
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
- RIZGAN
Rizgan go: “Seyrê, min xewnek dîye,
Qidûmê çokê min şikestîye”.
Seyrê go: “Rizgano, were ezê hewşa mala bavê xwe gêzîkim,
Tu xewna xwe bêje, ezê şirovekim”.
Go: “Min dî dareke spindarê derê mala bavê te şîn bûye,
Min lê nihêrî
Cote teyrê sipî li sêrî pev şabûne,
Cote çiqê wê çikestîye”.
Go: “Şaîşa mekşîn, Rizgan qurba,
Dara spindarê bejina mine,
Çiqlê şikestî gulîyê mine,
Teyrê sipî ez û tune”.
Komirlîyê heft roja bû dewat.
“Rizgan qurba, siyar nebe,
Gava siyar bû, Rizganê min derkete derva,
Teselîya hewê kir,
Lê nihêrî barî berfek nerme,
Rê û dirbê min û Rizganê min girtin nola çerme.
Ocanî Sedo nêçîrvane,
Wê bê min û te şikevta Pazirîyêda bivîne,
Wê te bikuje, min bi serda,
Qîz û bûkê Komirlîyê ser mera bisekinin, çiqa şerme”.
- SEYRANÊ, HA SEYRANÊ
Seyranê, ha Seyranê!
Li Hamê, li Hemayê,
Seyrana Melle Mûsa
Îro sê şeve, sê roje
Min revandîye,
Xeyîdîye, minra nayê.
Li Babina bû dewate,
Ez çûm nava dewatê,
Defçî Manûkê cînare.
Manûk, tu xwe kî, bi xadê kî,
Rabe def û zurna xwe hilîne,
Zêrekî pêrinca xwe bistîne,
Here Seyrana Melle Mûsa bîne,
Gerekê-duda bira sergovendîyê bikişîne,
Nola menegî, menegîyê Qoto
Serkelê bavê, sîlebendê biqetîne.
- WEY CANÊ
Wy canê, canê, canê, de can!
Êla Hesinîya wê danîye li rêzê,
Kerî, garana xwe daye ser fêzê,
Xwezil şevek ji şevê payîza,
Rojek ji rojê bihara
Min kawa kubar bida ber hemêzê.
Erê dînê, dînê, dînê!
Ewrê reş kimkimîn,
Dînê, dînê ser zozanê Çekemeda likimîn,
Sîng û berê dîna min
Nola dims-rûnê tev helandî,
Meriv bide ser nanê genimî.
Çi mala ser avê da,
Çi mala ser avê da,
Xortekî delalî cindî têda,
Xwezil tenişta min rûnişta,
Kolozê xwe, şer û şemaqî girêda.
- NEXWEŞIM
Nexweşim, were ser min,
Minra bîne dermanê dil,
Dermanê dil dest neket,
Bextê min veger,
Were ser min.
Ez nexweşim roja çara,
Cîngê min dayne ber zinara,
Ez ki dimirim, qîrîn bikim –
Bera dengê min here cotê yara.
- MARMÛS
Ew Marmûse devê çayê,
Ezê dikim, nakim xelqê minî
Têlî delal nayê rayê.
Tevgirêdana xelqê minî têlî delal
Nola tevgirêdana Zelîxanê.
Ew Marmûse, xweş Marmûse,
Qolê zêra ser enîya kever diçûrise.
Riataza