Pirsa we û bersiva me – 209

Pirsa we û bersiva me – 209

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 15

1-

Jinek diçe girtîgehê serdana mêrê xwe dike. Berî ku ew derkeve, ew bi hêrs ji gardiyanê girtîgehê re dibêje:

– Divê hûn zorê nedin mêrê min ku ew qas dijwar bixebite. Ew bi tevahî westyaye.

Gardiyan dikene û bersivê dide:

– Ma hûn henekê xwe dikin? Ew tenê dixwe, radizê û di hucreya xwe de dimîne.

Jin bersîva wî dide:

– “Qeşmer! Wî ji min re got ku ew bi mehan tunelek dikole.”

 

2-

Mêrik çû firnê ku nan bikire. Dît ku li ber derê firnê gelek mirov di dora nanî de ne. Xwe bi xwe got; bi Xwedê bi vî awayî dora nên nagihe min. Rasterast berê xwe da nanpêj û raşte bêrika wî û lev quliband û got:

– Tu dixwaze ez weke bavê xwe bikim an tê nanê min bide min?

Nanpêj:

– Tu çend nanan dixwaze?

– 5 nanan.

Nanpêj 5 nan danê û mêrik raşte nanê xwe û berê xwe da mal.

Yekî ku di dora nên de bû meraq kir û çû pêşîya wî jê pirsî:

– Bira, tu bi navê Xwedê kî bavê te çi kiribû?

– Wele hercara ku bavê min dihate firnê, dora nanî nedigihayê û bê nan vedigera malê.

 

3-

Polîs:

– Dawîya hefteyek xweş ji we re dixwazim. Kontrola lezajotinê heye.

– Êêê, ma min zêde ajot?

– We pir zû ajot. Rê ya 50´î we li ser 70 yî ajot.

– Li ser lewheya/nîşana li wir 70 dinivîse.

– Ew hijmara rê ye.

– Wey mala Xwedê hezar carî ava ku te ez li ser riya 210-an nedîtim.

 

4-

Fermander dikeve derî da û lamba şevê divemirîne. Dûv re ew bi dengekî bilind diqîre:

– Leşkerno! Şev baş, û gava ku ez dibêjim şev baş mebesta min ev e: DEVÊ XWE BIGIRIN!

Dengek ji tarîtiyê tê: Şev baş kaptan!

 

5-

Cotkarekî navser bi tenha serê xwe li çewlikê dijî. Ew ji kurê xwe yê ku di girtîgehê de ye nameyekê dinivîse;

-Ez îsal nikarim petatan/kartolan biçînim. Ez pir pîr im nikarim zevîyê bikolim.

Piştî bi çend rojan ew nameyek ji kurê xwe distîne:

-Bavo, tu çênabe ku wê zevîyê bikole. Min li wir cenazê kesê ku min kuştî defin, binax kirîye.

Sibehê, çend mirov ji polîs hatin. Wan zevî tevde kolan lê tiştek nedîtin.

Kurê cotkar dîsa nameyek ji bavê xwe re rêdike.

-Niha bavo, tu dikarî petatan binax bike, biçîne. Ya çêtirîn ku ez ji vir dikarim bikim ev bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev