Berpirsiyarî di demên krîtîk de

Berpirsiyarî di demên krîtîk de

Suleiman Sulevani

Ji mirovên negativ dûr bikeve.

Wan problemek heye jibo her çareserekê

Albert Einstein (1879-1955)

Şerên germ û gurr û embargoya dewletên Rojava bi serokatiya NATO û Amerika dij dewletan kes nizane encamên wê çi bin lê piraniya pisporan dibêjin ku sistema cihanê wê radikal bê guhertin û kes ji van tund û tûjîyan bi qezanc dernakeve.

Şerê sar berî ruxandina dîwarê Berlînê ne tiştek bû hember krîza nuha. Şer wê hîkariyeke mezin ser cihanê bike û dîrekt/indîrekt wê ser kurdan jî bike. Pirs ew e, jibo parastin û pêşveçûna berjewendiyên netewî kurd dikare rola xwe bibîne û hevkarên rast helbijêre? Jiyan delîve û firset in, siyaset û helbijartina rast dikare kurdan ser lutke bike û wan bike dewlet. Û berovajiya wê jî rast e bi helbijartineke şaş.

Ji aliyê destkevtên netewî beşê herî bihêz, xwedî statu û tije hêvî jibo hemû kurdan başûrê Kurdistanê ye. Loma gereke hemû partî û rêxistinên kurdî, siyasetvan, intelektuel, bazirgan, karker û her kesekê kurd destek û piştgiriya wê hêviyê û statuyê bike.

Diyar e KDP siyaseteke nerm û helbijartineke jîr kiriye, ew ne dij tu aliyekê şer e û ne wisa aşkere be jî Başûr bi saya Amerikayê ser lingan e û helbijartine NATO û hevalbendên wan wê ne seyr û absurd be, lê PUK Îran kiriye hevalbend ku di çembera Rûsya de dizivire. Ev helbijartinên cuda ne di xizmeta kurdan de ye û wê encamên ne baş bi xwe re bîne. Di siyasetê de dost û neyarên herdemî nînin, pirî caran jî derewîne û tenê berjewendî ye jixwe şerên niha li meydana cihanê jî ser berjewendî ye her çend propaganda zilhêzan wê dixe qalibekê “maf û heqîyê” de jî. Ger pirs maf be, li ti deran wek Kurdistan mafê kurdan nehatiye xwarin û bi taybetî li Turkiye ku welatekê endamê NATO ye, li Bakur kurd sifir maf in, heya mafê ziman jî nîne, li Rojava Efrîn û gelek deverên din dagir kiriye, li Başûr herroj bombe baran dike. Jixwe li Rojhelat newêre û nikare jiber Îranê lê Îran bi zulma xwe, têra xwe û wê dike!

Ne yekbûna partiyên kurdî li BexdaKurdistanê lawaz bike, cih û giraniya wê zeîf bike. Kurd bi YEKDENGÎ bihêz in û tenê ew dikare garantiya mafên kurd bike. Dema her partiyek bi serê xwe digel hêzeke Îraqî xwe dike YEK, dibe hevalbend û pêre kar dike, mirov dipirse gelo kî qezenc dike li vir, Kurdistan yan Îraq? Her kes dizane ku Îraqeke bihêz wate Kurdistaneke lawaz, serpêhatiya kurdan digel ereban mixabin gelek trajîk û bi xwîn e, 16 oktober 2017 ne dûr e, mixabin ew li benda delîva rast in da serpêhatiya Başûr ji holê rakin. Ev çendîn car e buro û ofisên partiyên kurdî dişewitînin, roja27/3milîsên Haşdî Şaabî baregeha PDK li Bexda şewitandin.

Dema partiyeke kurdî, partiyeke Îraqî weke hevalbendê xwe heldibijêre di şûna partiyeke kurdî de ew ê zîyan û zereke pir mezin bide hêz û statuya ne tenê başûrê Kurdistanê, belku tevaya kurdan. Ev nêzikbûn û hevkariya bi partiyên îraqî re gaveke pir şaşe û ne di berjewendiya kurdan de ye. Karkirin digel partiyên îraqî jibo berjewendiya kurdan baş e lê ne dij berjewendiyên kurdan. Ev projeya vegerandina Kurdistanê ser dewleta Îraqê ye, ev îraqîkirina Kurdistanê ye anku erebkirin û kuştina doza Kurdistanê ye. Helbet parastina Kurdistanê û berjewendiyên kurdan qet wata dijatiya Îraq û ereban nade. Peywendî gereke ser bingeha rêz û wekheviya mafan be.

Di vê dema krîtîk de berpirsiyariya KDP weke mezintirîn hêz û helgirê ala serxwebûn û dewleta kurdî pir zêde ye, xwezî hemû partiyên kurdî hevrikî, pêşbazî û konkuransa KDP kiriban ser serxwebûna Kurdistanê lê mixabin ne wisa ye, li meydanê tenê ew in.

Di serkevtinan de rêz û serfirazî wê jibo wê biçe û di binketinan jî gazin û rexneyên herî dijwar jî wê ji wan re biçe. Şoreşgerekê Bulgarî Vasîl Levski dij Osmaniyan şer dikir, gotineke xwe heye, wî digot: ”Ger ez qezenc bikim hemû milet qezenc dike û ger têk biçim, tenê ez têde diçim”. Rewşa kurdan îro pir cuda ye. Û loma barê dikeve ser milê partiyên kurdî pir giran e bi taybetî KDP da ew mala kurdî rêkbixe, partiyên kurdî bicivîne, kesên welatparêz kom bike û bi YEK stratijiya kurdî xwe bidin pêş, çi li Bexda û çi li cihan jibo welatekê serbixwe. Referandoma 25 september jî karta herî bihêz e di destê kurdan de. Erê zehmetî, dijwarî, kosp, mirovên ne pak hene, kesên provokator û bi aliyên dagirker ve girêdayî hene lê gereke ew ji rêya serxwebûna Kurdistanê bên dûrxistin û mala kurdî bê paqijkirin. Yekitî bi mirovên ne pak, provokator û dubelmoral nayê kirin.

Ser rewşa aktuel, di feysê de kurdekê Başûrî ji Duhokê ser gotubêja Rûdawê derbarê helbijartina serokê Îraqê navbera Rêber Ehmed û Berhem Salih bi Behdîniya xwe nivêsiye: “Bi Xwedê van partiyan wesa dilê me ji kurdîniyê reş kir yaş (ya ji) min ve vê gavê ev herdu (Rêber, Berhem) ne kurd in.” Gotina hevwelatiyê kurd giring e, ji aliyekê bêzarbûna xelkê ji rewşa heyî nîşan dide û ji aliyekê din ve asta demokrasî û azadiya bîr û baweriyê li Behdînan dide xuya kirin. Herçend serokê Îraqê xwedî postekê teşrîfatî ye û hêz di destê serokwezîr de ye.

Şaşiyên hemû partiyan kêm-zêde hene û rexne mafê her kesekê kurd e, lê gereke em rexnan ji dijminatiyê, zimandirêjiyê, bêedebî û hêreşkirinê cuda bikin. Dîtin û bîr û bawerî çend tûj bin jî, ew tên gotubêj kirin, lê çêr, xeber û gunehkirina dijwar û bê bingeh ne hêja ne mirov ser rawiste, ew tenê sêwiya nizim nîşan didin.

Rexne jî ne merc e rast be, dibe ew nêzikê rastiyê be û dibe dûr be jî, di gotubêjê de ew tê zelal kirin. Ti dîtinek nîne sedî sed rast/şaş be her wisa sifir rastî/şaşî jî tine belku di navberê de ye.

Di dawiyê de dixwazim bi gotinên Binjamin Franklin biqedînim, ew dibêje: ”kesên azadiyê bi ewleyî/emniyetê diguhurin, ew ne hêjayî yek ji wan in, ne azadî û ne ewleyî”.

Wêne: Xalid Satar

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev