Çalakîyên WÊJEGEH AMEDê

Çalakîyên WÊJEGEH AMEDê

Bernameyên di meha Nîsanê da

Em ê di meha Nîsanê de, behsa zimên, dîrokê, çandê û zanavê bikin. Di gotûbêjan de wê derbirana hunerî di bingeheke ramanî de û bi awayên dîtir were gengeşekirin û em ê ji nêzik ve li ser wateya zimanê dayikê bifikirin. Ger em bifikirin ku zimanê me yê dayikê wêjeya me ye jî, em kelecanî dibin ji ber ku wê 5 Harfliler (https://www.5harfliler.com/), di dinyaya dîjîtal ya mal de, li ser wêjeya afirîner ya nehonakî bixebitin û hewlê bidin ku avanîya hundirîn bihejînin.

Di 3’yê mehê de, Mîrza Metîn û Hicran Demir, bi du gotûbêjên li pey hev dibin mêvanên Wêjegeh Amedê. Mirza Metin, nivîskar, lîstikvan û derhêner e û ew ê li ser rehenda jîyanî ya dîyardeya lîstikê bisekine; û Hicran Demir jî, di nav pozîsyona lîstikvanîyê re, li ser pêwendîya performansê ya bi zimên û zanavê re heyî, difikire. Rêya her du hunermendan bi Amedê ketiye, ew serîyek hatine malê û ew ê bi sohbeta xwe  malê bihêztir dikin.

Projeya me ya Belongingsê ku li ser hevpêwendîya ramanî ya nivîskarên Kurd û Samîyî hatiye danîn, di serdema 2021’ê de, bi 6 bernameyên dîjîtal pêk hat û nivîskaran dîyalogek bi hev re da destpêkirin û ev qonax, di serdema 2022’yan de bi serdanên fizîkî û laşî yên rû bi rû berfirehtir dibe. Di bernameya geştûgerê ya Belongingsê ku wê di rojên 6-10’ê Nîsanê de pêk were, nivîskarên Samîyî wê li ser çand, dîrok, ziman û zanava Samîyan gotûbêjan çêkin û ew ê bikin ku hem em paşxane û paşperdeya jîyan û rewşa Samîyîyan fam bikin hem jî em derbiranên wan ên hunerî nas bikin.

Di çarçoveya projeya me ya bi navê Wêjeya Ji Sînoran Radibihure de, nivîskara duyem Kathrine Nerdrojord e û ew ê ji Osloyê were. Nivîskar, di çarçoveya projeyê de, bi nivîsa xwe ya bi navê “Ez jî Samî me” tev li pirtûka bi navê “Mal û” bû ku di nivîsa xwe de li ser zanav û zimanê xwe disekinî. Kathrine Nerdrojord wê wekî beşek ji bernameya mêvan, li Mêrdînê, li ser mijara Ziman û Zanavê gotûbêjek çêke.

“Xizmeta MEZIN” ya 5 Harflilerê didome. Ev qada dîjîtal ku daye dû rojeva jinan, vê carê, hevkarîyê bi Wêjegeh Amedê re dike û kargeheke bi 3 hefteyî ya bi navê kargeha nivîskarîya afirîner ya nehonakî çêdike. Em ê di demeke nêz de, ji bo serîlêdanê agahîyê belav bikin.

Bi tevlêbûna parêzer Çiğdem Ertak û nivîskar Abdullah Aren Çelik, em ê bi bernameya bi navê “Qua Vadis Zazakî?” ji awir û nêrînên cuda li ser Ziman û Zanavê bifikirin. Em ê digel rapora ku li ser rewşa rojane ya Kirmanckî (Zazakî) hatiye amadekirin, gengeşeyê tê de bikin ka rewşa zimanên ku li ber windabûnê ne çi ye di biwara xebatên wêjeyî de û ew ziman ji bo siberojê çi datînin ber axaftvanên xwe.

Em dibêjin werin em di meha Nîsanê de tev bi hev re biramin û derbirînê tê de bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev