Fîrdewsî û Ilmê genetîkê!

Fîrdewsî û Ilmê genetîkê!

Orhan Agirî

Lihevkirina di navbera agahiyên hin alimên dewra berê û zanayiyên zanista roja me da carina dibe cihê rêzgirtineke mezin.

Me carekê gotibû: Tûran Tirk nînin.

Asya Navîn yek ji erdên qedîm ên qewmên arî ye, yanî Turkmenistan, Ozbekistan, Tacikistan, Kirgizistan…

Sogd û Sakayên hindoewropî li wir dijiyan beriya sê, çar hezar salan. Îca li gorî Avesta û Şehnameyê gava Ferîdûn bi alîkariya Kawa tê ser text, welatê xwe dike sê par û her parekê dide kurekî xwe. Beşa mezin dide kurê xwe Îrac, aliyê asyanavîn dide kurê xwe yê bi navê Tûr. Lê Tûr bi tev Salmê birayê xwe dexesiya para Îrac dikin û li dijî wî şerekî dawîlênehatî didin destpêkirin.

Efsaneyên Iran-Tûran wisa dest pê dikin. Ev jî teqrîben di serdema Pîşdadiyan da ye û tam jî ew heyam e ku anegorî agahiyên tarîxê Saka-Sogdên arî li Asyaya Navîn serdest bûn.

Çend meh berê min di kitaba bi navê Qewmê Mirovan ya L. Quintana-Murci da dît ku ew profesorê genetîkê dibeje bi saya daneyên aktuwel em îro dizanin tirkîzasyona asya-navîn a cihê gelên îranî beriya çar hezar salan dest pê kiriye.

Ev diyarde di Şahnameya Fîrdewsî da bi serdaboriya reva dawî ya Afrasiyab va tê destnîşankirin: Afrasiyabê ji zuriyeta Tûrê kurê Feridûn, piştî şer û pêvçûnên bi sedê salan, tê halekî wisa êdî stara wî namîne û direve çîya û baniyan xwe vedişêre, di şkeftekê da dest pê dike li ser çarenûsa xwe dike girî û hewar, lê bi zimanê TIRKÎ!

Em çiqas bizanibin jî Ferdewsî ji Kurdan hez nake, lê divê meriv heqê şarezatiya wî bidê û her weha rêz jî bigire ji wêrekiya wî ra, çimku tevî ku misilman e jî, li ser zarê Rostemê Faruxzad îslam û ereban dide ber keviran, şîn û xema xwe ya giran dide der li ser rûxîna îhtîşama “Textê Împaratoriyê” li pêşberî piçûkiya “Kursiyê ereban”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev