Ji Raya giştî ra: Li ser navê Kovara Philosophiayê

Ji Raya giştî ra: Li ser navê Kovara Philosophiayê

Ali Gurdilî – Raif Yaman

Wekî dihête zanîn van çend salên dawîn, di kovargerîya kurdî da pêşketinên baş pêk hatin û nuha gelek kovarên li ser warên cihê dihên weşandin. Lêbelê, kêmasîya kovareke felsefî a xwerû bi zimanê kurdî, gelekî berbiçav e. Berî 6 salan me bi navê ”Felsefevan” dest bi weşandina kovareke felsefî kiribû, lê mixabin ji ber hinek kêmasîyan temenê kovarê dirêj nebû. Tenê sê hejmarên Kovara Felsefevan hatin weşandin, û çend hejmar jî li ser internetê bi formata Pdf hatin weşandin.

Piştî şeş 6 salan me dîsa biryara xwe daye ku em kovareke felsefî a xwerû bi kurdî biweşînin. Kovar, dê bi hemkarîya Weşanxana Na were weşandin û çarmehane be. Em dê hewl bidin di kovarê da cih bidin zarê (dialect) kirmanckî (zazakî) û şêwezarê (subdialect) soranî jî.

Ji bo vê yekê jî, em ê têkilîyê bi felsefeperwerên soranîaxêv û kirmanckîaxêv ra dahînin. Karger û gerînendê giştî ê kovarê, sociolog û felsefezan Ali Gurdilî ye, û editoria kovarê jî dê ji alê philolog û nivîskar Raif Yaman ve were kirin. Armanca me a sereke di hinek warên felsefî da berdestîya zarûzimanê kurdî ye, û îdiayeke me a mezin jî tune. Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be.

Hêvîya me heye em dê bikanibin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt ra dê hejmara pêşîn were weşandin.

Kovar dê li ser hindik principan were weşandin. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ”Word û bi kertên (letters) ”Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide.Ji bo navê kovarê jî, em li ser gelek navan fikirîn. Wekî ”Philosophy Kurdî”, ”Philosophia Kurdî”, ”Feylesofîya Kurdî” û ”Philosophia”. Ji ber ku peyveke resen e û baş dihête zanîn, me biryar da ku navê kovarê ”Philosophia” be. Em ê hewl bibin ku bikanibin salê hejmarekê jî ”Philosophia Werger” biweşînin û tê da tenê cih bidin wergerên ji zimanên resen. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her şad û bextîyar bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev