Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de -1

Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de -1

Nivîskarê meyî herdemî wek her deman gotarên zanyarî yên kûrfikir ji me ra dişîne.

Vê carê nivîsa wî ha tê binavkirin:

Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de.

Em wê dikin 4 paran û 4 rojan dû hev çap dikin. Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Şemoyê Memê 

Destpêk

Mirov xwedî laşekî ye û ew tiştekî berbiçav e û ev laş, bi daketina malzarokê heta mirinê bona pêwistîyên xwe dilebite, hewl dide. Em bi saya daneyên zanistên xwezayî û mirovî pê dizanin ku laşê mirov tiştekî gelekî girift e. Dîsan em pê dizanin ku bi saya dil û mêjî laşê mirov hewl dide, dilebite, difikire. Lê li bal mirovên ewilîn ev pêzanîn tunebûn loma hewldan û lebitîna laş bi hebûna ruhekî ve girêdidan û bawerdikirin ku ruh û laş (can û cesed) du hêman in ku mirov û hemû heyînan pêk tînin.

Laş tiştekî şênber e, ango meriv dikare bi sehekên xwe pê bihese, bibîne, bibihîze, bêhn bike, tehm bike û lêde. Çiku laş ne tiştekî nepenî û xwedî raz e. Lê ruh ne tiştekî şênber e loma meriv nikare li gor rêbazekê binimîne. Ew bêderî û bêsînor e, wext û wede nîne. Ji ber vê yekê ruh bi heyîna mirovan heya niha bûye pirsgirêkek, bûye mijara zanistên curbicur.

“Heya dawîya sedsala 18an pêşîyên me li ser pêzanîna ruh bi gelek pirsan re rûbirû mane û mijûl bûne û xwe gelekî betilandine. Xwestine bizanin gelo ruhê kesî madeyek e, ji madeyekî peydabûye yan na? Gelo ev ruh parçeyekî merive yan na? Gelo ew serbixwe yekparçeye yan gelek parçeyên cuda cuda pêk tê? Gelo ew biserê xwe aza ye, sedema hewldan û lebitînê ew bixwe ye yan na? Gelo çarenûsa wî di destê wî de ye yan hatîye nivîsîn?”(Mauss, 2013, r. 499).

Ruh, ji destpêka hebûna mirov heta îro bala her kesî kişandîye û her dem bûye mijareke taybet û xwedî raz. Ruh bûye mijara gelek şaxên zanistan û her zanist di nav sînorên xwe de li ser vê mijarê xebitîye. Bo nimûne psîkolojî, antropolojî û teolojîyê hewl dane ku pirsgireka ruh çareserbikin û bidin zanîn ka ruh çi ye. Herwiha felsefe û wêjeyê jî ev mijar kirîye nav sînorên xwe û li gorî erk û rêbaza xwe honandîye. Bêşik em dikarin bibêjin ku ev mijar herî zêde bûye mijara antropolojîye û bawerîyên gel. Wexta ku em behsa bawerîyên gel dikin jî, ew xwe nemaze di zargotinê de dide der. Di vê xebata xwe de em ê hewl bidin, behs bikin ka gelo têgeha ruh û berginda wê di nav zêhna gel de çawa teşe girtîye û di zargotinê de çawa hatîye hûnandin.

Li vir pirs ew e, gelo ruh çi ye? Fikra ruh çawa derketîye meydanê û çawa şikl guherîye? Bi mirinê re çi tê serê ruh? Meriv bi xetereyan çawa karîye ruhê xwe biparêze, ango ruhê derî qalib tiştekî çawaye û gelo ev motif di zargotinê de çawa hatîye bikaranîn? Mijara vê gotarê bersiva van pirsan e.Bona eşkerekirina mijarê divê mirov cara pêşîn berê xwe bide destpêka mirovên ewilîn yên ser rûyê erdê ku wek zarokên nûbûyî hewl dane dinyayê, wateya jîyanê û sedema hebûna xwe binasin û şîrove bikin. Helbet pirsgirêka ruh merivên ewilîn gelekî mijûl kirîye.

Di zêhna merivên ewilîn de têgeha ruh her bûye mijûlîya sereke. Li bal wan hemû dinya bi gelek ruhan dagirtî ye. Çawa ruhê mirov, heywan û dar û beran heye, helbet heyînên bêcan jî xwedî ruh in. Bi xêra ruh laşdilebite û zindî dimîne. Dema ku ruh laş diterikîne, laş bêtaqet dikeve û bi tunebûna ruh mirin pêk tê. Ango ruh taqeta zindîbûnê ye. Ruh jîyan bixwe ye. Li gor merivên ewilîn, wexta ku dar û ber tên birîn, ji ber mirina wan ruhên wan bi hawar û qîrîn qalikê xwe diterikînîn û ruhên zîyandîtî gelek caran jî xezebên giran li ser wan darvanan dibarînin.

1.     Ruh û Merivên Ewilîn

Em dikarin zêhn û aqlê merivên ewil bihesibînin wek zêhn û aqilê zarokên pêşdibistanê.[1] Bi gelek layenan dişibin hev. Wek şîrovekirina dinya, mirov û hebûnê. Zarokên biçûk jî wek merivên ewilîn heyînên bêcan qebûl nakin, li gorî wan can an jî ruhê wan jî heye loma pêlîstokên xwe wek xwe zindî dihesibînin. Bi wan re diaxivin, herwisa pêlîstokên wan ditirsin, birçî dibin, dixeyîdin. Ango ruhê (can) wan jî heye. Wexta ku zarokek lingê xwe li kevirekî yan jî tiştekî dixe, wisa dizane ku wî tiştê bêcan biqest lê daye loma vedigere û gefan lê dixwe, carcaran ew jî li wan tiştan dide û xwedêgiravî canê wan tiştan diêşîne. Ji ber vê yekê em dikarin merivên ewilîn ku destpêka mirovatîyê ne, wek zarokênpêşdibistanê bipejirînin.

Li gorî gelek antropologan, li bal merivên ewilîn, dîtina xewnan û tirsa ji ber mirinê fikra ruh derxistîye holê. Li gorî nêrîna wan, li bal merivên ewilîn xewn ew tişte ku bi şev ruh laş diterikine, derdikeve seyr û gera dinyayê û rastî gelek kesan tê, rastî gelek bûyeran tê ku li wir sînorê dem û mekanê tune ye. Di xewnê de ruh bi hêsanî dikare kesên mirî, kesên pir dûr û nenas û tiştên derasayî jî bibîne. Wexta ku ew ger û seyr diqede, ruh careke din vedigere laş û mirov ji xewê hişyar dibe.

Dîtina xewnan herî zêde tesîra têgeha ruhê gerok derxistîye holê. Derketina ruh ji laş, bi xwe re gelek xetereyan tîne holê.Ger di maweya xewê de ruhê derî qalib, ji ber gelek sedeman rê lê bê girtin û venegere, xwedîyêruh dê bimire. Merivên ewilîn ji ber van xetereyan xwestine li ruhên xwe miqate bin û biparêzin.Bo nimûne di nav gelek êlan de tirsa herî mezin, wexta ku kesek dimire, şeva ewil rasthatina li ruhê kesê mirî bû. Tê bawerkirin ku ruh, piştî mirinê heta sê yan heft rojanmalê naterikîne. Loma çend şevanli mala mirî jê derketî kesek lê ranediket da ku di xewê de rastî ruhêmirî neyên û bila ruhê wan jî bi xwe re nebe. Herwiha wexta mirî dibirin goristanê, îzna zarokan tune bû li ser rê bisekinin, di hundirê malê de diman. Çiku ruhê wan bi hêsani dikarî biketa laşê kesê mirî û ew ê bibûya sedema mirina van zarokan.

Bi qewlê Frazer, li bal merivên ewilîn, ger merivekyan jî heywanek ku dijî û dilebite, ew bi xêra meriv yan jî heywanê di hundirê wî de bicihbûyî ye ku wî dilebitîne. Mirovê di hundirê mirov de û heywanê di hundirê heywan de, ew yek ruh e. Kirin û tevgerên mirov û heywanan çawa hebûna ruh tên şîrovekirin, xew û mirin jî, bê lebat û bêtevger, bi tunebûnaruh tên şîrovekirin. Xew û jixweçûn/xeriqîntunebûna ruh ya bi we’deyî, mirin tunebûna ruh ya yeqîn e. Ji ber vê rastîya mirinê, ango nebûna yeqîn ya ruh, divê mirov rê li ber terkkirina wî jilaş bibire yan jî mirov bikare ruhê ji laş derketî li cihekî ewle dûrî neyar û dijminan star bike. Seba vê yekê, merivên ewilîn, gelek rêûresm bona ruh hebandin û hewandinêpêk anîne. Gelek qayîde û qedexe hatine pejirandin bona veger û silametîya ruh ku zindîbûn girêdayî hebûn, silametî û vegera wî ya laşê xwe ye(Frazer, 1991, r. 121). Di vê hêlî de di nav kurdan de jî gelek rêûresm tên bikaranîn, nemaza di nav kurdên êzidî de.

Li gorî merivên ewilîn, di nava laşê wî de du kes hene. Ew laşê mezin kuli berçavan e û em dibînin, yek kes e, di hundirê wî de laşekî biçûkdîsan heye. Ew laşê ku li ber çav e, rojekê dimire û wî dikine gorê, lêlaşê biçûk wexta ku laşê mezin dimire, difire ezmên. Xelkê Huron bawer dikirin ku ruhê wan wekî laşê mirov bi xwexwedî du dest, du pê, du serî û laşekîye. Xelkên Eskîmo jî bawerdikirin ku ruh dikeve qalikê laş û li gorî forma wî tiştî teşeyê digire. Ew tiştekî pir sivik e, wek hilmê li hewa dimîne. Çawa laşên qelew û jar hene, helbet ruhên qelew û jar jî hene. Herwekî ruhên sivik yan giran, ruhên kin yan dirêj jî hene.

Di Endonezyayê de li gorî xelkê girava Nîasê berî ji dayikbûna pitikan, ji wan tê pirsîn gelo ruhekî çawa dixwazin. Li gorîxwesteka dilê wan, di qam û giranîyê de ruhek tê bexşandin. Tê bawerkirin ku girantirîn ruhê kuheya niha hatîyedayîn deh gram bûye. Temenê mirovan li gor dirêjîya ruhê wan e. Zarokên ku zû dimirin kifşe ruhê wan jî kin bûye loma emrê wan kin bûye.

Ruh gelek caran wek teyrekî hatîye pejirandin û her dem amadeye ku bifire û laş biterikîne. Ango xwedî per û bask e. Teyr çawa dixwaze her dem li ezmanan aza bifire, ruh jî li benda wê rojê ye ku ji qalikê xwe yê teng derkeve û bê der û sînor be. Herwisa mirin jî wek teyrekî hatîye sembolîzekirin, tê payîn kupiştî mirinê ruh hilfire ezmên, helbet bi şiklê teyrekî.

Tê bawerkirin ku qulên li ser laşê mirov in, ruh di wan re derdikeve, nemaze di difnên poz û dev re laş diterikîne. Di îdyomeke kurdî de tê gotin “Filankes heta hat, ruhê wî hat serê bêvila wî, asê bû.” Balkêş e di îdyomên tirkî de jî tê gotin “Canım burnumda”[2], “Yüreğim ağzıma geldi.”[3]Di gelek zimanên din de ev cure îdyom hene. Em dikarin bibêjin ku bêhn(nefes) û hilm wek ruh hatine qebûlkirin. Lewma wexta ku nexweşek di ber sekaretê de be, guh didin ser da ku ruhê wî (hilm, bêhn)di dev û pozê wî re dernekeve û nereve; çiku çûyîna ruh mirinê pêk tîne. Loma hekîm yan jî pîrê êlê dihat bawerkirin ku ruhê revok digirt û careke din di poz yan jî dev re dikire laşê kesê nexweş. Balkêş e piştî şûştina laşê kesê mirî, qulên ser laşê wî bi pembû tên tijîkirin. Dibe ku êdî peywendîya laş û ruh bi hev nemaye, ruh êdî li cihekî din e û laş bi tena serê xwe ye û bûye cesed.

(dûmayîk heye)

Riataza

 

[2] Ango “Ez pir aciz bûm, dikim biteqim.” (Edîtor).

[3] Ango “Dilê min teqîya, ziravê min qetîya.” (Edîtor).

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev