
Kesên di vê bernameyê da amade wê hewil bidin navên hinek ronakbîrên kurd
yên Sovyeta berê ji mejûyê me gelekan derxin, ku bi riya propagandayê û fêlbazîyan
eva êdî gelek sal in di serên me da rûniştine.
3 ronakbîrên Sovyeta berê wê hewil bidin wê şaşîyê rast bikin, da ku di hiş û mejûyê
me da ronakbîrên rasteqîn, xwedî ked û welatparêz cî bigrin.
WÊJEGEH AMED wê zanebûnên we ser kurdên Sovyetê dewlemendtir bike
Di hevdîtina pêncan ya rêzegotûbêjên bi navê Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê de, Salihê Kevirbirî wê bi mêvanên xwe Aslîka Qadir, Bêlla Stûrkî û Têmurê Xelil re, li ser keda Xelîlê Çaçan ya 100 salî ku digel malbata xwe ji bo Kurdî rijandiye, biaxive.
Gotûbêj wê şeva 31’ê Adarê saet di 9’an di kanala YouTubeyê ya Wêjegeh Amedê de were weşandin.
Em li hêvîya beşdarîya we ne. Jê nemînin!
WÊJEGEH AMED