”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 53

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 53

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurdên li Împêratorîya Rûsîyayê, YKSS û Rûsîya Federal”. Em îro beşa duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Kurdên li Împêratorîya Rûsîyayê, YKSS û Rûsîya Federal -2

S. M. Îvanov

 

Li Ermenîstanê binecîyên kurd piranî bi dînê xwe va êzdî ne (30-40 hezar kes). Li korîdora Laçînê, ku Qerebaxa Çiya bi Ermenîstanê ra dide girêdanê, gelek kurd diman. Lê heta şerê ermenîyan-azirîyan berdewam be, zehmet e ew bikaribin vegerin cî û warên xwe. Ji xwe derheqa otonomîyê da jî qet behs tune: sîyasetmedar û lêkolînerên ermenîyan ser wê bawerîyê ne, ku heta meseleya şer bi temamî çareser nebe, tu xeberdanek nikare hebe derheqa axa di navbera Ermenîstanê û Qerebaxa Çiyan da. Di ser da jî serokatîya Ermenîstanê ji wê yekê ditirse, ku Herêma Kurdistan ya otonom ya berê careke din ava bibe, ku wê bibe axeke nû a bi musulmanan va di navbera Qerebaxa Çiya û Ermenîstanê da.

Avabûna diyaspora kurdan ya li Asîya Navbendî encama wan bûyerên bedbext bû, ku bi raqetandina kurdan ji Pişkavkazê ra girêdayî bû. Li xerîbîyê wana li warên taybet bi cî kirin, ku zêde dişibîya kelefeyan. Lê ya here ecêb ew e, ku her cûre bedbextî û bextreşîyên ku hatine serê kurdan, nebûn asteng ku ewana zimanê xwe, çand, wergirtin, erf-edet, dînê xwe biparêzin. Di karê sitendina xwendina navîn ya pêşekzanîyê da ber kurdan astengî û dijwarî hebûn, û vê yekê, hilbet, pêşketina diyaspora kurdên mihacir dida berbendkirinê. Niha li Asîya Navbendî weke 200 hezar kurd dijîn, ji nîvî zêdetir li Qazaxistanê ne (piranî li başûrê komarê, li herêmên Alma-Atayê, Çîmkendê û Cembûlê). Di van salên dawî da ji wan ra mecal hatine sazkirinê bona çanda xwe ya miletîyê pêş bixin, rêxistin û yekîtîyên civakî saz bikin, kitêban, kovaran, rojnameyan çap bikin. Ji bo nimûne, li Qazaxistanê kovara ”Kurd” û rojnameya ”Kurdistan”, komên folklorî yên kilam û reqasê hene. Navbendên kurdan yên çandî sala 1993an gihîştine hev, û yekîtîya bi nave ”Yekbûn” damezirandin, lê ji sala 1999an navê wê guhartin, kirine ”Berbang”.

Sala 1993an Yekîtîya kurdên Qirgizistanê ya bi navê ”Niştiman” hate sazkirinê. Pişt ra hukumeta welêt navê hemû Yekîtîyan guhart, kir Hevalbendîyên civakî û navê rêxistinê bû ”Hevalbendîya civakî ya kurdên komara Qirgizistanê”.

Li Ûzbêkistanê hela di dema desthilata Sovêtîyê da kurdên mihacir li 7 herêman û 43 navçeyan bi cî kiribûn: li herêmên Taşkendê, Semerkendê, Fêrganayê û Bûxarayê. Niha jimara kurdan li wî welatî ne zêde pir e (gorî hesabkirinan, weke 10 hezar kes).

Li Turkmênistanê, ku jimara binecîyên wê dike 5 mîlyon kes, ji 5 hezaran zêdetir kurd lê hene – piranîya wan li başûr, nêzîkî sînorê Îranê, li navçe û paytextê Aşxabadê. Ji alîyê dîn da piranîya kurdên vira wek turkmenan musulmanên sunî ne, lê di nav wan da kurdên bi dînên xwe va cuda jî hene, wek êzdî û elî-îlahî, herwiha kurdên şiyî û xaçparêz jî. Desthilata Turkmenistanê sîyaseteke berk ya asîmîlekirina hemû milet û kêmanîyên dînî, di nav wan da herwiha kurdan jî, dide derbazkirin, hewil dide gelê Turkmen yê yekgirtî ava bike. Lema jî di salên Sovêtîyê da mekteb û navbendên çandî yên kurdan, çapemenîya bi zimanê kurdî hatine girtinê.

Li ser axa Rûsîya Federal diyasporayên kurdan di nîveka duduyan ya sedsala XX da dîyar bûn, hela di dema YKSS da.

Di sala 1979an da, dema serjimêrîya binecîyan ya tevaya Sovyetê dihate derbazkirin, li ser axa Komara Rûsîyayê ya Sovêtîyêye Sosîalîstîyêye Federatîv (KRSSF) bi kêmanî komeke kurdan ya kompakt hebû – li warê Pşêxskê, li navçeya Bêlorêçênskê, herêma Krasnodarê. Serhevdu li wê parêzgehê 546 kurd diman: 446 musulman û 100 êzdî. Malbetên kurdên musulman yên pêşin di salên 1968-1969an ji Ûzbêkistanê, Qazaxistanê û Qirgizistanê hatine, ku berê ew ji Gurcistanê sirgûnî wan komaran kiribûn. Ewana ji Asîya Navbendî bo wê yekê hema hatine Kûbanê, çimkî li vira hewa xweş e û şertên lazim hene bona karê malhebûna gundîtîyê. Êzdîyên warê Pşêxskê di salên 90î yên sedsala XX di rûyê şerê ermenîyan-azirîyan cîguhastî Kûbanê bûne, wana cîyekî aram û şertên bo jîyanê baş digerîyan û ev warekî wisa bû. Kurdên Adîgêyê xwedî rêxistina xwe ya civakî “Agirî” ne, ku li gundê navçeya komarê ya bi navê Beliy Krasnogvardeyski ye. Gundên Beloe û Sadovoe, ku kurd lê dijîn, hema li rex riya berfireh R253 e (Maykop – Ust-Labînsk-Korenovskê). Zêdeyî 5 hezar kurdên mihacir, piranîya wan ji Qazaxistanê û Ermenîstanê, li herêma Tambovê bi cî bûn, gelek kes ji wana gorî bernameya dewletê ya cîguhastina hemwelatîyan hatine vira. Li wir kurd karê malhebûna gund, heywanxwedîkirinê dikin, malan û riyan çê dikin. Balkêş e, ku wana li herêma Tambovê kopîya biçûk ya Ziyareta Lalişa Nûranî çê kirine, ji ber ku bawerîya piranîya wana dînê kevinare – êzdîtî ye (orîgînala wê Ziyaretê li Kurdistana Îraqê ye).

Di dema serjimêrîya binecîyan li Rûsîyayê ya sala 2010an tenê 23 232 kes xwe wek kurd binav kirin, ku dikire 0,02 % tevaya niştecîyên welêt. 40 586 kes jî xwe bi nav kirin wek êzdî, ku dike 0,03% tevaya niştecîyên Rûsîyayê. Lê gorî malûmatîyên ne fermî yên pêşekzanan jimara kurdan li ser axa Rûsîya Federal pirtir e – zêdeyî 200 hezar kes e.

Em li jêr çend taybetmendîyên kurdên êtnîk raberî we bikin: jimara mêran ji jimara jinan pirtir e (58% mêr, 42 jin), piranîya kurdan li bajaran dijîn (59% bajarîyan), zimanê dayîkê (an jî zaravên wî) hema bêje hemû kurd zanin (82,5 %). Di nava diyasporayên kurdan da nabe ku bi biyanîyan ra mêr bikin an jî bizewicin – kurd zêdetir nav xwe da dizewicin, ango bi nûnerên miletê xwe ra. Helwesteke ha monoêtnîkîyê nahêle ku kurd asîmîle bibin û di nava miletên din da bihelin.

 

Kurd li Rûsîyayê her diçe di hêla sosîalîyê da aktîvtir dibin, bi dilxwezî tevî jîyana civaka Rûsîyayê dibin.

Ewana pir caran înîsîatîvê dîyar dikin, rêxistinên xwe yên civakî saz dikin, ku di ”Mala kurdan” da gihîştine hevdu. Rast e, axa kurdên Rûsîyayê tune, lê dewsa wê Otonomîya wan ya miletîyê-çandî ya Federalîyê heye. Ev rêxistin rojên bîranînê, cejinên kurdî, şahîyên dostanîyê û rasthatinên civakên kurdan û miletên Rûsîyayê yên din dide derbazkirinê. Li Moskvayê, Li Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Rûsîyayê ya Zanyarîyê (ARZ), li Înstîtûya Aborîya Cihanî û Pêwendîyên Navnetewî ya ARZ, li Duma Dewletê (Parlamentoyê) ya Rûsîya Federal, li ”Mala kurdan”, li Akademîya Dîplomatîyê ya Wezîreta Karên Der ya RF, li Ajansa Rûsîyayê ya Înformasyon ”Novosti” (”Nûçe”) û li cîyên din konferansên zanyarî, semînar, textên gilover derheqa pirsên rojane yên civaka kurdan da têne derbazkirinê. Sîyasetmedar, zanyar, karmendên civakî, nûnerên çapemenîyê û ragihandinê yên Rûsîyayê, Îraqê, Tirkîyê, Sûrîyê, herwiha mêvanên ji welatên Yekîtîya Awropayê û Hevalbendîya Dewletên Serbixwe tevî xebata wan dibin. Herdem delegasyonên kurdan ji Îraqê, Sûrîyê, Tirkîyê seredana Moskvayê dikin.

Di çirîya paşin sala 2015an li Sankt Peterburgê bi awayekî fermî rêxistina acivakî ya ”Yekîtî” hate qeydkirinê, ku Navbenda çandî a kurdan a pêşin bû li Rûsîyayê. Di şayînetîya vekirina wê rêxistina nû ya kurdan ya çandî da serokê wê Miraz Biroyan got. ”Bi saya Rûsîyayê kurd ziman, dîn, erf-edetên xwe parastin…”. Bi gotina wî, li Peterburgê diyasporayeke kurdan ya ne mezin heye, gorî hinek hesabkirinan, weke sê hezar kes. Lê di wê diyasporayê da bi jimareke mezin ronakbîrên kurd, ango nûnerên rewşenbîrîyê û efrandarîyê hene.

Li Moskvayê rêxistinên kurdan yên ji welatên dereke kar dikin: Nûnertîya hukumeta Herêma Kurdistana Îraqê, Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê (PDK), Partîya Yekîtîya Dêmokratîyê (PYD) ya Sûrîyê.

Kurdên Rûsîyayê bi jimara xwe ya hindik va jî di jîyana welêt da roleke giring dilîzin. Navê gelek nûnerên kurdan li tevaya Rûsîyayê deng daye: wek doktorê têknîkzanîyê, fîlosof, zimanzan D. Q. Lahutî; doktorê zimanzanîyê, zanyar-kurdzan, pêşekzanê zaravên zimanê kurdî Zera Elî Yusupova; Kaptenê dereceya 1ê, nivîskar, dîrokzan, rexnekar Keremê Reş; doktora fîlosofîyê, mamostaya Zanîngeha Sankt-Peterburgê ya dewletê X. R. Omerxalî (Ûsoyan); karsazê mezin, parlamentarê Duma Dewletê ya Rûsîya Federal Zelîmxanê Elî Mûsoyev û bi sedan kesên din.

Desthilata Rûsîyayê faktora kurdî, ku her diçe zêde dibe, him di hêla karê sîyaseta der, him di karê sîyaseta hundurîn ya sosîalîyê û miletîyê da dide ber çavan.

Bûyerên ”buhara erebî” bûne sebebê bi carekê va xurtbûna tevgera kurdan li Îraqê, Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê bona bidestxistina mafên xwe yên miletîyê û azadîyê. Serokkomarê pêşin yê Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî sala 2013an du caran seredana Rûsîyayê kir û bû mêvanê serokkomarê Rûsîya Federal V. V. Pûtîn, nûnerên kurdên Sûrîyê û Tirkîyê herdem li Wezîreta Karên Der (WKD) ya Rûsîyayê civînan derbaz dikin derheqa pirsên çareserkirina pirsgirêka Sûrîyê. Moskva keda kurdan di şerê dijî terorîzma navnetewî, dijî wa gotî ”Dewleta Îslamî” (DAÎŞ), ”Cebhet an-Nusra”3 û komên îslamîyê yên tundraw yên din bilind qîmet dike. Derîyê Rûsîya wek berê bo nûnerên kurdên welatên Rohilata Nêzîk vekirîye.

Niha li Rûsîyayê guhdarîyeke mezin tê danînê li ser wê yekê, ku di femdarîya civakê da dîdemê gelê kurd yê erênî bê sazkirinê. Di wî karî da çapemenî û ragihandin dikarin roleke mezin bilîzin. Li Rûsîyayê her meh rojnameya duzimanî ya bi navê ”Kurdistana azad” (bi zimanên rûsî û kurdî, tîraj 2000 heb) derdikeve, çend malperên Înternetî hene, ji wana yên binavûdeng ”kurdistan.ru” û ”RIATAZA” ne. Em bêjin, ku 2 versyonên malpera ”Riataza” hene, yek ya rûsî (www.riataza.com) ye û ya din a kurdî ye (krd.riataza.com). Diyaspora kurdan ya Rûsîyayê xwedî gelek malperên bi zimanê rûsî ye: yên nûçeyan, înformasyon-analîtîkîyê, henekan-kêfxweşîyan, malpera hevdunaskirinê û yên din. Di Radiokompanîya dewletê ya bi navê ”Dengê Rûsîyayê” da beşa kurdî ya weşanên radyoyê heye.

Femdarî ye, ku kurdên mihacir, ku ji Asîya Navbendî û Pişkavkazê hatine hela wê demeke dirêj hewcê piştgirîkirina dewletê bin. Li Rûsîyayê bona mihacirîya qanûnî û adaptebûna kurdên ji welatên Asîya Navbendî û Pişkavkazê tu astengî tunene. Kurd dikarin wan hemû mafan wergirin, ku gorî Qanûna Federalîyê ya RF ”Derheqa otonomîya miletîyê-çandî” da hatine dayînê. Desthilata Rûsîyayê wê yekê dide ber çavan, ku kurd bi dîrokî gelê qedîm yê Rûsîyayê ye, û wek hemû gel û êtnosên din yên welêt mafê wan heye ser tevaya axa welêt bijîn û bixebitin, ziman, çanda xwe biparêzin û pêş bixin, pêwendî bi wetenîyên xwe yên li welatên dereke dimînin daynin, bi jîyaneke aş, bextewar û aram bijîn.

 

Çavkanî:

1) Минорский В. Ф. Курды. Петроград, 1915. R. 41.

2) Jêder: Çetoyev X. M. Участие курдов Советского Союза в Великой Отечественной войне 1945–1945 гг. Yerevan, 1970. R. 7.

3) Herdu rêxistin li Rûsîyayê qedexekirî ne..

 

Cefer axa Elî beg Şemşedîn axa ogli (1806-1877)

Serleşkerê binavûdeng, generalê kurdan yê pêşin di leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê da.

 

Sala 1806an li wilayeta Êrîvanê ya Pişkavkazê di maleke kurdan ya navdar da ji diya xwe bûye. Çend dîrokzan ser wê bawerîyê ne, ku pêşîyên Cefer axa ji binemala torinan e, ku aristocrat in, nûnerên wan rêvebirîya gelek eşîretên kurdan kirine. Ew di mala dê û bavê xwe da perwerde bûye, ango xwendina malê sitendîye. Bi dînê xwe va musulman e. Himberî çend kurdên hemwelatîyên xwe, ku li Împêratorîya Osmanîyê diman, Şemşedînî di hindava komên êtnîk û dînî yên dervayî xwe berbihêr û dilovan bûn, bi eşîretên kurdên êzdî yên Pişkavkazê ra, herwiha bi gurcan û ermenîyan ra di nava pêwendîyên dostanîyê yên qenc da bûn, û wek hemwelatîyên Împêratorîya Rûsîyayê di hindava desthilata Rûsîyayê da amin bûn.

Cefer axa 10ê adarê sala 1853an wek zabitekî sade kete nava leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê. Pêşî wî serokatî li desteyeke kurdan ya ne mezin ya siyarîyan kir, ku beşeke artêşa Kavkazê bû û tê da weke 100 siyarî hebûn, bi mêrxasî tevî şerê dijî leşkerên tirk bû. 27ê îlonê sala 1854an mêrxasî û efatîya bêhempa nîşan da, di hêla qumandarîyê da gelek jîr û zîrek bû, bi jêhatineke bêqusûr li Bilindayên Çingilê bi tirkan ra kete nava şer û bi fermana Qiralîyetê wek îstîsna ji zapitîya sade ew bi carekê va kirin zapitê sereke, ew bû çawuş.

Sala 1955an Cefer axa du alayên kurdan yên nû dane sazkirinê û ew hate kivşkirin wek qumandarê yek ji wana. Êdî wek qumandar jî berçav ket, 13ê hezîranê sala 1855an bi mêrxasî li rex Ziyareta Surb-Hovhannês şerekî bêhempa kir. Li wir artêşa Rûsîyayê bi alîkarîya alayên kurdan di şerê dijî siyarîyên tirkan yên bi serokatîya Belûl paşa da bi ser ket, dijmin qels bû, lê serleşkerê tirkan bi hevalbendên dora wî ra tevayî dîl hatine girtin.

Ji bo wê mêrxasîyê û gelek serketinên leşkerî yên din Cefer axa bi ordenên Anna Buhurtî ya dereceya 3an bi şûr va (her tenê bo serketinên di şêr da tê dayîn), ordena Vladîmîrê Buhurtî ya dereceya 3an, ya Stanîslavê Buhurtî ya dereceya 2an, medalyaya bona bîranîna Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1853-1856an da û nîşanên pêsîrê yên din yên Împêratorîya Rûsîyayê va hate xelatkirin. Ew layîqî navê bilind general-çawuş hate dîtin. Ew 11ê adarê sala 1877an li welêt wefat bû.

Yek ji kurên Cefer axa – Elî Eşraf axa Şemşedînov di riya bavê xwe da çû, bi paqijayî û ji dil leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê kir û ew jî gihîşte dereceya generalîyê. Şemşedînovên bav û kur bi mêrxasîyên xwe yên leşkerî û bi helwestên moralî yên paqij va nav û dengê kurdên Rûsîyayê li dinayê bi sedsalan bilind kirin. Ew yek ji rûpelên geş bû di nava dostanîya Rûsîyayê û kurdan da, ku di nava şerê bi dijminê tomerî ra qal û hasil bûye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev