
Welatparêzekî ji Qerekilîsa Bakurê welatê me bi karê xwe yê pîroz va dide îzbatkirin,
ku berhemên helbestvanên me yên navdar ser demekê winda bibin jî,
lê hêza poezîya aqilmend wan berheman careke din wek şînkahîya di binê keviran da
derdixe ronahîyê û helbestvan jî ji gorê derdixe ronahîyê.
Ew vê carê berhemeke Ûsivê Beko bi tîpguhêzîya Mustefa Kilicaslan
raberî xwendevanên malpera me dike.
Ûsivê Beko
Tîpguhêzî: Mustefa Kilicaslan
Min dît keçêd kurdaye bedew,
Dirane sedef, bejnzirav.
Dengê kilama, şingîna bê,
Ça xule-xule ava kanîyê.
Çevê wan ça ezmanê zelal,
Lê li ser dilê keçê delal.
Meşûr dibûn xemê giran,
Û mêrara xebernedidan.
Xema dilê keçê kurda
Meşûr nedibû hemû w`eda.
Lê ku rûdiniştin rex kanîya,
Bendê dila digоtin wa;
Keçê kurda dibûn bilbil,
Dihejandin rihan û gul.
Dibûn kevоtk, dibûn xezal.
Difiriyan cem xоrtê delal.
Dengê qîza tevî bayê,
Bela dibû nav hewayê.
Û pê dengê xweyî şîrin,
Pêşda danîn şayî, girî.
Kilamava him qenc dikirin,
Him birînê kûr vedikirin.
Ji wî zemanî ne razî,
Dilê kûrva dikirine gazî.
Dilê bengîya, dilê birîn,
Kilamava dihatin kirîn.
Merî, bilbil dibûn yekhal,
Derdê xwe va herdu jî heval.
Ez zarоkê serqоt pêxas
Bi xema wan dereng bûm nas.
Paşê, paşê ez pê hisiyam,
Xema dilê wane giran,
Ne didan xоrtê dilketî,
Keç difrоtin bi peretî.
Gelek cara wa keçê tifal
Zоr derdixistin ji mal,
Bê dilî wan didane mêr
Digоtin, eve tera ya xêr.
Çiyayêd bedew û serbilind,
Pê teyr-tûyê kubar û rind.
Pê kulîlkê bîn xweş
Bejnêva dighîştîye ezmîn,
Avêd kanîya ji sîngê çiya
Bi xule-xul dikişiyan.
Te digо ew jî hêsrê çiya bûn,
Ji çevê wan berjêr dibûn.
Gele xezal, karê xwe va
Diçêrîyan dоra wan çiya.
Min nizanibû: Çiya û war
Dewletiyara dibûn par
Ez zaruyê nezan
Paşê pê hisiyam
Û ser dilê min,
Bû xemek giran.
Dixwest bibeziyama nav
Kulîlkê hemû dera.
Diketim pey berxa, kara.
Lê ew zaruyê dewlemenda,
Tоp dibûn dоr min, d`ev didan,
Ez dikutam û dikenîyan.
Min dît merîyê bi bîşmêt, sapоg,
Kоlоz, papaxê wana ye qоt,
Kincê biha, gişk pirqîmet,
Xwe yê wan ser teva minet.
Gava hêrs dibûn,
Sоrо-mоrо dibûn,
Paşê pê hisiyam
Ew merî kî bûn.
Min gelek hizdikir xwandin, nivîsar,
Ji çevêd min hêsir dihatine xar,
Diçûm bal zaruyê mekteba neçar,
Û ber wana dibûme stuxar.
Berî min didan, bi min dikeniyan
Ji t`enê wan xweda digiriyam.
Min nizanibû hene du cûre merî—
Cûrek têr û tijî, cûrek nîvmirî.
Şivanê bengî dikirne axîn,
Berxvan jî pêra yeqîn,
Te tirê ezmîn kelо-bîn
Ji wî zemanî dikirine axîn,
Mena wê yekê paşê pê hisiyam,
Bо zemanê xirab dineliyan.
Оktyabra Mezin hat, xwe gihîyand,
Beyraqa meşûr çikand,
Keça kurde aza, bi extiyar,
Niha pêş e û bextewar.
Riataza