Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de -2

Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de -2

Nivîskarê meyî herdemî wek her deman gotarên zanyarî yên kûrfikir ji me ra dişîne.

Vê carê nivîsa wî ha tê binavkirin:

Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de.

Me ew kir 4 paran û 4 rojan dû hev çap dikin. Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin.

Şemoyê Memê

Ruh û parçeyên laş

Hemû parçeyên laşê mirov wek neynûk, por, diran, sî, kinc heta bigire şikl û navên wan her dem bi formekê girêdayî laş û ruhê wî ne û divê ev tişt tu caran nekevin destên neyaran yan ji sêhrbazan, lewma nabe ku por yan jî neynûkên jêkirî bên avêtin. Ev tişt divên bên veşartin. Herçiqas ew tişt ji laş hatibin cudakirin û çiqas wext di ser re derbas bibe jî, ruhê wî kesî her demli ser hemû parçeyên wî kesî heta heta dimîne. Bi saya sêhrkirina van parçeyan, xwedîyê parçeyan tavilêdikeve bin bandorê; çi li ser parçeyan bê ceribandin ev li ser wî kesî jî tê ceribandin. Çiku ew yek parçe ne.

Tê bawerkirin ku “Yek heger neynûkên xwe bibire û biavêje erdê û kesek pê li wan bike, dibêjin wê di navbera merivan de dijminahîyek çêbibe.”(Gazî & Bengîn, 2012, r. 16). Çiku di hundirê wan neynûkan de ruhê wî kesî veşartîye. Nabe ku kes neynûkên xwe biavêjin nav êgir, ev tiştekî pir xeternake, wek ruhê wî kesî di êgir de bişewite, wisa ye. Dîsan di nav xelkê de tê dîtin ku wexta ku diranê zarokan dikevin, wan naavêjin derdorê, vedişêrin. Por jî wisa ye, tê bawerkirin ku eger meriv porê xwe kurbike û biavêje erdê û kes pêli porê wî bikin yan jî teyrek wî porî bibe û pê hêlîna xwe ava bike, serê xwedîyê por dê biêşe û xwedîyê por dê bibe keçel. Divê ev porên kurkirî li dereke wekî qulên dîwaran bên veşartin yan jî bixin bin axê.

Porkurkirin di nav kurdên êzidî de wek kiryareke nerewa dihate pejirandin. Herî zêde porqusandin bona jinan eybeke gelek giran bû. Gotina “porkurê” jixwe rûreşbûna jinekyan keçikekê nîşan dida. Eger por bihata qusandin jî, divîyali cihekî dîyar bihata veşartin sa ku roja qîyametê ruhê kesê mirî hemû parçeyên por, neynûkên xwe berhev bikirana û li bal Xwedayê xwe rûreş nebûya. Di vê hêlê de Emînê Evdal jî destnîşan dike,“Jinên pîr porên xwe kur dikirin û neynûkên xwe jê dikirin, di nav axê de çal dikirin yan jî diavêtine nava mezelan yan jî dikirine nava kaxizan û di kol û çalên dîwaran de vedişartin, bona piştîmirinê ruh di rojên oxirmên giran de rastî dijwarîyan neyên.” (Evdal, 2021). Por û neynûk, ne tiştên asayî ne loma Avesta jî ferman dike ku por yan jî neynûk wexta ku tên qusandin, divê li gorî çend rê û rêbazan bên çalkirin û dora çalan jî bi kêreke hesinî sê, şeş yan jî neh caran bê xetkirin (Avesta: Zerdüşt’ün Kutsal Metinleri [Avesta: Deqên Pîroz ên Zerdeştî], 2012, r. 130). Herwisa Xanna Omerxalî jî dibêje ku keç û jinên ciwan ên êzidî yên li Ermenîstanê, di hingama çalkirinan de wek parçeyeke ruhê xwe, biska dirêj û porê xwe dibirîn û bi qaîdeya îfadeyeke şîngirtinê datanîne nav tabûtê.

Li gorî ragihandina Lévy Bruhl, bikaranîna por û neynûkê bona hewandina ruh li bal êleke şagayîyan wisa ye:

“Dayik bona zarokên xwe yên beredayî ku li malê nahewinrêyekê didin pêş xwe. Wexta ku zarok di xewê de ye, dayik neynûk û porê wî diqusîne, roja dîtir bangî pîra êlê dike û pîrê li ser bermayîyan dixwîne, tif dike û wan bermayîyan bi hev ve girêdide. Paşê wan di qelîştekeke malê de vedişêre. Bi vê yekê zarok êdî dev ji derve berdide, bi malê ve tê girêdan.”(Bruhl, 2006, r.128)

Herwisa sîya meriv jî parçeyekî wî ye û ji her sembolî zêdetir bi ruh re têkildar e. Çiku wekruh bê cism e. Sîya kesekî ji alîyê kesekî din ve kubê binpêkirin, bê lêdan yanjî bê birindarkirin, hemû bandorên li ser sîyê hatine ceribandin, helbet xwedîyê sî jî dixe bin heman xetereyê. Kesên sêhrbaz ji ber vê xetereya sîyê, sîya xwe vedişartin, ango dihat bawerkirin ku sîya sêhrbazan tune ye. Herwisa sî hêzeke mezin e û kesên di bin xwe dedisitirîne. Tê bawerkirin ku hêza mirovan di nav sîya wan de ye yan jî tepisîna wî ya di av û neynikêde ye.

Mirovên ewilîn ditirsîyan wexta ku gerok yan jî antropologekî şiklê wan bikişanda yan jî neynikek nîşanî wan bida. Çiku tepisîna sûretê xwe wek ruhê xwe dizanîn û bawer dikirin ku ruhê wan di nav şikl yan jî neynikê dehatîye desteserkirin.Herî zêde bona zarokên biçûkxem dihat xwarin kuli neynikê nenêrin. Ev edet heta wextekê di nava kurdan de jîhebû. Li bal xelkên rûs, raskolnîkan neynik wek îcadeke bêyom ya şeytên tê zanîn. Wek kevneşopî wexta ku di malekê de mirîyek derketa, neynikên malê we’deyeke dirêj berevajî dizivirandin yan jî caw lê dipêçan. Çiku dibe ku ruhê yê mirî di hundirê neynikê de be û diqewime ku ruhê şênîyên malê jî bi rêya nêrîna li neynikê dest bixe û bi xwe re bibe dinyaya tarî. Li ser van zanyarîyan niha em dikarin sedema vê kirinê fehm bikin.

Li Hindistan û Yewnanistana qedîm bi destê kesên temen mezin, zarok dihatin şîretkirin ku li teyîsîna xwe ya li ser avê mêze nekin. Ruhên di nav avê de dibe ku ruhê wan bikişînin bin avêû bi windabûna ruh tirsa mirinê peyda dibû. Jixwe di mîtolojîya yewnanan de çîroka Narkîssosbona vê yekê nimûneyeke balkêş e. Tê gotin, Narkîssos rojekê bêhemdê xwe di nav avê de teyîsîna xwe dibîne û bi xwe re nagihînebala xwe bide cihekî din û bi wî şiklî dimîne û dimire. Dibeku ruhê wî dinav avê de mabe û ji ber nebûna ruhê xwe miribe.

Nav parçeyeke ji ruhê mirov û tiştekî taybet e. Eger tiştekî xirab bêser navê kesekî, ew tişt tê ser wî kesî jî. “Ji bona ku yekî li ber çavê kesekî din reş bikin, navê wî kesî li ser nalê kerê dinivîsin û diavêjin nav bîrê yan diavêjin nav êgir. Tê gotin ku bi vî awayî ew kes li ber çavê yê din reş dibe.” (Gazî & Bengîn, 2012, r. 26). Wek kevneşopîdi nav malê de eger mirîyek derketa, çi mezin çi biçûk, navên wan li zarokên nûbûyî dikirin. Dihat bawerkirin ku bi saya vê yekê ruhê kesê mirî derbasi zaroka nûbûyî dibe û ew dîsan dijî.

Herwisa kinc jî parçeyên xwedîyê xwe ne, li ser wan kincan xwêdana meriv heye û ew xwêdan parçeyek ji can û ruhê wî ye, loma tiştek eger bê serê kincan, ew tişt li xwedîya kincan jî tesîr dike. Ji bo sêhrkirin yan jî sêhrbetalkirinê gelek caran parçeyên kincan tên bikaranîn. “Gava ku mêrikê jinikekê dilê xwe bide jinikeke din û jinika mêrik pê bihese û biçe kincên wê jinika ku mêrikê wê dilê xwe dayê bîne û bişewitîne û têxe nav avê û wê avê bide mêrikê xwe, dibêjin ew jinik li ber çavê mêrik reş dibe.”( Gazî & Bengîn, 2012, r. 39). Ev tesîr bi şewitandina por jî dibe.

Di nav kevneşopîyên kurdan de wek edetek bû jin çi qîz çi bûkyan jî pîrek bi devgirtî digerîyan. Devê xwe bi şara xwe gîrêdidan.Herwisa îzna wan tunebû li bal mêran xwarinê bixwin. Her wisa devgirêdan li bal gelek xelkan bi mêran re jî ferz bû. Di qesrên şahên persîyan de du odeyên xwarinê dihatin amadekirin yek bona şah yek jî bona mêvanên wî. Di nav odeyan de perdeyek hebû û şah dikarî mêvanan bibîne lê mêvanan nedikarî wexta xwarînê wî bibînin. Di dewrên qedîm de xwarin û vexwarin wek kirineke taybet dihat zanîn û herî zêde qral, serek û kesên payebilind bi tena serê xwe xwarina xwe dixwarin. Bawer dikirin ku ruh ji dev û pozê meriv derdikeve, eger neyarek nêzî devê wan kesan bibûya, dikarî ruhên ji devên wan derketî bidizîyanayan jî zîyanek bidana wan, ji ber vê yekê îzna kesekî tunebû li ser sifra wan rûniştaya. Laçek, şar yan jî pêçe hem derketina ruh asteng dikir, hem jî rê nedida ku ruhên xirab derbasî devê kesekî bibin. Çiku ruhên xirab bi dev yan pozên merivan dikarin bikevin qalibê wan û zîyanê bidin wan. Herwisa ev tedbîr bona bermayîyên xwarinê jî dihat bikaranîn.Çiku bermayî jî parçeyeke wî kesî dihat hesibandin ku eger kesekî din wan bixwe yan jî bi dest bixe, dibe ku li ser ruh û canê xwedî bermayîyan zîyanekê bike.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev