
Xaylaza Reşîd
MIÇIQÎNE EW RÛBAR…
Daketim devê gêlî
Wekî vexum avek sar
Min jor da wir nihêrî
Miçiqîne ew rûbar.
Ez zivirîm hêdîka
Min der û dor nihêrî
Min dest avît kulîlka
Gul û sosin tev girî.
Çûm guhêra milê çiyê
Rûnêm li bal şivana
Nedihat dengê kaniyê
Qeliya bû îza bêrîvana.
Gêdûka xike xalî
Min ji dûr va mêze kir
Kir derbazbim wî alî
Min êdî turuş nekir.
Xweza tê bê ew nîne
Hilşyan êdî ew xeyal
Her tişt wê guhêrîne
Çi bikim ezê mal û hal.
Her tişt êdî bû ye xewn
Em ketine qulçika
Ne dayîke ne jî tevn
Ne jî dewsa malhoçika.
BEXTÊ TUNE ÇI LÊ BIKIM…
Bextê tune çi lê bikim
Ewqas ber Xwedê lava kim
Ewqas dua dirozga bikim
Bext tune ye, çi jî bikim.
Bedewbûnê çi lê bikim
Sifetê xwe ger tenîkim
Şalikekê ger xwe werkim
Rûçikê xwe benda heram kim.
Xanim-xatûntî çî min ra ne
Ça bikim nazikîya xas jinane,
Ça bikim sewta şalûlane
Ça bikim, ev tev çî min ra ne.
Bêje bexto, bexto bêje,
Min hiznakî, çima bêje,
Sal-sal kaş û berkaş kirim
Layîqî bêbava kirim.
Riataza