KULTURA DEREWAN

KULTURA DEREWAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Kultur an jî Çand, qanûna jiyanê ye.

Çewa ku di jiyana mirovan de gelek şaxên cuda yên kulturî hene, herwisa Şaxê Çanda Derewan jî heye.

Bêguman derew û virr, di nava hemû miletên dinyayê de hene. Çendî ku Xwedayê mezin gotiye “Laneta Xwedê li derewînan be” jî, lê mixabin ev şaxê Çanda Derewan di nava bisillmanan de pir zêde xurt e.

Hin çîrokên folklorî jî hene ku di wan de hin derewên bêsînor hene ku hişê meriv didine sekinandin.

 

Di Çanad Kurdî de, sê cûre derew hene:

Yek: DEREWÊN BÊXWÊ.

Dido: DEREWÊN SIPÎ.

Sisê: DEREWÊN REŞ.

 

Derewên bêxwê:

Di van derewan de edebiyateke pir dewlemend heye. Ev e çend mînak:

. Hespekî min hebû, dema ez lê siwar dibûm, xwe ji ser vî çiyayî diavête ser çiyayê din.

. Min zebeşekî li nava parêzê xwe ji lemê kir û bi kêrê qul kir ka soriya wî çewan e, kêra min di wê qulê de kete navê. Min destê xwe avêtê, lê ez jî ketim nava zebeşî, min dît ku va ye ez di nava bajarekî de me, lê pirî ku mezin e, ne serî heye û ne jî binî tê xuyakirin…

 

Derewên sipî:

Ev cûre derew, bêxisar û bêziyan in. Mînak:

. Qewlê min û te ew e ku em saet 12.00 hevudu bibînin. Lê ez dereng ji malê derdikevim û heta ku têm ba te, saet dibe 12.30.

Dema tu sedemê derenghatina min dipirsî, ez jî dibêjim: Wele trafîq pir hebû, lewra ez dereng hatim.

Yan jî ez dibêjim: Dostek di rê de li min rast hat û wî ez bernedam…

 

Derewên reş:

Di Derewên reş de xisareke zêde heye. Ev e çend minak:

. Di vê babetê de nebûkarî, zikreşî, hevsûdî, çavnebarî, lewlebazî, xapandin, hîlebazzî, dek, dolab, fetl û şilqatî hene. Ev e çend mînak:

.1) Yekî nas, tê ba te û dibêje: Wê rojê, (mesela) Eloyê Siltanê gefên mezin li te dixwarin…

.2) Pîrejinek tê pêşiya te û dibêje: Hay ji jina xwe hebe, wê te rezîl bike.

.3) Tu dixwazî keça filankeso ji kurê xwe re bixwazî, lê yekî xêrnexwaz dibêje te: Wê keçê û kurê te, şîrê dayikên hevûdu vexwarine û mehra wan çênabe.

.4) Pîrejinek dibêje te: Îro min dît ku destê keça te, di nava destê xortekî de bû û li sûkê piyase dikirin.

 

Ez bixwe dîdevanê van mînakên ku li jorê hatin nivîsandin bi xwe me û bi sedan ên wisa hene…

Bêguman civata ku nezanîn tê de zêde be, Derewên reş jî tê de pir zêde têne bikaranîn.

Çendî ku Pêşiyên me gotine: “Derewîn carekê dixwun firavîn.” Lê belê derewînên vê dema niha, xasma jî yên vê teknîka nûjen, gelek car firavîn dixwun û kes jî zêde hay ji wan namîne.

Hêvîdar im ku civata me derheq Derewên reş de, xasma di babetên siyasî û bazirganiyê de pir hişyar bin, da ku xisara wan zêde tîna xwe li civatê, bi taybetî jî li ciwanan neke.

Xwedayê mezin miletê me ji Derewên reş biparêze.

Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev