Pesna Yarê

Pesna Yarê

Tu dibêjî qey ev xet ji aqilmendîya Bazîdîyên wek

 Ahmedê Xanî û Mela Mehmûd Bazîdî

firîne ketine mejûyê helbestavanê meyî dilnazik û zimanxweş.

Omitê Mistefê

 

Pêşek

Roja ku çavên te bi min ketin

telp û rivîna xwezanînê bi cendekê te ketin

û wê çaxê hingilên te bijiqîn, kemaxên te şidiyan.

Roja ku çavên te bi min neketin

Ziman li te bû kulavekî şil û afnikî, bizûz ketê.

Roja ku çavên me bi hev ketin

ne berxbir bû ne beranberdan

ne aramî hebû ne serhildan

û xema kurtepistan

segekî pîr bû li hêşiya konekî.

 

I. Rû

Enî çar tilî, dêm di qeysa du kefedestan,

çav zeytûnên Nablûsê,

Kaniya Qestelê lêvan dinimîne

û diran çîtek ji şekirê Tewrêzê.

 

II. Gerden

Çi xweş sekiniye ew ser,

li ser wê gerdenê.

Nîv buhist stû: Pireya di navbera sîng û erzenê

Heçko çiçik in: Du pîramîdên bi tehrê firewnî.

 

III. Navkêlk

Navkêlk saeteke xîzê ye.

Çawa ku xîza taqê jorîn datê xwarê

her wisan hêt digivirînin goştê navikê,

loma sor û gizirî ye.

 

IV. Pî

Remilvan deverûyî erdê bûne

û pêşeroja êlê bi şûnpiyên yarê ve girêdaye;

lê ez bextewar im,

her roj wan piyan tazî tazî radimûsim,

hişê min bi xweşiyên duhî ve aliqî maye

û ji min re ev kar sermaye ye.

 

V. Dest

Pirtiyê Keşmîrê li ber destan sond xwariye,

lewre bîs û razên xwe vedişêre

da ku nermahî û rindahiya destên yara min

bibin havênê hêjahiyê.

 

VI. Por

Por bi qasî bextê romiyekî reş

û bi qasî hêviyên Pîremêr geş e.

Çi gava yar mêzerê qîzanî girêde Qerejdax şerm dike

û her çi gava keziyan vereşîne jî hetanî parsûyan diweşe.

 

VII. Bejn

Spingdaran

xwe li ava zeryayê girtin

û di leylanên çolistanê de çilmisîn.

Rihanan

xwe li beravan girtin

û di hendefên kûr de şeqizîn.

Lewre êdî bejna yara min

wekî pîvaneya mendirêjiyê

wekî nîşaneya xweştiviyê

wekî mirazê min î kemilî

di çavên xelqê de maye.

14.08.2009, Bazîd

 

Wêne : Yaqûb Kurmanc 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev