
Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.
Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne.
Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..
Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala
Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.
Bersiv: – Henekên kurdî – 17
1-
Firoşyar:
– Dayîka te li malê ye?
Çeto: Nexêr, ew çûye bazarê.
– Ewê kengî vegerê malê?
Çeto baz da midbexê û bi dengek bilind ji dayîka xwe pirsî:
– Yadêêê! ez niha bêjim çi?
2-
Wextekî şevê Şemo ji xwe re derdikeve der û digere. Hew dibîne ku kesek li binê stûneke elektrîkê li tiştekî digere. Diçe nêzîkê wî dibe û dipirsê.
– Tu çi dike?
– Ez li mifteyên xwe digerim.
– Te mifteyên xwe li vir winda kirine?
– Nexêr, li binê wê dara han.
– Ê çima tu li vir digere? Here li binê wê darê bigere.
– Ne evder ronîtir e. Binê dara ku min lê winda kirî tarîye. Ezê çawa li devera tarî û reşê de miftê xwe bibînim!…
3-
Delala min, ma tu nafikirî ku em dawîya hefteyê wextekî xweş û romantîk derbas bikin?
-Ooox belê!
-Gelek baş e, wê çaxê em dê roja duşemê hevdû bibînin!
4-
Şêf:
-Hûn bi jiyanek piştî mirinê bawer dikin?
Karker:
-Qetiyen na! Ji bo vê yekê bi tevahî delîl tune. Ma kî ji wê dinyayê hatîye?
Şêf:
– Na! Lê delîl heye!
– Duho piştî tu zû çûyî, beşdarî merasîma cenazeyê apê xwe bûyî, apê te hat vir û li te pirsî !!!
5-
Mêrik çav li kumên vîtrîna dikanê dike û xwe nagire, dikeve hundur û herî kêm 20 kum/kulavî dide serê xwe. Dawîya dawî yek eciband. Ji xwedîyê dikanê dipirse:
-Bihayê vî kumî çend e?
Xwedîyê dikanê:
-Ne tiştek. Gava tu hatî hundur ew li serê te bû.
Riataza