Mizgȋniya xȇrȇ ji nivîskar Ezîzê Gerdenzerî

Mizgȋniya xȇrȇ ji nivîskar Ezîzê Gerdenzerî

Weşanxana mellemgaard, Odense, Danȋmark, dest bi weşandina du pirtȗkȇn min kiriye:

 

  1. Bjergets sprog (Zimanȇ çȋya), Berevoka novȇlan, bi zimanȇ danȋmarkȋ.
  2. I mit hjerte (Dilȇ min de), Berevoka helbestan, bi zimanȇ danȋmarkȋ.

 

  1. Berhevoka novȇlan “Zimanê çȋya” tȋne li ber çavan, jiyana xelkȇn Rûsîyayȇ û Kafkasîyayê, piştî binketina ȋdeolojiya komȗnîstan ȗ hilweşȋna Yekȋtiya Sovyȇt. Bi rêza novȇlan de, jiyana hem ciwanan hem jȋ mezinan bi awayekî kenȇ li ber girȋ, lê her tim tije kul ȗ birȋn, tê qisekirin. Bi xemgȋnȋ tȇ gotin çawa derbarȇ kȗrbȗna ferq ȗ cudetiya navbera gund ȗ bajaran de, wisa jȋ derheqa dijayetiya di navbera dewlemend ȗ feqîran de ȗ derbarȇ şerȇ nezanan li pȇşberȋ rewşenbȋran. Novȇl xwendekarȇn xwe di nav dem û cȋyȇn wisa re derbas dike, ku ji bo gelek rojavayan nenas e, tevî ku bi erdnîgarî ew cȋ ȗ war nêzîkȋ Ewropa Rojava ye.

 

  1. Hȋmȇ berhevoka helbestan “Dilê min de” wȇ demȇ hate danȋn, gava Ezîzê Gerdenzerî dibistana zimanȇ danîmarkî de dixwend. Ȇdîtor û şêwirmendên wî yȇn wȇ demȇ mamostayȇn wȋ bȗn. Di sala 2005 de ew bȗ endamê Yekîtîya Nivîskarên Danîmarkî. Hema di wȇ salȇ de, ew li tev hevalên xwe yȇn helbestvan, ewan pir caran ȗ seranserȋ Danîmarkê beşdarî ahengȇn poesȋyayê dibin ȗ helbestȇn xwe dixwȋnin. Gava di sala 2014an de çete ȗ terorîstȇn DAÎŞê ȇrȋş birin li ser ȇzȋdiyȇn başûrê welatê me, qeza Şengalȇ ȗ Komkujiya Êzidiyan dest pê bȗ, Ezîzê Gerdenzerî dest bi amadekirina berevoka “Dilȇ min de” kir. Dema Komkujiya Êzidiyan zêdeyî 10 hezar ȇzidî hatin kuştin, 6,5 hezarȋ pirtir keç ȗ bȗkên ȇzȋdiyan hatine revandin û weke koleyên seksê hatin firotin, zêdetirî 500 hezar ȇzȋdî bȗne penaber, ji welatê bav û kalên xwe dȗr ketin. Wê demê Ezîzê Gerdenzerî nivîsȋ: “Şengal çiya ye û çiya tu car namire”. Lê mixabin, Şengal hîn jȋ kavil e, ȇzidîyên Şengalê jȋ heta niha di kampên penaberan de dijîn. Her xwendekarekȋ vȇ berevokȇ wȇ hest bike wȇ ȇş ȗ azarȇ, wȇ kul ȗ kedera bêhempa, ya di gȋyanȇ her koçberekȋ ȇzȋdȋ de hȇlȋna xwe daniye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev