NEWROZ bi xwendina helbestan û bi govendan hate pîrozkirin

NEWROZ bi xwendina helbestan û bi govendan hate pîrozkirin

Memo Dîcle

 

STOKHOLM – 20ê adarê, roja yekşemê zarokan li Kitêbxana Kurdî ya Stokholmê NEWROZ bi xwendina helbestan û bi govendan pîroz kirin. Hunermendê Kurd-Swêdî ê film û şanoyê ê naskirî Özz Nujen beşdarî şahiya Newrozê bû û rengekî xweş da şahiya zarokan.

 

Mamosteyê zimanê kurdî Haluk Agrîn dibêje ’’Me du mamosteyan bi hevkariya Kitêbxana Kurdî ya li Stokholmê, îsal ji bo pîrozkirina Newrozê şahiyek bi xwendina helbestan amadekir. Ev çalakiyeke cuda û xweş bû. Dê û bav û zarok jî bi vê çalakiyê gelek kêfxweş bûn.

Di rojên pêşda em ê vîdeoya xwendina helbestan li ser Youtubeê biweşînin. Ez hêvîdar im ev cure pîrozkirin hersal bê kirin û bibe kevneşopî. Û bibe nimûne ji bo hemû kurdên Dîasporayê, ji ber ku zimanê me, hunera me jî wek Newrozê beşên girîng ên çanda me ne. Ew hevdu rind temam dikin’’

 

Çend helbest ji nav helbestên ku zarokan îro di Newrozê de xwendin:

 

KURDISTAN

 

Hezar, hezar sal û zeman

Hat dabirîn, çîyayên me man

Hezar, hezar av û tofan

Kişyan û çûn, kanîyên me man.

 

Hezar, hezar qebîl û ber

Ser axa me saz kirin şer

Weke berfa sîngê Sîpan

Helyan, dîsa çîyayên me man.

 

Hezar, hezar car par kirin,

Hezar, hezar nav lêkirin,

Tofanê şûşt dîsa birin,

Dîsa navên qedîm ser man.

 

Hezar, hezar sedsal herin,

Merd û nemerd ser bigerin,

Te bernadin em ji destan,

Welatê me xweş Kurdistan

 

(Rizalîyê Reşîd)

 

ROJBAŞ

Rojbaş dinya!

Rojbaş ewrên reş û sipî

Dar û ber, gîya, mêş û mûrî

Rojbaş roja zer û sîs

Gulên rengîn

Çûkên dengîn

Rojbaş zinarê mezin

Toza ber lingê min

Gelîyê kûr

Çîyayê dûr

Ava çirik

Gula dirik

Ba û baran

Rojbaş jîyan! 

(Kemal Burkay)

 

 

DAYIKA MIN

Dayika min gelek şêrîn e,

Şêrîn e, şêrîn e, weke şekir,

Wek ezmanê şîn e, xweşik e

Kengê ez xemgîn dibim, hembêza xwe vedike

Ooo! çi nerm e, çi germ e hembêza dayika min!

Ez zanim ew ji min pir hez dike

Serê min dişo, porê min şedike

Her car dibêje min: rinda min, delala min!

Hingê ez jî dibêjim, yadê tu rind î, tu delal î,

Tu şêrîn î, tu heval î,

Tu zelal î, tu helal î!

Ez ji te pir hez dikim yadê!

 

RENGÊN PAYÎZÊ

Dilopên baranê ketin xwarê

gul çilmisîn, reng li wan nema

vêsîn yek bi yek, roj bi roje

lê tu hîç xeman neke

û dil nesoje!

Binêre!

gulan rengên xwe dane pelên darê

pel zer bûne

û hin ji wan sor û mor

dikevin ber bayê payîzê

dibezin, direqisin li hawirdor

Dilxweş be, bi kakilê gûzê

bi rengê gizêrê, fêkîyên payîzê

Rûgeş be bi krîstalên sor, libên hinarê

û bi bîhna hemî zadên kevarê

Siruştê rengê xwe nû kir

Dem hat demsalê xwe gêr kir

Roja germ xwe ji me dûr kir

Cotkaro zû cot bike

Sivorîk tu amade yî?

zadê xwe kom bike!

Çûkên koçer firîn û çûn germistanê

Qijika belek hêlîna xwe rind çêbike

bisekine li benda zivistanê!

 

BARAN

Baran barî, baran barî,

Ji ezmanan baran barî

Ew hatiye ji ewrên reşe

Baran dike xuşe-xuşe

Li ber malan av dikişe

Vê baranê em şil kirin

Hemû çûkên li ser daran

Erdê hişk û mişk û maran

Bêhna erdê gelek xweş kir

Vê baranê geş kir jîyan

Ew pîroz be li gul û gîyan

 

(Haluk Agrîn) 

 

ALA MIN

 

Ala min sore

Wek xwîna dilê mine.

 

Ala min sipîye,

Ew kevoka aştî ye.

 

Ala min zere,

Ew roja Kurdistane.

 

Ala min keske,

Wek mêrg û çîmene.

 

Ala min tim bilinde,

Wek Çiyayê Ararate.

 

Ala min pir kevne,

Ew bersinga Kawa ye.

 

Halit Balîn (Dilo)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev