Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de -3

Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de -3

Nivîskarê meyî herdemî wek her deman gotarên zanyarî yên kûrfikir ji me ra dişîne.

Vê carê nivîsa wî ha tê binavkirin:

Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî de.

Me ew kir 4 paran û 4 rojan dû hev çap dikin. Fermo, îro beşa wê a sisîyan bixwînin.

Şemoyê Memê

Ruhên xirab û ruhên baş

Li bal merivên ewilîn, sedema bûyîna her tiştî heye û ew sedem jî ruh in. Çiku dinya bi ruhên cuda cuda dagirtî ye. Çawa merivek bi ruhekî dagirtîye, tiştên li derdora wî jî wisa ne. Merivên ku xwedî bextên çê bi saya ruhên çê û merivên xwedî bextên xirab bi saya ruhên xirabkar dikevin wê rewşê. Merivên xirab teqez ruhekî xirabkar (zîyankar) ketîye hundirê wî û tiştên xirab pê dide kirin. Di zêhna gel de ev ruhên zîyankar bi gelek navan eyanin, wek şeytan, cin, pêrî, kabûs, elk, bizina kalkalko, keftarkuskî ûhwd. Nexweşî jî wek karên ruhên xirabkar hatine zanîn. Ji ber vê yekê hêz û qudreta ruh, mirovên reben gelek caran dibin bendeyên wan. Eger nexweşî û başî, qencî û xirabî, hema bêje hertişt di bin destê wan de ne, divê meriv dilê wan xweş bike û çi ji dest tê bike ku wan ruhên qehirî aş bike (Durkheim, 2004, r. 74). Ew tedbîr xwe wekî qurban, dua ango çi hewce be, kirina wan rêûresman derketîye holê. Mirovên kevn gelek dîyarî pêşkêşî ruhan dikirin ku bela xwe di wan negerin û karên wan hêsantir bikin; zîyanê nedine wan û qewm û pismaman. Ew kirinên wan heta îro jî hatine û li bal dînên ezmanî jî berdewam in.

Bi van çendan ruh êdî bûye tiştekî din. Ji berpirsîyarîya lebitîn û hewldana laşê mirov û sebebîya jîyana wî derketîye û ji ber hêz û qudreta teze bûye cinekîxirab yan baş, nepenîyek, heta vegerîyaye xwedanekî. Tê zanîn ku heyîna ruh û berzebûna wî bi fikra mirinê re derketîye meydanê. Bi rêya mirinê, ruh derbasî asteke bilind bûye. Bi vê yekê perestina herî ewil, seba ruhên mirîyan ango pêşîyan bûye. Şîna bona mirî wek rîtuela ewil, xwarinên curbecur wekî gorîji bo pêwîstîyên ruhên pêşîyan li ser gorên wan hatine pêşkêşkirin ku em dikarin goristanê jî wek perestgeha ewil bihesibînin. Balkêş e gelê êzidî di cejn û erefetan de nanê mirîyan didin. Kurdên hêla Xoçvanê hê jî di cejnan de li ser gorên mirîyên xwe çerezan belav dikin. Çerezê ku herî zêde tê belavkirin jî şekir û kanfet e. Dibe ku bi vê yekê dixwazin dilê mirîyên xwe xweş bikin. Ev edet ji binyata xwe rastîya perestina ruhên pêşîyan digire. Ew rêûresmbona qencbûna ruhan tên kirin.

Tê bawerkirin ku guhê ruhên pêşîyan her dem li ser yên mayî ne, nemaze ruhên dê û bavan li ser zarokên wan yên sêwî ne. Helbet ew ruhên qenc in. Divê ew ruh jî her dem bên bibîranîn. Çiku hewcedarîya wan bi vê yekê heye. Sereke wexta ku mirin pêk tê; heft, bîst, çil û pêncî û du rojên piştî mirinê bona ruhê mirî xwarin tê dayîn. Bi xêra van xwarin, dua û nîyazan, alîkarîya wan dixwazin ku li wan miqate bin û qeza û belayan dûr bixin. Eger evneyên kirin, ruhê mirî eciz dibe û dest û pêyên xwe ji ser wan kesan dikişîne. Xêr û bereketa wan dibire. Ango erk û hêza ruhên pêşîyan gelekî zêdeye. Ev erk û hêz bi derbasbûna çend merhele û dewr û qirnan ji destê ruhê pêşîyan derket û kete destê xwedanan û paşê jî kete destê Xwedê.

Wekî merivên ewilîn, merivên li cemseran dijîn ango eskîmo an jî sibirî jî nexweşî û mirinê ne wek dîyardeyeke asayî, wek kirinên ruhên xirab dizanin. Di vê hêlê de şaman jî wekî ruhajo dikarin ruhên qalib-terkkirîvegerînin laş û bona vê yekê jî gerîna li ruh û jitaqetxistina ruhên xirab karê wan e. Şaman dermançêker û hekîm in. Ziman û xeysetê ruh û cihê ku ruh tê de dihewe, tenê ew dizanin. Ewwekpîrê êlê nexweşîyan derman dike, ruhên kesên mirî digihîne dinyaya bin erdê û carcaran jî ruhên hatine dizîn û ketîne bin erdê, vedigerîne laşên wan û bi vê yekê laşê ku bêlebat li ser erdê ye bi xêra vegerandina ruh û berdana laş dilebite û radibe ser xwe.

Li gorî kurdên êzidî di dinyayê de ruhên qenc û xirab hene, ew hem li ezmana, hem li erdê û hem jî di bin erdê de ne. Êzidî li ser wê bawerîyê ne ku ruhên neqenc xirabîyê ji merivan re tînin, zerarê didine endamên malbatan, lê ruhên qenc merivan ji ruhên neqenc diparêzin. Ji ber wê jî divêxwe li ruhên qenc bigirin, xwarina para wan bidine merivên destteng û belengaz; eger wisa nekin, ruhên qenc wê hêrsa xwe rakin, wê êdî li hemberî ruhên neqenc şer nekin yan jî wê xwe bidine alîyekî.

Bi bandora hebandina ruhên pêşîyan, navên pêşîyên mirî bona berdewamîya ruhên wan li zarokên nûbûyî dikin. Ev edet gelekî berbelav e. Eger di malekê de kesek sal biçûk miribe, navê wê didan zaroka pey. Bi vê yekê bawer dikirin ku ruhê wêdê emrê xwe bidomîne; ew ruhek e û ji qalikekî derbasî yekî din dibe. Li bal kurdên êzidî û yarsanruh tu caran namire, ji qalikekî derbasî qalikekî din dibe ku ew kirasguherîn e. Ruhên mirovan piştî mirinê dikare derbasî heywanekî bibe yan jî ruhê heywanekî pişti mirina wî derbasî mirovan dibe.

Ruhstîn

Çawa ruh hebûn û silametîya jîyanê ye, helbet jîyan bi windakirina wî diqede. Di bawerîya gel de, heta ruh li ser meriv be, mirin ne pêkan e; wexta ku ruh wî diterikîne kes dimire. Tê bawerkirin ku heyîna ku ruhê meriv distîne “Ruhstîn”e ango Ezraîl e. Zargotinnasê eyan Emînê Evdal li ser bawerîyên kurdên êzidî gelek agahîyan dide û der heqê ruh û ruhhebandinêde jî wisa dibêje, “Gorî wan ruh emir dide merivan, heywanan, teyredeyan, hêşinayê û bi serê xwe ye, tu eleqa wî bi canê merivan va tune ye, ew him di wextê xewê, him jî piştî mirinê ji canê merivan dertê. Gorî êzidîyan wextê mirinê Ezraîlê ruhstîn ruh ji can derdixe.” (Evdal, 2021).Ruh tenê bi destê Ezraîl dikare bêveger ji canê merivan derkeve.Tê bawerkirin ku Ezraîl weke ruhstîn wekî ejdehayek hatîye pejirandin ku meriv jê xofê digirin. Neynêkên tilîyên wî dirêj û tûj in, çavên wî beloqî, pişta wî zirav, bejna wî bilind e. Gava ku tê ser serê meriv, ew kes ji ber tirsê ji zar û ziman dikeve. Li bal êzidîyan ruhê merivan, ku navê wî xwedêgiravî di lîsteya Xwedê de nivîsar e, bi rêberîya Ezraîl û bi alîkarîya komekdarên wî hildifire ezmanan yan jî dikeve binê erdê. (Evdal, 2021).

Mirin pêvajoyeke dûr û dirêj ya ruh e. Nîşanên sekaretê, pêkhatina mirinê û piştî çalkirina mirîyan ruh digelek merheleyan re derbas dibe. Kurdên hêla Xoçvanê di pêvajoya mirinê de gelek bi tevdîr tevdigerîyan. Dixwestin nexweşên li ber mirinê, bi rihetî ruhê xwe teslîm bike. Kesên kal û pîr di mala nexweş de berhev dibûn ûjinênli berserê nexweş, li binpêyên nexweş rûniştî derdixistin der. Digotin, hûn ê biqîrin, bizarin ruhê wî yê bitirse û nîvcî bimîne, dê nîvruhî bibe. Dema ku nexweş nîvruhîbû, zû bi zû ruhê xwe nade. Odeya nexweş vala dikirin, paşê kirasê wî di ber dilê wî re diqelişandin da ku nexweş bi rihetî ruhê xwe bide, teslîm bibe. Paşê jî ji cawê spî bendek çêdikirin, di binê çenga mirî re mîna biçena derbasdikirin û li serserê wî qewîn girêdidan, devê mirî dihate girtin da ku ruhê wî şûnve di devê wî re nekeve laşê wî.

 

Ruhên mirîyan

We’deyê laş heye lê belê ruh bêwe’de û bêcîwar e. Loma mirina ruh tune ye û piştî mirinê ruh ji qalib derdikeve û êdî heta heta dijî. Lê dîsan dilê wî qebûl nakeji laşê xwe zêde dûr bikeve û her dem tê ser gora xwe. Tê bawerkirin ku wexta mirinê, ruhê kesên mirî hêj nizane laşê wî mirîye. Loma heft rojan cinyazê xwe naterikîne. Ruhê mirîyan li wan deran hêsa dibin, loma bi şev kesek divê di nav mezelan re derbas nebe, dibe ku ruhên mirîyan eciz bibin, hêrsa xwe bikin û zerarê bidin wan kesan yan jî di dilqê heywanan de ji mezel derkevin û zindîyan bitirsînin.Tirsa ji goistanan, ya rasttirsa ji ruhên beredayî ye. Çawa cesed li wir di bin di erdê drne, helbet ruh jî li wir cîwar dibin.

Tirsa ji goristanan tirseke qedîm e. Tirs ev bû: Ruhê kesê mîrî ruhê zindîyan bigire û bernede. Ji bo aşkirina ruhê mirîyan salê çend caran bona xêra wan nan dihat belavkirin. Emînê Evdal destnîşan dike ku êzidî li ser wê bawerîyê bûn ku ruhê kesê rehmetlêbûyî tenê di bin erdê de dikare rehetîya xwe bibîne, loma jî meytê mirî çal dikin. Herwisa li ser zêde dike û dinivîse, endamên eşîra êzidîyan ya bi navê bendûrî li serwê bawerîyê bûn ku ruhê pêşîyênwan di nav gulan de hatine veşartin. Loma jî pêlêkirina ser gulê yan jî nifirlêkirin dihate hesibandinêtiştekî guneh (Evdal, 2021).Di êzdayetîyê de bi mirinêruh ji qalib derdikeve û derbasî qalibekî din dibe, dibe ku ew qalib her cure zindî be, çi heywan, çi nebat, çi masî, kêz, morî û hwd ruhheta heta dijî, kirasê xwe diguhere. Ev bawerî li bal ermenîyan jî hebû ku ruh ji mezel dertê û dikeve dilqê bizinan yan jî kûçikan û di nav merivan de digere. Carcaran jî ruh dibe av loma kes nikare jê derbas be.

Meriv bi tewrekî dualî û berevajî qedrê mirîyan digirin, pêşwazîya xêran dikin; wek ruhên stargeha malê dizanin, berevajî vê yekê ji mirîyan ditirsin û gelek tevdîr û rêyan dibînin ku ruhên wan careke din venegerin nav wan. Kurdên êzidî pişti definkirina mirî, nanê tevirkolan didin û bona ruhê mirî xweşbextîyê dixwazin, li ser kesê mirî qewlan dixwînin, jinên hezinî ser û rûyên xwe xwîn dikin û porê xwe dirûçikînin, mêr li serê xwe dixin û piştî definkirina mirî li ser mezelê wî sê rojan agir dihat dadan. Pir eşkereye ku ev tedbîr bona aşkirina ruhê kesê mirî dihatin pêkanin. Kesên ku di wexteke nêzîk de mirine, meriv ji wan ditirsin, yên ku zûda mirine ji wan re jî hurmetê digirin û hewceyî parastina wan in. Mircea Eliade destnîşan dike ku tirsa ji mirîyan ew bû, kesê teze mirî, ji mirina xwe nerazî ye û naxwaze dev ji jîyana xwe ya dinyayê berde û her hewl dide ku careke din vegere nav malbata xwe. Bi derbasbûna demê re dilê wî dixwaze nas û xizmên xwe, heta bêje hebûna xwe wek birên heywanan jî bibe cem xwe(Eliade,1999, r. 239).

Tê bawerkirin ku kesê mirî sê, heft yan jî çil roj piştî dayîna xêra wî, êdî diçe warê xwe yê nû û ji qedera xwe razî dibe. Êdî dilê wî rihet e, Çiku xizm û nasên wî bi dayîna xêran ruhê wî bibîr tînin û şad dikin. Di cejnan de her kes diçû ser mezelê mirîyên xwe û şîranî bona zarokan belav dikirin. Bawer dikirin ku ruhê mirî bi vê yekê şad dibû. Çiku ew ruh zindî ye û her tim çavên wî li ser kirinên zindîyan in. Kurdên êzidî salê carekê di meha nîsanê de nanê mirîyan dibirine ser mezelan, di nav belengazan de belav dikirin. Bawer dikirin ku ruhên mirîyên wan li benda wan in loma hemû gundî di heman wextê deev tişt dikirbona ku çavê mirîyên wan li rê nemînin.

Emînê Evdal behs dike, li gorî êzidîyan ruhên ku li bihuştê yan jî li dojehê ne, diçine seredana hevdu, der heqê bextewarî yan jî bextreşîya xwe de xeber didin. Ew jî rojê û tarîyê dibînin, haya wan ji evînê û xirabîyê heye; zanîn, têrbûn û birçîbûn, serma û germa, qûmistan û warên şînkayî, behr û erd û tiştên din çi ne, ango ew wek merivên zindî her tiştî dizanin û texmîn dikin.

Ruhê kesê mirî yê herî zêde nerihet e, ruhê kesê kuştî ye. Tê bawerkirin ku xwîna hatîye rijandin, rê nade ku ruhê mirî bêminet di cihê xwe debisitire. Hetanî heyfa wî neyê hildanyan jî kujer gunehê xwe hilnede stûyê xwe, ew ruh nahewe. Bona vê yekê xwîndar dibirin ser mezelê kuştî, ew sê yan heft caran li dora mezel çerx dibû, dihat bawerkirin ku gunehên mirî derbasî xwîndar bûye û heyf hatîye hildan. Di çîroka Sîyaweş de jî em vê yekê dibînin, hetanî heyfa Sîyaweş kubi bêbextî bi destê Efrasyab hatîye kuştin, bi destê Rostem neyê hildan, xwîna wî di gumgumê de dikele.

Çawa ku kes di vê dinyayê de hewcedarî hevdu ne, divê bi mirinê jî ew yek bidome. Çiku bawerîya piştî mirinê jîyan didome xurt bû. Loma di dewrên qedîm de heta we’deyeke nêz wexta ku jin û mêr yek bimirayan jî ji evîndaran yek bimira, yê/ya din jî dixwest bimire û xwe bigihîne ruhê hevala/êxwe. Heta bigire di gelek şaristanîyetên qedîm de wexta ku qralek dimir, jinên xwe hespên xwe û bi gelek bendeyên xwe dihat çalkirin ku bila ruhê wî lidinyaya din bêkes û bêxizmetkarî nemîne. Di gelek deverên dinyayê de bi lêkolînên arkeolojîk derketîye holê ku mêr û jin bi hevre hatine çalkirin. Herwisa gelek çîrokên li seranserê dinyayê ruhê evîndaran di dinya hetahetayê de hewceyî hevdu ne. Di vê hêlê de em di çîroka Memê Alan de jî dibînin, piştî mirina Mem, Zîn dibêje qey nîvê ruhê wê çûye dinyaya tarî, ew jî ruhê xwe teslîm dike ku here û bigihîje Mem û di dinyaya hetahetayê de bi hevre bêminet bijîn. Tê bawerkirin ku mezelê Zînê jî li rex mezelê Mem dikolin. Emînê Evdal di xebata xwe ya etnografîk de dibêje, “Der heqê vande di zargotina kurdan de gelek îzbatî û nimûnên balkêş hene. Ji bo nimûne: Bira ruhê min bi te ra here mezel, Bira meytê min bişewite, lê ruhê min bigihîje te.” (Evdal, 2021).

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: inf[email protected]

Qeydên dişibine hev