
Ezda û Melekê Tawis
Mela Mihyedîn
Di destpêkê de Ezda hebû. Berî Ezda tu tişt nebû. Ezda ji bo kar û bar bike ji agir Melekê Tawis diafirîne. Ji bo alîkarîya Melekê Tawis bikin Ezda şeş melekên din jî diafirîne. Melekê Tawis serê hemû melekan e û kontrola kaînatê di destên wî de ye.
Ezda wezîfeya afirandina dinya, insan û candarên din dide Melekê Tawis. Melekê Tawis misqalekê ji ezdan distîne û bi wê misqalê dinyayê û candarên li ser wê diafirîne. Ji misqala mayî jî insanan diafirîne. Ji bo xizmeta xwe jî çar cinan çêdike.
Melekê Tawis insanan li gel xwe dibe û wan nîşanî Ezda dide. Ezda dibêje: “Ji vir û pê de tu yê di xizmeta van insanan de bî. Tu yê bibî tabie wan.” Ev yek li zora Melekê Tawis diçe û wiha dibêje: “Min ev insan ji tunnebûnê afirandin. Ez nabim tabie wan û ji wan re xizmetê nakim. Tenê ez ê tabie te bim û ji te re xizmetê bikim.”
Van her du insanên pêşî dişînin dinê. Ji wan her duyan 80 heb zarok çêdibin. Ji wan zarokan çil jê keçik û çilê din jî kurik bûn. Zilam û jin li ser “Insanê Kamil” û perwerdeya zarokan dikevin nîqaşê. Her du jî ji gîyan, fikir û xeyalên xwe dixin nava kûzekî û devê kûzê xwe digrin. Piştî çil roj diqedin her du jî kûzê xwe vedikin. Ji kûzê zilam Şahîd Bîn Car derdikeve û dibe sembola insanê kamil. Ji kûzê jinê jî dûpişk û mar derdikevin.
Zilam pir ji Şahîd Bîn Car hez dike û hemû meyla xwe dide ser wî. Roj bi roj zarokên xwe yên din ji bîr dike. Ne bi jina xwe re û ne jî bi zarokên din re mijûl dibe. Jina wî û 80 zarokên wî ji bo Şahîd bîn Car bikujin planekê çêdikin. Di navbera xwe de parollayekê jî çêdikin. Dema dîya wan parolla got dê Şahîd Bîn Car bikujin. Haya wan jê nîn e, lê Melekê Tawis li her derî ye. Her tiştî seh dike û dibîne. Ji bo planên wan xira bikin çar cinan peywirdar dike. Cin şevê tên ser rûyê dinê û zimanê zarokan diguherînin. Ji bo her kur û keçekê zimanekî dikin dîyarî. Dema dibe sibeh û dayîka wan parollayê dibêje kesek jê fam nake. Bi vî awayî, bi saya Melekê Tawis Şahîd Bîn Car ji mirinê difitile.
Keç û kurên ji hev fam dikin berê xwe didin welatên xerîb. Ji heştê zarokan çil heb qewm derdikevin û ew çil qewm dibin pêşengên insanan.
Melekê Tawis ji bo Şahîd Bîn Car melekek mê dişîne. Ew û Şahîd Bîn Car dizewicin. Ji vê zewacê jî qewmê Êzidî çêdibin.
Riataza