ADAT Û RUSÛMATNAMEYA EKRADIYE • MELE MEHMÛDÊ BAZÎDÎ

ADAT Û RUSÛMATNAMEYA EKRADIYE • MELE MEHMÛDÊ BAZÎDÎ

Berhemeke li ber Araratê û goristana Ahmedê Xanî xuliqî

Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye yek ji bi dehan berhem û xebatên hêja yên Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî ev berhema han di sala 1857/58’an de bi handan û rênîşandêrîya A. Jaba nivîsandiye. Hemû alîyên urf û adetên Kurdan, bi awayekî kurt, lê tijî û dagirtî raxistine ber çavan. Ji ber vê yekê, ev berhemeke sûdbexş e û ji bo civaknasîya Kurdî çavkanîyeke hêja û biqîmet e. Di vî warî de jî tekane ye.

Mela Mehmûdê Bazîdî, nivîskar û zanayekî Kurd ê gelekî piralî û têrberhem e. Ew hem dîplomat, wergêr, çîroknivîs, ferhengnivîs, zimannas û di pêşîya hemûyan de jî civaknas e.

Di vê berhema nirxdar de, tîpguhêzîya bi alfabeya Latînî, tîpguhêzîya bi tîpên Krîlî û nivîsa resen a bi tîpên Erebî di pirtûkê de cih digirin, ku ev yek bi tena serê xwe dikare bibe çavkanîyeke hêja ji bo xwîner û lêkolîneran ku xebatên xwe yên akademîk di derbarê vê berhema Kurdewar a dîrokî de bidin meşandin û alîyên wê yên cihêreng vekolin.

Ev kitêba di nav destên we de, yekem lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser Kurdan e ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev