LEHENGÊN GIRÎDAXÊ Û PÎLOTÊN ŞER

LEHENGÊN GIRÎDAXÊ Û PÎLOTÊN ŞER

Mihemed Erzurum

 

Pir caran, dema ku min li vê wêneya şervanên Girîdaxê ên Bekirî dinihêrî, berçavkê şervananekî bala min dikişand. Li serê çiyê, di nava şer û cengê de ev berçavkê pîlotan…

Bi wê sebûnetê me di Arşîva Komara Tirk (Cumhuriyet Arşivi) û di hinek berhema de li ser wê bûyerê lêkolîn kir û çend hev belge bi dest xist.

 

Di belgeya yekemîn de, General Ehsan Nurî, di bîranînê xwe de, herwisa rêzdar Emîn Karaca jî di pirtûka xwe ya bi navê “Ağrı Eteklerinde İsyan” de, di rûpelên 154-55 de behsa wê bûyerê dikin.

 

Serhildana Girîdaxê de, li Erdîşê, di şerê yekemîn de êrişa li ser balafirgeha leşkerî, lehengên Eşîreta Bekiran pêk anîbûn, lê mixabin di dest wan de çek û sîleh jî tunebûn, wana bi das û balteyan êriş birine ser balafirgehê, wendahî dan, lê balafirgeh û du teyarên şer di hazirîya firdayînê de bi dest xistin, hem teyare şewitandin, hem jî pir çek û sîleh û muhîmat rakiribûn.

 

Belge û dokumanta duyemin, ya Arşîva Komarê de jî, behsa wê bûyerê dike. Xuya ye ku êrîşa li ser balafirgehê û pîlotên leşkerî de, ji ber ku şervanên Kurd ji ser pîlotan û ji ser balafiran muhîmat û çek hildane (berçavk di nav de) derheqê wan pîlotên şer de lêpirsîn û doza huqûqî hatiye vekirin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev