PANORAMA

PANORAMA

Beşek ji romana nivîskar Enwer Karahan ”ÇÛ”yê

Min dît… Min dît ku bayekî zîz hat û xortaniya me bi xwe re vîz kir. Em kirin mîna çiloyê li sikakên qeşmeran ku li ber xezeba bayê kur ketibe; mîna lema tûtina ku şeqşeqî bûbe û bi ser koka xwe de porxinî be… Bayî her fîkand û em jî bi xwe re hejandin.

Me jî halan di hev de hilda, bêyî ku em kumên hevdu bi pênc pereyan bihesibînin. Em bûn leylan û perwane, me bar li hev îşkkir û berî da qiyameyî.

Me zilam li ber çavên xwe nedîtin! Me ji sîya xwe re got, ”kiş” be! Pozê me bilind, lê bi rastî jî nefsa me piçûk bû. Em rojê li paleyî û palûteyekê bûn, ji ber ku em hevalên feqîr û fiqareyan bûn.

Me qala tiştên ji serê xwe mezintir kirin. Her yek ji me bû siwarê şînbozekî û gund bi gund, kuçe bi kuçe, mal bi mal geriyan. Me qala guherandina dinyayê, qala wekheviya însên û qala dewletbûyinê ji miletî re kir. Bi rojê li komeleyan û bi şevê li kuçeyan; di destê me hinan de kitêbên alim û fîlozofan, di yên hinan de qutî û firçeyên boyaxê. Dotira rojê, diwarî bang li dîwarî dikir, ”Bimre axatî!”, ”Bimre faşîzm!”, ”Bimre kevneperestî…”. Yên li ber axatiya xwe ketin, serê sibehê qutîyeke boyaxa ji rengê şîn kirrî û ser wan sloganan boyax kir û ji dêvila wan nivîsî, ”Bimire pîçên Mao û Lenîn!”. Yên ji destê wan hat jî derketin Sûka Kûçikan û higiz û qameyên xwe rakirin hewa û got, ”Kî ne ew ê xwediyê fort û gefan? Kî ne ew ê ku qûna wan ya mirîşkê ye û li ser hêka betê datîne; de bila derkevin meydana mêran da em li hev bidin das û biviran!”. Çend kesên ku li ber deriyê Qahwexaneya Telebeyan, hêdîka difiskirand bêyî ku xwe têxên tatola zirtoleyan. Paşê roja wan kesan jî dê bihata û derketa çarçiya miriyan, serên xwe bera ber xwe bidana û bêyî ku li dû xwe bizîvirin, dê hilkişiyana ser maseyên qahwexaneyan û bi zixtên lawê “datlîfiroşan”, wan ê xwe bavêta bextê zeytûniyan.

Me kesî bi wê xortikiya xwe rê neda rîhsipiyan û em bûn ên ku li odeyan, li civat û şînan alintiyan ji rîhmelkisan bikin. Hinek ji me bûn hakimên adil û hin ji me bûn bekçiyên namûsê. Ne diz û keleş û ne jî zinêkar û qumarbaz; ne yên azib û ne yên jinberdayî, ne yên pereyê nên di bêrîkê de tune bûn û ne jî yên destên xwe vedigirtin bê selayî di ser simbêlboqan re bihurîn; ji ber xof û heybeta firtoneyê, hewara wan mabû xaliqê bej û avê.

Me gah bi awir û sîleyan û gah bi qame û devê namliyan; hinan ji me alaya bi dasûçakût û hinan ji me ya bi sorsitêrk hilda; netîce çû li ser koka esil û feslê xwe mexel hat. Ev kuçe ya te û ev dibistan ya min bû; yek bû mîrek û yê din bû beg, li qada şerî halan di hev de hildan siwar û peyayan… Bû pingîna mêşan li ser meytên pozberanan, li nav tene û cehên li ber das û qalûçan, kesî tegbîr û selewat jî li ser wan neanî. “Emrê dirêj û kîsikê pereyan ” di bêrîkên delaliyên ber dilê dêûbavan de çilmisîn. Bêyî ku kes ji esalet û navê bavê xwe fedî bike; rêyên maqûlan hatin birîn û bi beskura mîrekan hate girtin. Ma kê karîbû bigota “kirt”, Xwedê hevza mirovî ji “çêlikên ecuneyan” bike.

Min dît… min dît ku em bûn mîna çêlkewan. Dewrek hat ku bira li birê xwedî derneket; dê weledên xwe avêt û ew ên heta do ji me re digot, ”Heval û birayê kurmanc!”, di ber me re bihurîn û qerfên xwe kirin; di ber xwe de got, ”Merheba, birayê ’kîr-maç’!”… Min dît ku mîna noka li kevirî, yên teva bêceme û atlêtî xwe li hidûdan xistin û yên di nav nivînan de nîvtahzî ketin destê teresan. Yên bûn araqvexwir û qumarbaz, yên bûn mamûrên biqerewat; yên bûn hevalên bekçî û polîsan, yên bûn qaçxûnên serê çiyayan; yên bûn zana û pêlewan, yên bûn havizqur’an û rabûn qameta du rûkeetan; yên di îşkencexaneyan de kir hewar û gazî, lê navê xwe jî bilêv nekir û yên sîle jî nexwar, lê heta bi navê elok û pisîka xwe jî gotin; yên ji bo du kevçî şorbe li rûyê hevalên xwe sekinîn û buxtanên nemayî kirin û yên pariyên xwe kirin devên hevalên xwe yên naşî; yên bûn mitehîd, mihendîs, tacir û selefçî û rû ji ber hevalên xwe guherî û yên ji qirika xwe girt û çar orçek genim avêt nav zaroyên hustuxwar.

Min dît… Min dît ku li orta sûkê, bi guleyên qatilên ”qesasnediyar”an re, ew zarokên ku li ber destên me mezin bûbûn bi dev ketin erdê; xortên naşî, nîvtahzî ji paş bûkên serbixêlî hatin derxistin. Tiliyên destên bihine li paş wan hatin kindirkirin, seet û hingulîskên zavatiyê jê hatin şêlandin; serê sibehê kumê bixwîn ji serê zavayên sêrokî hatin kişandin; haware porkurên dayikan bi ser du dilop xwîna pozberanan de bû fermana ku heta bi ber perê ezmanê nedirûtî ve bifûre…

Min dît… Lîrandin û fermana li ber deriyê zindanan, def û zirnaya aşiqan, firîna teyrên berateyan û xeşîmiya di pêxîla neyaran; di asoyê xeribiyê de, di bextê evîna nejidil de, di her şeveke xalî de; di qefesên minafiqan de, di rêzên nivîskarên nebextewar de, min dilşikestin dît.

Min dît… Min dît ku me ne bi berxî têr şîr û ne jî bi kavirî têr gîha xwar… A liv ê hefsê, a li wê nezaretxaneyê, a li wê firariyê, a li wê mahkûmiyê; a li wê dîlanê, a li wê şînê, a li wê xwazgîniyê; a li wê meşê, a li wê mitîngê, a li wê şevê…

Bihar hatin û bîhna gul û nêrgizan bi ser wêneyên nîvcomayî de fûriya; payiz hatin, darên hewr û kenêran bi keder pel bi ser bêhêvîtiyê de weşandin. Havîn hatin û zivistanan kuliyên berfê li derketiyan ba kirin. Kesî ne ji bihar û payizê û ne jî ji zivistan û havînê şêkirand, lê kesî tu carî hêviya xwe bi demsaleke din ve jî girê neda.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev