QÎMETA KITIKAN BI HEBÛNA MIŞKAN E

QÎMETA KITIKAN BI HEBÛNA MIŞKAN E

Qet bahaneyan negerin û sûc navêjin situyê dagirkaran.

Ev xetên ji şîrên dayîkê sitirandî ji kurdekî ji welêt,

bi dijmin û neyarên zimanê me va dorpêçkirî xuliqîne.

Memê Miksî

Dema ku pîr bû mîrê ajalan

Bê taqet ket û ma di nav malan

Qedrê wî dîsa wekî berî bû

Ne bêxwedî û berederî bû

Her pêdiviyên vî mîrê mezin

Pêk dianîn wan bê gil û gazin

Pê ra birehm bûn ev ajal bi tev

Kêm nedihiştin goştê sor ji dev

Piştî demekê ku şêr radiket

Ew lêva jêrê bêhemd dadiket

Guştê ku dima li ber didanan

Têr dikir zikê hinek xweycanan

Xweycan jî mişk bûn ne yek ne du çar

Hizûr nedidan şahê namidar

Li ber xwe dida ewî her çiqas

Ma bi girtinê mişk dibin xilas?

Ji xewa şirîn nedidît lezzet

Hişyar dikirin ew di her saet

Rojekê gur ê wezîrê şêrî

Hat di dîwanê li rewşê nêrî

Gotê: Mîrê min ev çi bû sedem?

Ez dibînim te bê keyf û qedem

Şêr jî çawa ku hatbe wî halî

Ji gur ra vegot hem bi zelalî

Lê vegerand gur, gotê: Ezxulam

Çendî ku yek bit xwedî şan û nam

Dîsa jî ew bi quwet û zirtî

Nika hin karan bike bi rastî

Pûrtê tawîsan çendî delal e

Kes ma dikare pûş pê bimale?

Caran mirov bi aqil û hîlê

Li erdê dide bi hêsan fîlê

Vêca mîrê min bêdewa derdek

Xweda nedaye bizan tu ferdek

Lewra dilê xwe bihêle rehet

Çarek ji bo te dizanim elbet

Li vî dergahî heye kitikek

Emegdarekî jêhatî û şek

Bi salan e ew ya ku ji dest tê

Bo cenabê te dike xizmetê

Hekî bixwazî li odeya text

Bila nobedar ew bitin her wext

Şêrê ku mayî di zor û tengî

Ev pêşniyarî qebûl kir hengî

Piştî vê yekê gur kire gazî

Hat kitikê ku ew pir jê razî

Li ber lingê şêr da erdê enî

Got: Gorî tebe ev can ezbenî

Ca ku şahê me bijî bi hizûr

Dê bixebitim her tim bêqusûr

Kitik bi evî karê xwe yê nû

Yeqîn pir xweş kir li şêr reng û rû

Ku xuya dibû ev çi çax û gav

Bi yek mişkê ra nedihişt zirrav

Ev ajal ca ku xilas bikin can

Bazdidan ber bi qulan û kuncan

Ji ser serê wan mîna pelek ewr

Nediçû heta dinya dibû gewr

Ji dest kitikî ta dibû êvar

Dîsa yek mişkê nedidît zirar

Bes dergevanê pir bûyî meşûr

Ji cenabê şêr ew dikirin dûr

Navûdengê wî bi vê peywîrê

Di demeke nêz gihişt her derê

Paye û qedrê wî jî her wiha

Linik şêrî bû bilind û biha

Kitik rojekê rakir kurê xwe

Dane dîwana şêrî berê xwe

Silavek dan û dest danîn ser dest

Her wekî hinek dibên kemerbest

Bi rêzdarî bav got: Ya mîrê min

Caran çêdibe hinek karê min

Heger ku zatê te bike qebûl

Ev kurê min e dizane usûl

Di cihê min da piştî diherim

Bila kar bike heta vegerim

Ev gotina wî şêrî dît bi kêr

Cih da pejirand negotê, “nexêr”

Rojekê derket karê vî bavî

Gote kurê xwe: Ronya vî çavî

Îro di şûna min tu bimîne

Çendî şibha min ku ji te nîne

Dîsa ya ji te bê bavogorî

Ji bo mîr bike qenc tu vî karî

Xafil bû ev kur ji sir û hikmet

Her wek bavê xwe bi rê nebir qet

Di ewê şevê çi mişka dît kuşt

Ta destê sibê yek ji wan nehişt

Bav ku vegera dîtin ew kelax

Got: Te çi kirye kuro malkambax!

Çi cahil î tu qet nefikirî

Min di vî imrê xwe yê axirî

Bi zor û zehmet dest xistbû ev kar

Te we kir ne kar ma ne ‘itibar

Ehmeqo! Methê evê malbatê

Ku bête kirin di her civatê

Bes ji bo mişkan bajo, bikî der

Ne ku di gel wan bikî ceng û şer

Vê neke ji bîr daim bizane

Qedrê me jî bi hebûna wan e

Heqeten piştî midehek borî

Şêr di dîwanê ev gote gurî:

Qasê dibînim mişk jî nemane

Divê kitikî em bê bihane

Ji karmendiyê dûr bixin êdî

Hewcehiya me pê nema gidî

Bê ked û kesp û xebat û belaş

Ma ne israf e bistîne me’aş?

 

Îlham ji çîrokeka Sukasaptatîyê (Tûtîname) hatiye girtin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev