê wî nivco dike dûv re ji kok ve dibirre. Şêxo tevî tevaya van astengiyan çalakiyên xwe dom dike. Wî di 1983an de ne ji ber ku efûya Sûriyeyê jê re tê, vedigere, lê belê ji ber ku Îranê gef lê kirin, ji Îranê derdikeve. Û wî biryara xwe da ji bo vegera Qamişloyê.

  • Piştî Mihemed Şêxo vegeriya Sûriyeyê, gelek tehde dîtin. Gelo tu dikarî ji me re qala wê serdemê bikî bê çawa bû? Tê gotin istixbaratê tehdê lê kirin, dikarî behsa wê demê bikî?

Di destpêkê de Bavê Felekê bi bixêrhatineke pir bi coş ji hêla hembajariyên xwe ve hat pêşwazîkirin. Lê dem bi demê re Sûriyeyê astengî jê re derxistin. Nan lê qut kirin, xaniyê wî binçavkirin, çûn û hatinên wî kontrol dikirin, derew li ser wî belav kirin. Dikanek wî hebû ya kasêtan, wa ew jî girt. Wî îşkence dikirin.

Tê bîra min carek jê pêşiya çavên min hatin û wî xwestin. Pêşî çû, dûv re (ji ber nas kir ku wê ne di heman rojê de vegere) şand pey dermanên xwe jî.

Di protestoya xwendekaran de polîsan muzîka Îspanyolî wek ya Kurdî fahm kir. 

  • Mirov dikare şêwaza muzîka Mihemed Şêxo çawa şirove bike yan jî kategorîze bike? Ji aliyê muzîkê ve dikeve kîjan kategorî?

Klasîkê modêrn.

  • Şêwaza Mihemed Şêxo gelekî cuda ye, gelo vê şêwaza wî ya muzîkê çi bandor li muzîka Kurdî kir?

Mihemed Şêxo bi muzîka xwe re stûnek ji yên muzîka Kurdîn e. Her hunermendek dizane ka çawan e muzîka wî. Bi min ti cudahî di navbera deng, tembûr, biyografiya wî de tune. Ev komponêntana hevûdû tewaw dikin. Ez jê re dibêjim takekesîtî anku Individualism. Bala xwe lê bide, çi caran M. Şêxo bêyî tembûra xwe nestiraye, an Ûd an çi be. Yek qalib bû di qedera xwe de. Ev jî piştî ezmûna Beyrûtê tê, gava babetek nuh xwe diyarî biryara wî kir.

  • Gelo kîjan hunermendan bandora xwe li muzîka Mihemed Şêxo kiriye? Çi hunermendên Kurd û çi yên biyanî?

Wî pir li Kawîs Axa guhdar dikir. Meryem Xanê. Dengbêjên naskirî wekî din, baş nizanim! Ez dizanim ku ji xwe re li Mihemed Ebdil Wehab (dengbêjekî Misrê ereb) guhdar dikir û carcaran stiranên wî jî digotin —bi awayekî taybet. Ferîd Etreş bo nimûne.

Belkî bandora van kesan —ne mecbûr e- bandoreke muzîkî be, lê belê pêrejîneke rûhî yan jî danûstandineke muzîkî-fikrî be.

Bandora ku lê hatiye kirin ya bavê wî Şêxo û dayika wî Fatma ye. Şêxo baş distira û Fatma jî xwedan guh û guhdariyeke miç û tûj bû.

  • Mihemed Şêxo li gorî çi gotinên stranên xwe hildibijartin, herî zêde helbestên kê kirine stran?

Mijarên ku bi azadiyê ve girêdayî bin, rizgarî û bi-kêrî-xwe-re-hatin. Helbestên Cegerxwîn, Yûsiv Berazî (Bêbuhar), Umerê Lelê (Rêncber), Mistefa Etrûşî, Tîrêj, Ehmedê Şêx Salih û hwd. Carcaran ji helbestvanine jî, ku ji wan zêde ji yek helbestê dernediket.

  • Ji ber ku Mihemed Şêxo piraniya stranên xwe bi dengê xwe û bi dengê bizqa xwe û herwiha bi derfetên gelekî kêm tomar kirine, vê bandoreke çawa li stranên wî kir?

Biziq instrûmenta Qamişlê û derûdorê ye, Şêxo jî bi vê çandê re mezin bûye. Wî baş li ûdê jî dida û hezkirinek wî û jenîna ûdê hebû, lê dema dibû stirandin, nemaze tomarkirin, biryara xwe ji bizqê re dida.

Berhemên 1984, 1985 heger li ûdê xisitbe jî, tenê ji ber wê yekê ye, motîvekirina pismamê xwe Hekîm —ku di wan kasêtan de li bizqê dixîne, Şêxo li ûdê-, karê muzîkê bike û li bizqê bixîne. Hemen mînak bi birayê xwe Beha re jî, bi xwestina wî jê, pê re di hin kasêtan de li kemanê xîne (Beha keman, M. Şêxo bizq û striran).

Derbarê mercên tomarkirinê, rast e ku li Qamişlê derfet ne ew bûn yek stiranên xwe li stûdoyoyeyine profêsyonel bide tomarkirin, lê heya niha jî eyarkirina Şêxo ji deng û tembûra xwe re rasta cudahiyên mezin nehatiye, bi stûdyoyeke ne profêsyonel neyê pîvankirin.

  • Me bihîstiye ku Mihemed Şêxo mirovekî gelekî henekçî bû û çîrokên wî yên balkêş hebûn. Ji zarokatiya te ti çîroka wî ya wisa balkêş tê bîra te? Ku tu bikarî bi kurtî ji me re bibêjî?

Wek zarokek kêmî 8 salî wê zor be ji min re her tişt were bîra min, lê rast e Şêxo mirovek hezkirî bû. Cîran û kesên ku wan ew nas dikir, danûstandina wan pê re ser esasê hevnasînek dostaniyê bû, ne ku têkiliya gel û hunermend.

  • Em werin ser jiyana Mihemed Şêxo ya Taybet û tevgerên wî di malê de. Di jiyana rojane de mirovekî çawa bû? Bavekî çawa bû?

Bavekî diyalog dikir bi zarokên xwe re, mîna heval bi heval re. Li bersiv û gotinên wan guhdar dikir, pê re dikeniya, carcaran dixwest bêhtir guhdar bike. Bi jina xwe re di hemu tiştan de alîkar bû, heyanî di karê malê de —û çêkirina taştê, şuştina firaxan de- jî. Heger carûcar bêhna wî teng bibûya jî, sedem naskirî bûn, ew jî jiyana wî ya siyasî hwd.

  • Rojên wî, mehên wî yên dawî çawa derbas bû?

Zor. Jiyana wî di dema dawîn de pir zor derbas bû. Panorama gotinê: Mirovekî heger ji welêt ber bi welatekî din ve biçe û bi dîtina nexweşiyekê; ji ber armancên xwe astengî û dijwarî li hisabê wî neyên, lê ji ber ku ti gunehên wî nebin, jiyanek kirêt rabe û bibe qelenê wî, wê demê tenê ew bêgunehî dimîne yê sûncdar. Tişt ji dest mirov nayê, barê wî û ê her kesên wê demê yek e, lê her yek û wijdanê xwe.

 

Çavkanî: ↑ Rojavanews.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev