Li Hewlêrê koleksiyonerekî ferhengên Kurdî: Nasih Husên Silêman

Li Hewlêrê koleksiyonerekî ferhengên Kurdî: Nasih Husên Silêman

Ferid Demirel

Zimannas Nasih Husên Silemanî heta niha zêdetirî 500 ferheng kom kirine.

Nasih Husên Silêman, ji Hewlêrê ye. Beşa Biyolojiyê qedandiye û bi dehan sal in li ser zimanê kurdî kar dike. Wê 20 sal berê dest bi amadekirina ferheneke kurdî-kurdî (kurmancî-soranî, soranî-kurmancî) kiriye. Ji wê rojê de ye ew li ba xwe ferhengên kurdî kom dike.

Di nava van 20 salan de bi sedan ferheng li bal wî kom bûne û mirov dikare wî weke koleksiyonerekî binav bike.

Wî ji bo van ferhengan li mala xwe ya li Hewlêrê odeyek veqetandiye, pirtûkxaneyek ji wan re çêkiriye û li gorî gotina wî zêdetirî 500 ferheng li vir bicih kiriye. Di nava wan de ferhengên kurdî-kurdî, kurdî-erebî/erebî-kurdî, kurdî-ingilîzî/ingilîzî-kurdî, kurdî-rûsî-rûsî-kurdî û çendîn zimanên din ji bo kurdî hatine amadekirin hene.

Li gelek deveran geriyaye

Nasih Husên Silêman, ji bo van ferhengan bi dest bixe, li gelek deveran geriyaye û hîna jî digere. Ew ji bo ferhengên kurdî-rûsî çûye Rûsyayê, ji bo ferhengên kurdî-azerbeycanî çûye Azerbeycanê, ji bo yên kurmancî hatiye Amedê û çûye çendîn deverên din.

Bianet kurdî bi rêya Whatsappê bi Silêmanî re axivî. Silêmanî diyar kir ku di nava van ferhengan de yên herî kevn, ya Alexsandre Jaba, ya Qanatê Kurdo, ya Bakayev, ya Garzonî û hinekên din in. Her weha hinek ji wan ên orîjînal in û hinek jî çapên wan ên duyem an jî sêyem in.

Berga yekem a ferhenga wî wê çap bibe

Nasih Husên di vê navberê de jî amadekariya ferhenga xwe jî dewam kiriye. Li gorî zanyariyên wî dan, wî heta niha 4 an jî 5 hezar rûpel ji vê ferhengê nivîsandiye û ew ê heta 8 mehan berga yekê ya vê ferhengê çap bike. Ferhenga wî wî kurdî-kurdî be.

Bi gotina wî, di vê ferhengê de ne tenê wateya peyvan wê hebe. Her weha ji bo her peyvê wê hevok jî hebin: “Hevok wê tê de hebin. Hin peyv hene belkî 20 hevok tê de çêdibe. Çi hatibe nivîsandin li ser wê peyvê em tê de dinivîsin. Ji aliyê zargotin, ji aliyê folklor… Çi peywendiya wê hebe bi vê peyvê re, tê de nivîsandiye.”

“Gelek pirsgirêkên ferhengsaziya kurdî hene”

Silêmanî di nava van salan de rastî pirsgirêk û kêmasiyên ferhengsaziya kurdî jî hatiye. Husên diyar kir ku dezgeheke zanistî nîne û ev jî dibe sedema xebatên bi rêk û pêk: “Kêşe û arîşeyên ferhengaziya kurdî gelek in û mixabin heta niha aliyek pê ranebûye ku fehengsaziyeke, dezgeheke, enstituyeke taybet bi zimanê kurdî çêbikin.Ev 20-25 sal in li ser dixebitim. Li ser bixebitin û temamên peyvên ku di nava şêniyên Kurdistanê de tên bikaranîn kom bikin, bi texmîna min kurdî, zimanê yekem jî dernekeve zimanê sêyem an jî çarem wê derkeve.

“Bi awayekî zanistî bêjim, zimanekî pir zengîn e, ne weke şovenistekî dibêjim. Bi belge. Xuya dike ku zimanekî yekem dernekeve di asta sê ya çarem zimanê dewlemend di cîhanê de ye. Yanî hinek peyv li cem min hene 100 navê wî hene, 80 navê wî hene. Yek peyv 80 navê wî hebe, ev tiştek e. Ne hindik e. Mixabin ku me komek heba, an jî dezgeheke zanistî heba, bila 200 kes tê de bixebitina bi wayekî zanistî û dewam bikirana, wê ferhengek çêbiba ku her bergek wê 500-600 rûpel bûya.”

Nasih Husên Silêmanî xebatên ferhengsaziya kurdî ya li Herêma Kurdistanê jî bi gotina “Di asteke lawaz de ye” şîrove kir û bi van gotinan axavtina xwe dewam kir: “Ez nabêjim tiştek nekirine. Kirine lê hindik e. Weke neteweyî jî tiştek nekirine. Îca mixabin ku Hukumeta Kurdistanê çi pûte yan bayexekî mezin bi zimanê kurdî nade. Me gelek xebitî û me gelek jî civîn çêkirin û me gelek jî li gel berpirsên welatî jî axvîn lê çi mefa me jê nedît. Gelek bêrehm in li hemberî zimanê kurdî mixabin.”

“Projeya temen”

Silêmanî her çend ji ber şert û mercên heyî bikaranîna du alfabeyan bi gotina “em mecbûr in” şîrove kir, li bi gotina wî “du alfabe zirar e”: “Yek alfebaya me hebûya hem ji bona yekbûna netewa kurd hem jî ji bo standara zimanê kurdî baştir bû. Lê Kurdistan çar parçe ye. Xwuya ye dibe çar biryarên siyasî jî. Dema biryarên siyasî ji hev cida dibin, du alfabe zirar e ji bo berjewendiyên gelê kurd û zimanê kurdî. Lê dîsa em mecbûr in bi vî awayî bimeşin heta yek biryar çêdibe û alfabe û lehçeyên zimanê kurdî standart bibe.”

Wî ev xebata xwe weke “projeya temen” ango “projeya jîn” binav kir û got ku heta temenê wî hebe, ew ê vê xebata xwe dewam bike lê dema tiştek bi serê wî de bê jî ferhengên xwe bibexşîne ji dezgehek an jî enstîtuyek ku li ser ferhengên kurdî kar dike. (FD)

Çavkanî: Navenda Nûçeyan a BIAyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev