
Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirin. Îro me bona we beşa wê a bi navê ”KRONOLOGΔyê, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.
Ev berhema me ya 265an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.
Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl
KRONOLOGÎYA -1
bûyerên dîroka kurda yên sereke ji dewrana zevtkirinên ereban da
Sal
637 – Pêwendîyên pêşin yên eşîretên erebên musulman bi kurda ra.
639 – Pevçûnên kurda bi ereba ra li Xûzîstanê.
643 – Zevtkirina Şahrîzûrê ji alîyê ereba da. Destpêka îslamkirina kurda û tevgelîya wan di nav tevgera Herîcîya da.
653 – Serhildana kurda li Dînewarê.
685 – Serhildana kurda li Hîlwanê.
700–705 – Tevgelîya kurda di nav serhildana herîcîya da li Şahpûrê.
702 – Serhildana kurda li Farsê.
764, 767 – Serhildanên kurda li Mûsilê û Hemedanê.
839 – Serhildana kurda li Mûsilê.
846 – Serhildanên kurda li navçeyên Îsfahanê, Cebelê û Farsê.
897 – Serhildana kurda li Mûsilê.
906 – Serhildana kurdên hezbanî bi serokatîya Muhemmed îbn Bîlyal.
907 – Serhildana kurdên celalî di navçeyên Mûsilê da.
951–1088 – Mîrîtîya kurda ya Şeddadîya.
969–1015 – Mîrîtîya kurda ya Hesenweyhîya.
979–1014 – Hukumdarîya Bedir îbn Hesenweyhê.
985–1085 – Mîrîtîya kurda ya Merwanîya.
1010–1061 – Hukumdarîya Ahmed îbn Merwan (Nasir ed-Dewle).
1020–1029 – Pevçûnên pêşin yên kurdan bi turkên oxuz ra.
1046 – Zevtkitina Kurdistana Başûr-Rohilatê ji alîyê oxuza (sêlcûka) û turkmena da.
1119–1122 – Serhildanên kurdan dijî sêlcûkîyan.
1120 – Sazkirina qeza Kurdistanê li Cebelê û Beharê bi serokatîya Suleyman-şah Eyûbî.
1138–1193 – Bingehvanê (damezinerê) Mîrîtîya kurda ya Eyûbîya Salah ed-dîn (Saledîn).
1139–1144 – Êrîşkirinên Zengîya li ser kurda.
1169–1193 – Hukumdarîya Saledîn (li Misrê, Sûriyê, Diyarbekirê û Yemenê).
1185 – Pevçûnên turkmena-kurda.
1217 – Kurdên Zagrosê zora eskerên Xorezmşahê birin.
1231 – Destpêka dagîrkarîya monxola li Kurdistanê.
1245 – Êrîşaa monxola li Şahrîzûrê.
1252 – Êrîşaa monxola li Diyarbekirê.
1257 – Ji alîyê monxola da zevtkirina qeza Kurdistanê (li Beharê).
1258 – Êrîşkirina monxola bi serokatîya Hûlagû li ser Bexdayê û kela Êrbîlê.
1259–1260 – Dawîhatina zevtkirina piranîya axa Kurdistanê ji alîyê monxola da.
1313 – Testîqkirina hukumdarîya mîrê monxola li ser Kurdistanê.
1394–1401 – Êrişkirinên Tîmûr li ser kurdan.
1470 – Cizîr derbazî bin hukumê Ak-Qoyûnlu bû.
1514, 23ê tebaxê – Şerê li rex Çaldiranê, destpêka perçekirina Kurdistanê di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da.
1555 – Peymana Tirkîyê-Îranê. Kurdistana Bakûr, Roavayê û Başûr gihîşte Tirkîyê, Kurdistana Rohilat – Îranê.
1566–1578 – Serhildana li Behdînanê.
1605–1606 – Serhildana eşîreta mehmûdî.
1616 – Serhildan li Salmasê.
1639 – Kişandina sînorê Tirkîyê-Îranê – xeta perçekirina Kurdistanê.
1655 – Serhildana êzdîyên Diyarbekirê.
1699 – Serhildana Mîr Suleyman Babê li Babanê.
1727 – Ji alîyê Tirkîyê da ser demeke kurt zevtkirina Kurdistana Rohilatê û Lûrîstanê.
1732 – Kurdistana Rohilatê careke dinê kete destê Îranê.
1743–1744 – Serhildana kurdên Dumbulî li Xoyê û Salmasê.
1746 – Peymana Tirkîyê-Îranê, ku sînorê sala 1639a testîq kir.
1750–1779 – Hukumdarîya Kerîm Xanê Zend li Îranê û li Kurdistana Rohilatê.
1756/57–1790/91 – Hukumdarîya Xusrow-xan li Erdelenê.
1803–1813 – Ebdurehman – Mîrê Babanê.
1806–1825 – Pêşketina tevgera şoreşgerîyê li Behdînanê.
1813 – Mîr Muhemmed wek mîrê Soran hate îlankirinê.
1818 – Mîr Muhemmed serxwebûna Soranê îlan kir.
1833–1834 – Dema here xurt ya serketinên Mîr Muhemmed di hêla eskerîyê û sîyasî da.
1834–1836 – Ji holê rakirina serxwebûna Soranê.
1834–1839 – Dewrana pêşin ya “cara duda zevtkirina” Kurdistanê ji alîyê tirka da.
1842–1843 – Êrîşkarîyên aşûrîyan li Hekarîyê.
1843 – Serhildana Bedirxan begê li Botanê û Cizîrê û ya Nûrûlla begê li Hekarîyê.
1847 – Dawîhatina “cara duda zevtkirina” Kurdistanê ji alîyê tirka da û binketina (têkçûna, derdayîna) Bedirxan beg.
1847, 19/31ê gulanê – Peymana Erzurumê ya di navbera Tirkîyê û Îranê da derheqa qeydekirina (helkirina) hucetên (nerazîbûnên) li ser sînor da.
1847–1849 – Şikandina serhildana Xan-Mehmûd û Nûrûlla beg.
1854–1855 – Serhildana Yezdanşîr.
1865 – Kutabûna xebata komîsyona ji bona danîna sînora di navbera Tirkîyê û Îranê da û sazkirina “xerîta nû”.
1869 – Peymana Tirkîyê-Îranê derheqa statu-kvoya li ser sînor da.
1877–1878 – Serhildanên kurda li Hekarîyê, Behdînanê û Botanê.
1880 – Serhildana Şêx Ubeydula Nehrî.
1882 – Dîlgirtina (hêsîrkirina) Şêx Ubeydule.
1889 – Serhildana li Bîtlîsê.
1891 – Destpêka sazkirina hemîdîyê.
1894–1896 – Xezakirina ermenîyan li Tirkîyê.
1898 – Rojnama kurda ya pêşin – “Kurdistan” destbi weşanê kir, destpêka rojnamegerîya kurdî.
1902 – Kongreya cantirka ya pêşin li Parîsê bi tevbûna penaberên kurd.
1908–1909 – Tevrabûnên li Kurdistana Tirkîyê dijî desthilatdarîya cantirka (ya Îbrahîm paşa li Cizîrê û Botanê; Dêrsimê, Îraqê û ser sînorê Tirkîyê-Îranê).
1909–1910 – Tevrabûnên barzanîya bi serokatîya Ebdul-Selam Barzanî û eşîretên Bayazîdê û Bîtlîsê bi serokatîya Kor Huseyn, Mûsa beg û yên mayîn.
1911–1913 – Tevrabûnên kurdên Îranê yên dijî hukumetê bi serokatîya Salar od-Dewle.
1912 – Li Tirkîyê komela kurda “Hîwa”, li Îranê komela “Gehandinî” hatine damezirandinê.
1913 – Damezirandina “Komela Kurdistan” li Îranê, derketina hejmara pêşin ya kovara “Rojî kurd” (“Hetawî kurd”).
1913, 17ê çirîya paşin – Îmzekirina “Protokola dawî” ya çaralî li Îstenbolê, ku sînorê Tirkîyê-Îranê dida kivşkirinê û awayê xebata komîsyonê derheqa pirsên sînora da.
1914 – Serhildana li Bîtlîsê bi serokatîya Mele Selîm û ya Kurdistana Başûr bi serokatîya Ebdul Selam Barzanî.
1915 – Gelkujîya (jenosîd) ermenîya li Tirkîyê.
1915, adar – Peymana dewletên Antantayê derheqa Konstantînopolê û devtenga da û derheqa wê yekê da, ku “zona neytral” (axa tu kesî, ya di navbera sînora da) ya Îranê teslîmî Înglîs bikin.
1915–1916 – Koçberkirina (dêportasiyon, ji cî şihitandin) kurda ji Anatolîya Rohilatê.
1915–1916 – Ji alîyê eskerên ûrisa da zevtkirina Kurdistana Îranê.
1916, îlon – Peymana (hevraqayîlbûna) “Sayks-pîko” derheqa perçekirina Tirkîya Asîyayê da (Kurdistan jî di nav da).
1917, havîn, payîz – Rûsîyayê bi serokên kurdên Îranê ra yekîtîyek damezirand.
1917, çileya pêşin-1918, çirîya paşin – Şerê Înglîs û Tirkîyê ji bo Kurdistana Rohilatê û Kurdistana Başûr.
1918, 30ê çirîya pêşin – Îmzekirina lihevhatina Mûdrosê di navbera Tirkîyê û dewletên Antantayê da. Hilweşandina Împêratorîya Osmanîyê.
1918, 1ê çirîya paşin – Dîwana Înglîs Mehmûd Barzincî nas kir wek hukumdarê Suleymanîyê.
1919, 23ê gulanê – Mehmûd Barzincî serxwebûna Kurdistana Başûr îlan kir.
1919, 18ê hezîranê – Înglîsa zora Mehmûd Barzincî birin; girtin û sirgûnkirina wî.
1919, havîn – Tevrabûna kurda ya pêşin dijî kemalîsta li Meletîyê.
Riataza