Pirsa we û bersiva me – 210

Pirsa we û bersiva me – 210

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 16

1-

-Hewa gelek sar e, tu çima kumê xwe bernade ser guhê xwe?

-Piştî wê bextreşî û bêşensîya herî mezin hatî serê min, ez ji wê rojê de ser guhê xwe nagirim.

-Çi bextreşî û bêşensî?

-Meta min kutilk çêkiribûn û bangî min jî kiribû. Mixabin ji ber ku min bi kumê xwe ser guhên xwe girtibûn, min nebihîstibû û ji xwarina kutilkan bêpar mabûm.

 

2-

Sibehek gava ku keşîş dixwest here kar, wî li kêleka rê berazek mirî dît.

Wî gazî polîs kir û ji wan re qala berazê mirî kir.

Piştre polîs hinekî bi dilzîzî got:

– Min digot qey tu ye yê ku miriyan diparêze?

Keşîş dûv re bersiv da:

– Erê, em mirîyan diparêzin, lê em her dem pêşî bangî xizmên mirîyan dikin…

 

3-

Piştî bûyera hatî serê wî a herî xirab di jiyana wî de bû, zilamek ji jina xwe re peyam şand.

Delala min, trembêlek li derveyî karê min li min qelibî. Sarayê ez ajotim nexweşxanê. Li nexweşxaneyê testên min girtin û rontgena min kişandin. Darbeya ku li serê min ket pir dijwar bû. Ew dikare cidî be. Di lingê minê çepê de sê hestî, du parsûyên sebeta sînga min şikestine. Xeterîyek jî heye û dibe ku ez neçar bimînim, lingê xweyê rastê winda bikim. Jinik her bêdeng bû.

Piştî çend saniye têlefona wî lerizî û zilam dît ku jina wî lê digere.

Jina wî:

– Sara kî ye?

 

4-

Ferhano ji Qamîşlo çûbû serdana birayê xwe yê li Stenbolê. Dema vegera malê, jina wî jê pirsî:

– Ferhan: Stenbol çawa bû?

– De here lê, go dibe Stenbol. Dinya bi ser hev ve kirine û navê wê kirine Stenbol.

 

5-

Jinikek diçe dermanxanê û ji mêrikê dermanxanê arsenîk dixwaze. Mêrikê dermanxanê dipirse:

– Tê çi jê kê?

Jinik dibêje:

– Ezê mêrê xwe pê bikujim.

– Ez nikarim bidim te ku tu mêrê xwe pê bikuje.

Jinik tûrikê xwe vedike û telefona xwe derdixe û ji telefonê wêneyekî nîşanî mêrikê dermanxanê dide. (Di wêne de jina mêrikê dermanxanê û mêrê jinikê bi hev re ne)

Mêrikê dermanxanê; Haa, Xwedê ji te razî çima tu nabêje reçeta min a textor heye. Ha kerem bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev