
Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirin. Îro me bona we beşa wê a bi navê ”KRONOLOGΔyê, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.
Ev berhema me ya 266an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.
Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl
KRONOLOGÎYA -2
bûyerên dîroka kurda yên sereke ji dewrana zevtkirinên ereba da
Sal
1920, nîsan-gulan – Konfêransa dewletên hevalbend li San-Rêmoyê, biryardana qedera Kurdistanê ya piştî şêr.
1920, 10ê tebaxê – Peymana Sêvrê ya aşîtîyê ya dewletên Antantayê bi Tirkîyê ra. Naskirina heqê Kurdistanê bona bi xwe biryara qedera xwe bide, ew jî ne tam.
1920–1921 – Tevrabûna kurdên Tirkîyê di navçeyên Koçgîr-Dêrsimê da.
1921 – Kongra pêşin ya kurdên Ermenîstana Sovêtîyê.
1922, bahar, havîn – Îsmayîl axa Simko wek qiralê Kurdistanê hate îlankirin.
1922, îlon – Mehmûd Barzincî cara duwemîn hate kivşkirinê wek hukumdarê Suleymanîyê.
1923, 24ê tîrmehê – Peymana Lozanê ya aşîtîyê, ku piştî peymana Sêvrê hate meydanê, sozê ku dabûne kurda bona bi xwe biryara qedera xwe bide, ji holê da rakirinê.
1923 – Sazkirina mentîqa Kurdistanê ya miletîyê (ji sala 1929a – qeza) li Laçînê (Komara Sovyetî ya Sosîyalîstîyê ya Azirbêcanê).
1923 – Sazkirina Komîteya serxwebûna Kurdistanê (“Azadî”) bi serokatîya Xalid begê Cibranlî.
1924–1925 – Tevrabûnên Simko yên nû.
1925 – Serhildana kurdên Tirkîyê bi serokatîya Şêx Seîdê Pîranî.
1925, îlon – Koma Mileta destbi enenekirina (li ser sekinîn) pirsa Mûsilê kir.
1926 – Tevgerên Salar od-Dewle û Cefer-Sultan li Kurdistana Rohilatê.
1926, 11 adarê – Şêwra Koma Mileta “Xeta Bryûsêlê” testîq kir, ku xeta sînor ya di navbera wilayeta Îraqê – Mûsilê û Tirkîyê da dida kivşkirinê.
1926, 5ê hezîranê – Peymana Enqereyê di navbera Înglîs, Îraqê û Tirkîyê da derheqa testîqkirina sînorê Tirkîyê-Îraqê da û derheqa emelên tevayî yên dijî kurda da.
1926, 22ê çirîya pêşin – Girêdana peymana Tehranê di navbera Tirkîyê û Îranê da, li ku xalên derheqa şerê dijî tevgera kurda hebûn.
1927 – Sazkirina komîteya “Xoybûn” (“Serxwebûn”) ji alîyê serokên tevgera kurdên Tirkîyê da.
1927–1931 – Serhildana Araratê ya kurdên Tirkîyê.
1929 – Serhildana kurdên Xorasanê bi serokatîya Zulfî.
1929–1930 – Şikandina serhildana Simko li Kurdistana Îranê.
1930 – Ji holê rakirina herêma Kurdistanê li Komara Sovyetî ya Sosîyalîstîyê ya Azirbêcanê.
1930–1931 – Şikandina tevrabûnên kurdên Îraqê di mentîqa Suleymanîyê da ya bi serokatîya Mehmûd Barzincî.
1931–1932 – Serhildana Şêx Ahmed Barzanî.
1932 – Dawîhatina dema mandata Brîtanîyayê ya li ser Îraqê.
1935–1936 – Serhildana Xelîl Xoşawî.
1936 – Serhildana êzdîyên Sincarê bi serokatîya Dawûd ad-Dawûd.
1936–1938 – Serhildana li Dêrsimê (Tirkîye) bi serokatîya Seîd Riza.
1937 – Ji cî û warên xwe raqetandina pareke (perçekî) kurdên Pişkavkazê berbi Asîya Navîn û Qazaxistanê.
1937, hezîran – Tevrabûnên kurdên Sûrîyê dijî desîsîyên (destdirêjayî, zordestî) dîwana Fransîyayê ya dagîrkar.
1937, tîrmeh – Qayîlnivîsara Sahadabadê di navbera Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Afxanistanê da; li wir xalên usa hebûn, ku ji bo dijderketina tevgera kurda bûn.
1939 – Serhildana kurdên Serdeştê (Îran).
1939 – Serhildana kurdên Sûrîyê bi serokatîya Şêx Îbrahîm li Cebil-el-Ekradê (Çiyayê Kurmênc).
1939 – Sazkirina komela kurda ya “Jîyînê Kurdistan” (JK) li Mehabadê.
1941, nîsan-gulan – Tevrabûna kurda li Rizayê (Ûrmîya).
1941, tebax – Eskerên Sovyetî û yên Înglîs ketine Kurdistana Rohilatê.
1943 – Ronahîdîtina kovara “Niştîman”, organa JK.
1943–1945 – Serhildana li Kurdistana Başûr bi serokatîya Mustefa Barzanî.
1945 – Sazkirina Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê (DPKÎ) li Mehabadê.
1946, 24ê çileya paşin – Îlankirina otonomîya kurda li Mehabadê.
1946, 16 tebaxê – Sazkirina Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê (DPK) li Îraqê.
1946 – Li Bexdayê tevgelên serhildana barzana, zabitên kurd Mustefa Xoşnaw, Izzet Ebdil Ezîz, Xêlrûlla Ebdul Kerîm û Mehmûd Qudsî hatine dardakirinê.
1946, çileya pêşin – Ji holê rakirina otonomîya Mehabadê û hincirandina tevgera kurdên Îranê ya miletîyê-dêmokratîyê.
1947, adar – Dardakirina (îdamkirina) Qadî Muhemmed û serokên otonomîya Mehabadê yên mayîn.
1955, 24ê sibatê – Îmzekirina qayîlnivîsara Bexdadê. Kurdistan dibe darinda (plasdarm) “şerê sar”.
1957, tîrmeh – Li Sûrîyê Partîya Kurdistanê ya Dêmokratîyê hate sazkirinê.
1958, 14ê tîrmehê – Welgerandina (derbe) rêjîma qiralîyê li Îraqê, ku mêlkêşîya Roavayê dikir, û di welêt da sazkirina komara bi serokatîya gênêral Qasim.
1961, 11ê îlonê – Destpêka serhildana kurda li Îraqê ya bi serokatîya Mustefa Barzanî.
1962, çirîya paşin – 120 hezar kurdên Sûrîyê ji hemwelatîyê derxistin û mafên wan yên hiqûqî ji dest wan hatin girtin.
1963, 8ê sibatê – Welgerandina hukumê Beesîya li Îraqê, destpêka hevraxeberdanên derheqa lihevhatina bi kurda ra.
1963, 18ê adarê – Kongrêya hemkurdîyê li Koy-Sencakê.
1963, 10ê hezîranê – Li Kurdistana Îraqê careke mayîn destbi şêr bû.
1963, 18ê çirîya paşin – Welgerandina rêjîma Beesîya li Îraqê bi destî kome eskeran bi serokatîya Ebdil Selyam Arif.
1964, 10ê sibatê – Girêdana peymana lihevhatinê bi şoreşgerên kurd ra li Îraqê.
1965 – Sazkirina Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Tirkîyê.
1966, destpêka meha gulanê – Têkçûna eskerên hukumeta Îraqê di navçeyên çiyayên Zozek-Hindreynê, destpêka hevraxeberdanên aşîtîyê yên nû bi kurda ra.
1966, 29ê hezîranê – Îmzekirina peymana hukumeta Bezaz bi Barzanî ra derheqa bi aşîtî safîkirina pirsa kurda li Îraqê.
1967–1968 – Serhildana kurda li Kurdistana Îranê bi serokatîya PDKÎ.
1968, 17ê hezîranê – Beesî careke mayîn li Îraqê hatin ser hukum.
1970, 11ê adarê – Îlankirina Dêklarasyona derheqa bi aşîtî û dêmokratî çareserkirina pirsa kurda li Îraqê.
1973 – Sazkirina “Pêşenîya miletîyê-welatparêzîyê ya pêşverû” li Îraqê.
1974 – Sazkirina Partîya Sosîyalîstîyê ya Kurdistana Tirkîyê (“Riya Azadî”).
1974, 11ê adarê – Ji alîyê hukumeta Îraqê da bi yekalî qebûlkirina qanûna hejmara 33a derheqa otonomiya Kurdistana Îraqê da; herêmê da careke mayîn destbi şêr bû.
1975, 6ê adarê – Îmzekirina peymana Îranê-Îraqê ya dijî kurda li Cizayîrê. Têkçûna tevgera kurda li Îraqê.
1976 – Sazkirina Yekîtîya Niştimanperwerên Kurdistanê bi serokatîya Celal Telebanî.
1976 – Li Kurdistana Îraqê careke mayîn destbi şerê şoreşgeriyê bû bi serokatîya PDK û YNKê.
1978 – Avabûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).
1979 – Proyekta otonomîya kurda li Îranê, ku PDKÎ raber kiribû.
1979–1980 – Opêrasyonên cezakirinê hindava kurda da li Kurdistana Îranê.
1980–1988 – Şerê Îraqê-Îranê.
1984 – Bi serokatîya PKK li Kurdistana Tirkîyê destbi şêr bû.
1986, adar – Sê partîyayên kurda yên li Sûrî gihîştina hev û Yekîtîya dêmokratên kurd li Sûrî ava kirin.
1988, 16ê adarê – Hêzên Îraqê yên eskerîyê-hewayê gaza bi jehr li ser bajarê kurda – Helebçê barandin.
1989, tîrmeh – Kuştina sêkrêterê giştî yê PDKÎ Ebdulrehman Qasimlo li Vîênnayê.
1991, sibat – Tevrabûna bi giştî li Kurdistana Îraqê.
1991, adar-nîsan – Opêrasyonên cezakirinê yên eskerên Îraqê hindava kurda da (“Anfal”).
1992, 19ê gulanê – Hilbijartinên li Parlamentoya Kurdistana Başûr.
1992, îlon – Kuştina sêkrêtarê giştî yê PDKÎ Sadiq Şerefkendî û hevalbendên wî li Bêrlînê.
1994, gulan – Destpêka şêr di navbera PDK û YNK li Kurdistana Başûr.
1998, îlon – Peymana di navbera PDK û YNK bi navçîgarîya Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî derheqa bi aşîtî helkirina konflîkta di navbera kurda da li Kurdistana Başûr.
1998, çirîya pêşin – Derxistina sêkrêtarê giştî yê PKK Ebdule Ocelan ji Sûrîyê.
1999, sibat – Ji alîyê MÎTa Tirkîyê da zevtkirin Ebdule Ocelan li Nayrobîyê (Kênîya).
1999, 29ê tîrmehê – Dadgeha Tirkîyê li girava Îmralîyê gulle (îdam) ji Ocelan ra derxist.
Riataza