Pirsa we û bersiva me – 212

Pirsa we û bersiva me – 212

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 18

1-

Rexdê ji Eyşê pirsî:
-Tu çend kîlo yî?
Eyşê:
-Tiştekî siviktir ji min bipirse.

 

2-

Di dema nuqteyek girîng a kontrolê ya li derveyî bajêr de, hemû trembêl hatin rawestandin. Zilamek pîr hewl da ku nesekine. Lê polîs neçar bû ku bireve pêşîya trembêlê.

– Polîs kir qêrin û got: Tu çima ranawestê?

– Zilamê pîr got: 24 roj berê diz ketin xanîyê min. Û min xeber da we, lê we wext nedît ku hûn werin. Ji ber vê hingê ez fikirîm, ez ê îro jî xwe nekim bela serê we.

 

3-

Ferho pirtûkek bi navê: “Hûn dikarin bibin zilamê mala xwe” dixwend.

Ew çû mitbaxê û jina xwe re got:

– Ji niha pê ve divê tu zanibe ez zilamê vê malê me û gotina min qanûn e. Tê xwarinên xweş ji min ra çêkê û êvarê gava ku min xwarina xwe xilas kir, tê ji min ra xizmetê bikê û şêranîyên xweş deynê ber min. Paşê, divê tu ji min ra serşokek tijî av bikê da ku ez rihet bim. Tê pişta min bişo û min bi destmalek nerm paqij bikî û doşeka nerm bide min. Wê çaxê divê hûn ling û destên min masaj bikin. Texmîn bike ka sibe kî dê min ji xew şîyar bike û porê min şeh bike?

Jinikê bi dengek aram, bersiv da:

– Melayê kebara ser mirîyan û cenazeyan texmîna min a yekem e.

 

4-

Xêro: Îro ez li ba derûnnas/psîkolog bûm. Wî li ser kaxezekê 5 berx xêz kirin û gote min:

–  Li ber wan be.

Min jî li derdora berxan sêncek/têlek xêz kir û çûme malê.

 

5-

Mêrik dixwaze betlaneya xwe li deverek derbas bike ku ew qet neçûye.

Pêşniyara jinikê; Ka midbexê biceribîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev