Serokê Komîteya Îstiqlal û Rizgarîya Kurdistanê: Xalid Begê Cibran (1882-1925) -1

Serokê Komîteya Îstiqlal û Rizgarîya Kurdistanê: Xalid Begê Cibran (1882-1925) -1

Me ji lêkolerekî navdar gotareke delal sitend, jiber mezinahîya nivîsê,

emê 4 rojan dû hev beş bi beş wê çap bikin. Fermo, îro beşa pêşin bixwînin.

Seîd Veroj

 

“Tehemmûl wan nekir Xalid Beg û Yûsif Zîya kuştin

Çirayê me vekuştin, ma kesî ‘eqlî li ser hiştin?”

Evdirehîm Rehmî Hekarî

  1. Destpêk

Di vê nivîsa li ber destê we de, bi giranî ez dê behsa portreya Xalid Begê Cibran û Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê bikim. Lewra di gelek nivîs û çavkanîyan de û bi taybetî jî yên ku di bin tesîra îdeolojîya fermî de hatine nivisîn, rêxistina amadekar a Tevgera 1925an yan bi nezanî tê jibîrkirin yan jî bi zanîn tê veşartin. Ger tevgerek civakî û neteweyî, ji pêvajoya çêbûna rêxistin û honandina wê bête qutkirin, ew tevger, wek tevgereke ferdî tête nîşandan û bi vî awayê jî alîyê wê yê sîyasî û neteweyî tête veşartin, mîrasgirên wê yên civakî û sîyasî têne xapandin.

Tevgera 1925an, ji ber pêşengî û serkirdeyetîya şêx û ulemayan; ji alîyê hinek çepgiran ve wek tevgereke dînî û kevneperest tête binavkirin û rexnekirin, ji alîyê hinek îslamîyên sîyasî ve jî tenê wek tevgereke cîhadî û dînî tête pênasekirin. Di rastîyê de her du alî jî nerast in, dixwazin tevgera îstiqlal û rizgarîya Kurdistanê ya sala 1925an, ji naveroka wê ya neteweyî dûr bixin û her yek alîyek kirasê xwe yê îdeolojîk lê bikin.

Tevgera sala 1925an, bi amadekarîya rêxistina Cemîyeta Îstiqlala û Îstihlas Kurdistanê (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê) yan jî bi navê xwe yê kurt ji alîyê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê ve hatîye amadekirin û serokê vê rêxistinê jî mîralayî Xalid Begê Cibran bû. Li gor yên berîya xwe du xusûsîyetên cuda yên vê rêxistina nû hebûn: Yekem, ev rêxistin di şiklê cepheyekî neteweyî de hatibû sazkirin û di nav de gelek grubên cuda hebûn; ya duyem, ev rêxistin yekemîn rêxistina îlegal û modrn a wê demê ye ku li ser erdê Kurdistanê hatîye damezrandin û pirranîya kadroyên wê yên navendî li Kurdistanê bûne.

  1. Ciyê jidayikbûn, malbat û perwerdeya Xalid Begê

Xalidê Mehmûd Beg, di sala 1882an de li Gimgima (Varto) Mûşê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mehmûd Selîm Beg e û yê dayika wî jî Helîme Xanim e. “Mehmûd Selîm Beg, ji mala Siwar kurê Elî Axayê Cibran bû û qumandarê alaya duyem a eşîreta Cibran bû bi rutbeya Yarbayî. Wî di şerê Uris da salên (1877-1878)an jiyana xwe wenda kirîye. Dayika Xalid Beg, qîza Mele Mihemedê Melekan e. Gulê Xanima dayika Şêx Seîd jî, qîza Me

le Mihemedê Melekan bû. Yanî Şêx Seîd Efendî û Xalid Beg lawxaltîyê hev bûn. Mele Mihemedê Melekan, birayê Şêx Ebdulyê mezin bû. Gundê Melekan (Mellê Kal), ser bi navçeya Solxan e û bi girêdayî Bîngolê ye.

Eşîra Cibran, li ser erdekî berfireh belav bûye; ji 4-5 gundên nehîya Sencaxa Bîngolê dest pê dike, ber bi rojhelatê ve gundên sunnîyên Kanîreşê (Qarlîova) û Gimgimê, ji wir ve bakurê Mûşê û Rojavayê Bulanixê bigre heta gundên başûrê Xinûsê dirêj dibe.”[1]

Heşt zarokên Mehmûd Selîm Beg hebûn; “çar ji wan law (kur) û çar jî keç bûn; Xalid, Mihemed Emîn, Ehmed, Selîm, Fatîma, Gulê, Nafîye û Hewa. Mihemed Emînê birayê Xalid Beg, di sala 1916an de li herêma Heranê ji ber nexweşîyê mirîye. Selîm Beg, piştî şikestina tevgerê bi tevî gruba xwe li çîya şer didomîne û sala 1926an li herêma Qirtuzê di pevçûnekê de bi xeletî hatîye kuştin. Ehmed Begê ku ji serî heta dawî di nav tevgerê de bû, di sala 1973an de koça dawî kirîye. Fatîmaya xuşka Xalid Beg, bi Şêx Seîd Efendî re zewicî bû: Gulê, bi Elî Begê pismamê Xalid Beg re zewicî bû û piştî mirina mêrê xwe cara didoyê bi Bînbaşî Qasim re zewicî bû; Nafîye Xanim, bi Latîf Begê ji malbata Eledîn Paşayê Xinûsî re zewicî bû; Hewa Xanim jî, bi Betal Efendîyê Erzurumî re Zewicî bû.”[2]

Xalidê Mehmûd, xwendina xwe ya seretayî li mal û medreseyên herêmê dest pê dike. Ji wê şîn ve ji bo xwendinê, qeyda wî di sala 1892an de li Mekteba Eşîretan hatîye çêkirin. Mekteba Eşîretan, sala ku Alayîyên Hemîdî hatibûn sazkirin yanî di sala 1891an de ji alîyê Siltan Abdulhemîdê Duyem ve li Îstenbulê hatibû vekirin. Siltan Abdulhemîdê Duyem dixwest bi rêya Mekteba Eşîretan; sîyaseta xwe ya panîslamîst di nav unsirên osmanî de belav bike, supayên dahatûyê ji bo Alayîyên Hemîdî perwerde bike, piştî perwerdeyîyê çerxa burokrasîyê bi zarokên eşîran bide nasîn û wan bikşîne nav vê çerxê, mexsederkê vekirina ve mekteban jî li hemberê îhtimala serhildana eşîran, wek tedbîrekî rehîngirtina zarokên serokeşîran e ji alîyê Seraya Îstenbulê ve. Di nav çar salan de tenê qeyda 21 zarokên kurd di vê mektebê de hatîye çêkirin û yên mayî zarokên ereb, arnawid û wd. bûn.

“Ji eşîra Cibran qeydê sê zarokan di vê mektebê de hatîye çêkirin;  Xalid, Qasim û M. Şerîf.”[3] Xalid, di Tebaxa 1896an de xwendina xwe ya di Mekteba Eşîretan de temam kirîye. Ew xwendevanekî jêhatî û pirr serkevtî bû. “Xalid Beg piştî ku Mekteba Eşîran temam kirîye ji bo Mekteba Herbîye ya Yıldizê (Yıldız Mekteb-i Harbiye) hatîye şandin. Di sala 1902 de bi pileya (rutbe) yaver yuzbaşîtîyê ji Herbîyeyê derçûye.”[4] Wî bi zimanê erebî, farisî, fransizî û kurdî baş zanîbû. Piştî ku wî Mekteba Herbîyeyê xelas kirîye, bi tevî hêza leşkerîya eşîra Cibran rêkirine cepheya Filîstinê. Ew nêzîkê deh salan li bajar û herêmên wekî Cerablûs, Yemen, Hema û Humûsê xebitîye. Di salên 1912-13an de vegerîyaye Gimgimê û ji ber ku bavê wî rehmet kirîye di şûna bavê xwe de bi rutbeya bînbaşîtîyê bûye qumandarê Alaya Duyem a eşîra Cibran. Berîya destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, bi Guledndam Xanima qîza malmidurîyê Gimgimê re zewicîye ku bi eslê xwe ji xelkê Bedlîsê bû. Xanima wî piştî salekî di dema zayistanî de bi tevî zarokê xwe mirîye. Piştî ku jina wî mirîye, Xalid Beg, cara didoyê ji Xinûsê bi Nafîye Xanima qîza Mehmûd Axayê Behadîn Beg re zewicîye. Ji vê zewacê, bi navê Mehmûd û Îbrahîm du zarokên lawîn jê re çêbûne.

“Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir, li navçeya Gimgimê bû serokê Alayîya  Suwarî ya Cibran. Dû re tevayî çekdarên eşîra Cibran ketin bin fermandarîya Xalid Begî.”[5] Ew, di nav alayîyên Cibran û millîsên kurd de gelek bi edalet tevgerîyaye. Dema ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê dike, li herêma Serhedê artêşa Osmanî têkdiçe û beşekî girîngê Kurdistanê dikeve bin hikumdarîya leşkerên Rusya. “Xalid Beg bi rutbeya Mîralayî, bi tevî Reşîd Begê nevîyê Bînbaşî Îbrahîmê qumandarê Alayîya Yekem a Cibran, bînbaşî Xalid Begê Mexsûdî yê qumandarê alayîya Sêyem a Cibran, bînbaşî Selîm Begê Fezlî yê qumandarê alayîya çarem û bînbaşî Reşîd Beg digel hêzên millîs û eşîran li hemberê Rusyayê tevlî şer dibin. Cesaret û qebîlîyeta wî ya leşkerî, ji alîyê hevalên wî û qumandarên artêşê ve daîm hatîye teqdîrkirin.”[6] Lêbelê xweragirtina wan a li hemberê artêşa Rusyayê bi ser nakeve û di dawîya sala 1915an de mecbûr dimînin ku bi tevî malbatan, xwe ber bi paş ve bikşînin alîyê Çebexçûrê û ji wir ve jî çûne gundê Sekrata Paloyê. Xalid Begê di dema komkujîya Ermenan de, li Gimgimê (Varto) û Muşê gelek Ermen ji qirkirinê rizgar kirine. Di sala 1916an de Xalid Begê bi wezîfe rêdikin cepheya Sûriye û Îranê. Piştî ku li Rusyayê di 17ê Çirîya Pêşîn a 1917an de Şoreşa Bolşewîk çêdibe, Rusya hêzên xwe ji herêma Serhedê paş ve dikşîne.

“Sala 1918 ku şerr bi dawî hat, Xalid Beg, malbatên wan ên li herêma Palo û Xarpêtê vedigerine warê xwe yê Serhedê. Di dema vegerê de Nafîye Xanima jina wî, ji ber nexweşîya kolerayê li gundekî (çanakçı) Paloyê wefat kirîye. Ji sala 1918an şûn ve ku Xalid Beg vedigere Gimgimê, ji Bulanixê bi Xetîce Xanima qîza Beglerê Sîmo yê Çerkez re dizewice.”[7]

Xalid Beg kesayetekî (şexsîyetekî) neteweperwer û xwedî bîr û bawerî bûye. Di heman demê de, bi dîn, bi çand, bi ziman xwe û edetên Kurdistanî ve girêdayî bûye. Ew di nameyekê xwe de dibêje: “Di mesela dîn û millet de, mazaretê tu kesekî qebûl nakim. Rêya min rêya rast e. Durûtî û lêbokî (çaplûsî) li nik min nîne. Serê min fedayê dîn û miletê min e.”[8] Ew bi van fikr û bawerîyên xwe, di dawîya sala 1918an de dibe endamê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK). Qedrî Cemîl Paşa li ser damezrandina vê rêxistinê dibêje: “Bi agirbesta Mondrosê ve dawî li Şerê Cîhanê yê Yekem hat û welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Komeleya Tealîya Kurdistanê rêxistineke sîyasî damezrandin.”[9] Ew bi tevî kar û xebata sîyasî, li ser ziman û kultura kurdî jî xebitîye; “daîm şîretan li xelkê kurd dikir û digot her tim cil û bergên netewî li xwe bikin û bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin. Ji bo vê yekê jî, Xalid Begê kitêbên wekî Nûbara PiçûkanMem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî li gundan belav dikir.”[10]

Xalid Beg li pey mal, milk, mewqî û meqam ne gerîyaye û her dem xwedî doza xwe bûye. Di riya doza xwe de jî canê xwe feda kirîye û hîç wextekî ji dijminên xwe re serî nedanîye. Ew, di têkilîyên civakî de bêalî û adil bûye; qîmet û girîngîya pêdivî daye hemû kom û alîyên civata kurd, bi taybetî di navbera eşîrên Sunnî û Alewîyên kurd de bûye wek pirekî pêbawer. Ji bo ku nakokîyên di navbera kurdên Alewî û Sunnîyan ji holê rake, gelek xebat kirîye. Di nav eşîretên Sunnî û Alewî de qedrê wî gelek bilind bûye, ji her du alîyan jî serokeşîr û giragirên wan bi Xalid Begê pirr bawer bûne. “Dema Xalid Beg ji Îranê vedigere Gimgimê, ji berk u xanîyên wan xera bûne di nav eşîretên Alewî yên wekî Avdelî, Kimsorî û Kilawsî de bi mêvanî di mala Îsmaîlê Seyidxanê Avdêlî dimîne. Bi wan re têkilîyên germ saz dike, ji bo ku pirsgirêkên navbera eşîretan çareser bike û ji holê rabike gelek xebatan dimeşîne. Ji vî qasî, keç û xortên Alewî û Sunnî bi hevûdu re dizewîcîne.”[11]

“Tê gotin, ku, di vê demê de li gundê Qalçixê, di mala Îsmaîlê Seyidxanê serokê eşîra Avdelan de civînek berfireh hatîye sazkirin. Di civînê de biryar tê girtin ku, Xalid Beg biçe Erzerumê. Lewra li bajarê Erzerumê konsolxaneyên dewletên wek Uris, Îran û Îngilizan hebûne. Xalid Beg ji bo ku bikaribe bi van dewletan re têkilî çêbike, li çûyina bajarê Erzerumê erênî mêze kirîye û li bajarê Erzurumê bi cih bûye.”[12] Ew, di sala 1919an de dibe qumandarê alayîyê, bi girêdayî Orduya li Erzerumê dest bi wezîfeyê dike.

  1. Xebata rêxistinî û sîyasî; Xalid Begê Cibran endamê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û serokê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû

Ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) şûn ve, di roja 17ê Kanûna Ewela 1334 (1918)an de bi serokîya Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydulayê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîye avakirin. Navenda CTKê li Îstenbulê bû û ev rêxistin bi navê “Cemîyeta Kurdistanê”[13] jî hatîye binavkirin. Di heqê rêxistinbûna CTKê de, T. Z. Tunaya dibêje “Cemîyetê li her derê Kurdistanê şûbeyên xwe damezrandine. Li Dîyarbekir, Elezîz (Xarpêt), Arapgîr, Xerzan, Xozat (Dêrsim), Erzerum, Wan û Adanayê şûbeyên xwe vekirine.” Li ser hev “19 Şubeyên CTKê hebûn.”[14] Xalid Beg, bi girêdayî şubeya Erzerumê endamên CTKê bû.

CTKê, bi tevî pêkanîna xebatên komelayetî û kulturî, ji alîyê sîyasî ve jî dixwest ku “Prensîbên Wîlsonî” ji bo çareserîya meseleya miletê kurd bêne tetbîqkirin. Ev daxwaza cemîyetê, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî hatîye pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlsonî, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezrînin.”[15] “Armanca esasî ya CTKê ev bû; ku bikare ji vê rewşa nû ya piştî Şerê Yekem îstîfade bike û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê damezrîne.[16] Ji bo pêkanîna vê armancê CTKê, bi tevî xebatên rêxistinî û civakî û sîyasî, di warê çapemenîyê de jî kovarên wekî Jîn, Kurdistan û rojnameya Serbestî çap kirine. Hem desthilatdarîya sîyasî ya Îsenbulê û hem jî tevgera Mistefa Kemal ji rêxistin û xebata CTKê pirr aciz bûn. Ji çêbûna Peymana Sevrê (10ê Tabaxa 1920) şûn ve, nerehetî û acizîya hikûmetê li hemberê xebatên CTKê hîn bêtir bûn. Lewra bi îmzekirina Peymana Sevrê, îhtîmala çêbûna Kurdistan û Ermenîstanek serbixwe derketîbû meydanê. Di vê pêvajoyê de, li Kurdistanê xebata tevgera Kemalîst jî her ku diçû pêş diket û zixtên wan ên li ser tevgera kurd û gelê Kurdistanê jî zêdetir dibûn. Ji ber vê, “ji alîyê hikûmetê ve biryara girtina CTKê hate dayin.”[17]  Ji xwe berîya wê jî, dest bi girtina hinek şûbeyên CTKê kiribûn. Li hemberî tevgera kurd û CTKê, helwest û polîtîkaya Saraya Osmanî û Heyeta Temsîlîye ya Mistefa kemal yek bû. Di encama vê helwesta yekgirtî ya Stenbol û Anqereyê de, “Di Temûza 1920an de, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve biryara girtina CTKê hatîye dayin.”

Di rûpela pêşî ya kovara Jînê ya hejmara 33an de, bi sernivîsa “Şûbeyên Cemîyeta Kurd çima hatine girtin?”, meqeleyek bênav hatîye nivîsandin û nivîskar di vê meqeleya xwe de, bi kin û kurtayî bersiva vê pirsê weha daye: “Ji ber ku ev cemîyet yên kurda bûn, hatin girtin. Lewra armanca sîyasî û sereke ya hemû hikumetan ev ku kurd negihîjin mafên xwe.[18]

Piştî girtina navend û rawestandina xebata CTKê ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya Îstenbul û Anqerê ve. Xalid Beg û hevalên xwe dest bi hewldana çêkirina rêxistineke nû ya binerd (îlegal) dikin. Nûrî Dêrsimî di Xatiratên xwe de dibêje: “Qehremanê kurd Mîralayî Xalid Begê Cibran û hevalên xwe, bi dîrektîfa Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ya navenda Îstenbulê, li ser erdê welatê xwe dest bi çêkirina rêxistina kurd û Kurdistanê kiribûn.”[19] Ji bo avakirina rêxistineke nû, bi gelek alîyan re; bi sîyasetmedar, rewşenbîr, mîr, axa, şêx, serokeşîr, zabît û meleyên Kurdistanê re hevdîtinan pêk dihêne û di encama vê xebata berfireh de rêxistineke nû tête avakirin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev