Serokê Komîteya Îstiqlal û Rizgarîya Kurdistanê: Xalid Begê Cibran (1882-1925) -2

Serokê Komîteya Îstiqlal û Rizgarîya Kurdistanê: Xalid Begê Cibran (1882-1925) -2

Me ji lêkolerekî navdar gotareke delal sitendibû, jiber mezinahîya nivîsê,

me ew kir 4 beş. Beşa pêşin we duh xwend. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin.

 

Seîd Veroj

“Tehemmûl wan nekir Xalid Beg û Yûsif Zîya kuştin

Çirayê me vekuştin, ma kesî ‘eqlî li ser hiştin?”

Evdirehîm Rehmî Hekarî

Xalid Begê, çûn û bicîbûna li bajarê Erzerumê bi taybetî tercih kiribû. Bajarê Erzerumê bi çend taybetmendîyên xwe ve girîng bû: Li wê derê nûner û konsolxaneyên dewletên gewre yên wê demê hebûn; bi taybetî Erzerum li ser sînorê dewletekê gewre ya wekî Rusyayê bû; yek ji bajarên girîng ê navenda bazirganîyê bû ku ji gelek herêmên Kurdistanê ve hatûçûna ji bo wê derê çêdibû. Ji ber vê rewşa taybet, li wê derê bicî bûye. “Piştî bicihbûna li Erzurumê, Xalid Beg, bi gelek serok eşîrên kurd yên bi nav û deng re peywendî sazkirîye. Wek: Evdilmecîd Begê Sipki, Kor Huseyîn Paşa yê Heyderî, ji eşîreta Zirkan Keremê Qolaxasî, Selîm Begê Madragê, Qulîxan Begê û Xalid Begê Hesenî. Xalid Beg ji dervayê van serokeşîrên kurd, li bajarê Erzeurum û Qersê bi hinek eşîretên Turkmenan re ji têkilîi sazkirîye. Wek; Serokê eşîreta Karakarutê Abbas Begê Qaxizmanê.”[20]

Erzerum heman demê ji her alî ve bona tevgera Mistefa Kemal û hevalên wî jî cîyekî girîng bû. Mistefa Kemal dixwest bi girêdana Kongreya Erzerumê (di navbera 23yê Temûzm-7 Tebaxê de), serokeşîr û giragirên kurdan bikişîne alîyê xwe û bi vê awayê hukma xwe ya li ser Kurdistanê bihêztir bike. Xalid Begê, Mistefa Kemal ji berê ve nasdikir, fikir û nîyeta wî ya li ser kurd û Kurdistanê jî dizanî. Ji ber vê yekê xwe jê dûr dixist, bi tevî ku vexwendîyê Kongireya Erzerumê bûye beşdar nebûye. Ji sazkerên kongreyê Süleyman Necati dibêje: Ji alîyê heyeta merkezî ve ji kesayetê muhterem û fazîletdarê kurdan Mîralayî Xalid Begê Cibran re nameyek hate şandin ji bo vexwendina Kongreyê. Xalid Begê, bersivekê welatperwerane da got: Ez û eşîretên kurdan bi girêdayî Erzerumê ne û biryarên ku bêne girtin ji bo me jî qebûl in, lêbelê ji ber hinek sebeban nikarim beşdarê civîna we ya mesûd bibim.”[21] Ji alîyê kurdan ve Hecî Mûsa Begê Xwêtî, ji bo heyeta Nûnerên Kongreya Erzerumê hatibû hilbijartin lêbelê beşdarê Kongrê nebûbû. Dema Komîteya Îstiqlalê hatîye avakirin ew jî beşdarên vê rêxistinê bûye.

Ji ber helwest û xweragirtina wî, rêvebirên leşkerî yên wê demê, ji xebat û tevgera wî guman kirine û ew ji karê aktîf dûrxistine. Dema ku Xalid Beg li Erzerumê di nav orduyê wezîfedar e, “Kazim Karabekir Paşa guman pê dikir ku Xalid Begê Cibran bi awayekî nepenî xebata teşkîlatekê dike. Ji ber vê yekê di roja 19.08.1919an de wî ji kar û xebata aktîf a qiteayê girtîye, bi rûtbeya mîralayîyê ji bo Serokatîya Komîsyona Dîwana Muhasebeya Qolorduyê wezîfedar kirîye.”[22] Bi vî awayî xwestîye ku ew li navenda Erzerumê bimîne, ji bajarê Erzerumê nederkeve û dûr nekeve.

Bi rastî jî Xalid Beg û hevalên xwe, bi navê Cemîyeta Kurdistanê yê şaxê Erzerumê dest bi lêgerîn û xebatekê nû kiribûn. Rêxistina “Komîteya Kurd a Erzerumê” di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd (veşartî) kirîye û bi Komîteya Îstenbolê re jî têkilîyên xwe yên veşartî domandine. Xalid Begê Cibran bi xwe jî endamê CTKê bû. Li gor agahîyên konsolosê Rusî yê Erzerumê jî, di dawîya sala 1920an de li Erzerumê bi navê “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê” yan jî “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” rêxistinek hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Di raporteke veşartî ya Hêzên Hawayî yê Brîtanyayê de, li ser têkilîya CTKê û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê weha hatîye gotin: “Ev rêxistin, berdewamîya Cemîyeta Kurd a Stenbolê ye. Ji ber zixt û gumanên hikûmetê, Cemîyetê sala 1921ê qerargeha xwe ji Îstenbulê ve birîye Erzerumê û ji wê rojê ve hetanî îro xebata xwe li vê navendê pêşxistîye.”[23]

Di vê demê de herweha berhevkirina îmzeyan ji bo tetbîqkirina Peymana Sevrê, têkilî û xebata ji bo yekgirtina rêxistin û grubên kurd jî berdewam bû. Di encama van hewldanan de, Komîteya Navendî ya li Îstenbulê û Komîteya li Erzerumê, yekîtîya xwe pêk anîne. “Mîralayî Xalid Begî Cibrî ku serokê eşîra Cibran bû û li navçeya Mûş-Xinis daniştî bûn, sala 1921ê li Erzurumê komela penihanî ya “Komîteya Îstîqlala Kurdistan”ê damezrand û di demekê kêm de ev komele li Kurdistana Tirkiya li her şeş wîlayetên din da hate damezrandin û dest bi kar kir. Komeleyên aşkera û nihênîyên Kurdistanê; wekî Komeleya Tealîya Kurdistanê, Teşkîlatê Îctîmaîye, Hêvî, Demokrat û Sosyalîstên Kurdistanê hemûyan li nav Komîteya Îstiqlala Kurdistanê xwe gihandin hev û ji xeynê wan li Anqerê jî Yusif Zîya Beg ku nûnerê bajarê Bedlîs û serokê Mehkemeyekê Îstiqlalê bû, wî jî di sala 1922yê de komelekê penihanî bi navê Îstiqlala Kurdistanê dirûst kiribû û leqên wê li navçeyên Wan û Bedlîs û Anqera û Îstenbulê pêk hatibûn. Ev komele jî tevlî Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû û bi vî awayî di salên 1921-1922an de hemû partî û komeleyên sîyasî yên aşkera û nihênîyên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê de çûne jêr alaya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê û hemûyan hevûdu girtin ji bo rizgarî û serbixweyîya Kurdistanê bi hev re peyman bestin.”[24] Di dawîya hewldan û xebatên yekgirtinê de “Komîteya Kurd a Îstenbulê”, “Komîteya Kurd a Erzerumê” û bi tevî hin grub û rêxistinên din bi navê “Komîteya Navendîya Kurdistanê” rêxistineke nû damezrandin ku paşê navê wê hate guhartin û bû “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê”. Di çavkanîyê cûda û hinek belavokên rêxistinê û belgenameyên mehkemeyê de navê rêxistinê, bi zimanê tirkî wek “Kürdistan İstiklâl ve İstihlâs Komitesi (Kürdistan Bağımsızlık ve Kurtuluş Komitesi)”[25] derbas dibe. Bi kurdî “Komîteya Îstiqlal û Îstihlas Kurdistanê” yan jî “Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê”. Bi îhtimaleke mezin “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê”, kurteya navê  “Komîteya Îstiqlal û Îstihlas Kurdistanê” ye. Îsmaîl Heqî Şaweys dibêje: “Di navbera salên 1921-1922an de, çi eşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên sîyasî yên gelê kurd xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” û bi hev girtin.”[26] Di hinek çavkanîyan de jî bi navê “Komîteya Azadîya Kurdistanê” yan jî bi navê xwe yê kurt, wek “Azadî” tête binavkirin. Bînbaşî Qasimê Cibran dibêje: “Di rastîyê de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê nav guherî û bi veşartî (îlegal) bû Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê.”[27]

Di derbarê dîroka damezrandina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê de, fikrên cûda hene. Garo Sasunî, li gor raportek Îsmaîl Heqî Şaweys ku di hejmara kanûna 1925an ya kovara Troşak de hatîye belavkirin, neqil dike û dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1920an de li Erzerumê bi serokatîya Xalid Begê bi veşartî hatîye avakirin. Armanca komîteyê, xelasbûna ji bindestîya tirkan û pêkanîna serxwebûna Kurdistanê bû.”[28] Îsmaîl Heqî Şaweysê ku ew bi xwe jî yek ji damezrênerê vê rêxistinê ye di bîranînê xwe de dibêje: “Di sala 1921ê de li Erzerumê navenda Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt.”[29] Li gor nivîsandina Dr. Nûrî Dêrsimî, “Komîteya Kurdistanê ya li Erzerumê, di nav sala 1919an de li ser dîrektîfa navenda Îstenbulê ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, bi serokatîya qehremanê kurd Xalid Begê Cibran hatîye damezrandin.”[30] Li gor Sasûnî, “rêxistin pêşîyê ji alîyê Xalid Beg ve di Çirîya Pêşîna 1920an de li Erzerumê bi navê “Komîteya Serxwebûna Kurdistanê” hatîye avakirin.”[31] Mehmed Emîn Severê birazîyê Xalid Beg jî dibêje: “Rêxistina Azadî di bihara sala 1921an de hatîye avakirin.”[32] Li gor neqilkirina Mele Xalid, Fehmîyê Bîlal jî dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1921ê de hatîye avakirin û di nav zemanek kurt de li tevayîyê herêmê rêxistina xwe pêk anîbû.”[33] Tahsîn Sever dibêje: “Xebatên rêxistina Azadî, bi kadroyên pirr hindik di destpêka sala 1919an de bi awayekî veşartî (îllegal) dest pê kirîye. Giranîya xebata rêxistinê, di nav kurdên lejker de bûye. Ji salên 1923an şûn ve dest bi rêxistineka gelêrî ya berfireh kirîye.”[34] Li gor neqilkirina R. Olson, “Cemîyeta Îstiqlala Kurd ku di nava xelkê de bi navê Azadî dihête nasîn, sala 1921ê li Erzerumê hatîye avakirin.”[35] Li gor raporta Pavlovskyê Konsolosê Rusyaya Federal li Erzerumê, “Komîteya Kurd a Îsenbulê û Komîteya Kurd a Erzerumê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.”[36] “Komîte, li Erzerumê di sala 1922an de hatîye avakirin.”[37] Li gor M. Van Bruinessen, Rêxistina Azadî di sala 1923an de hatîye avakirin.[38] Rojnamevan Uğur Mumcu jî dibêje: “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê, di Gulana 1923an de li Erzerumê hatîye avakirin.”[39] Murat Bardakçı dibêje: “Komîte di navbera salên 1919-1922an de çêbûye.”[40] Li gor gotina Abdulmelîk Firat, “Cemîyeta Azadî di sala 1923an de hatîye avakirin û armanca wê damezrandina dewleteke serbixwe ya kurd bû.”[41] “Mele Selîm ji devê kesên nav tevgerê neqil dike û dibêje: Hîzba Azadîya Kurdistanê, di meha Hezîrana sala 1923an de li Erzerumê di mala Xalid Beg de hatîye damezrandin.”[42] Di raprotek veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje, ev rêxistin bi wesîteya Dr. Mehmed Şûkrî hatîye naskirin û herweha têkilîya wan bi Şerîf Paşa re jî heye. Ji ber xweparastin û gumanên hikûmetê, sala 1921ê qerargeha xwe birine Erzerumê û serokê wê jî Mîralayî Xalid Beg e.[43]

Komîteya Îsiqlalê, rêxistineke modrn bû, ji bêgavîyê bi awayekî îllegal kar dikir û teşkîlata wê li ser bingeha hucreyan hatîbû honandin. “Komele, li ser esasê hêlane hêlane (hucreyan) hatîbû çêkirin her hêlaneyek (hucreyek) pêk hatîbû ji 12 kesan. Van 12 têkoşeran hev nas dikir lêbelê endamên her hucreyek bi navgînîya serokê hucreyê pêwendî bi hucreyeke din re datanî. Endamên hucreyek endamên hucreyeke din nas nedikirin. Li gor Bînbaşî Qasim ku ji devê Xalid Beg û Yusif Zîya neqil dike û dibêje: Teşkîlat li ser esasê grubên pêncane hatîye avakirin û endamên grubek ji yên din neagadar in.[44] Navnîşana hucreyan jî wisa bû: Her hucreyek navekî xwe yê nihênî hebû ku bi navê gul û giyayek an jî bi navê dever û deviyeke Kurdistanê dihate navkirin. Wek hucreyên Beybûn, Rebenok, Sorgul, Leylak, Guleşevîn an jî hucreyên Çiya, Şax, Kew, Zevî, Çem û hucreyên Gulecot, Yaregul, Gezîne, Nêrgiz û Lûleper… “[45]

“Arme (Dirûşm û sembolên komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê) jî wisa bû: Qelemeke dirêj li ser huburdankekê, li ser paçek gûşeyê pembû û simbila genim, di nav wan de jî xencerek, di nav qada hemûyan de jî roj hebû. Ev remz û nîşana Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû.”[46] Di nav kadro û pêşengên rêxistinê de; kesayetên sîyasetmedar, rewşenbîr, lejker û ulema hebûn, lêbelê pirranîya “Kadroyên esasî yên Azadî, ji supayên kurd ên nav artêşê pêk hatibûn ku pirranîya wan endamê Alayîyên Hemîdî bûn.”[47]

Komîteya Îstiqlalê, Kurdistan ji alîyê rêxistin û teşkîlatê ve kirîye sê beş (qisim): “Qismê yekem; Kurdistana Tirkîye û Bakûrê Sûrîyeyê, Qismê duyem; Kurdistana Iraqê, Qismê sêyem; Kurdistana Îranê.”[48] Komîteya Îstîqlala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyê bi awayekî nihênî hate damezrandin. Li gor Îsmaîl Heqî Şaweys; “Komîteya Îstîklala Kurdistanê”, li Kurdistana Tirkiyê di demeke kurt de li her şeş bajarên mezin belav bû û dest bi xebatê kir.”[49] Di nav demekê kurt de, li gelek bajarên Kurdistanê şubeyên xwe ava kirin. M. Van Bruinessen dibêje: Azadî, rêxistineke rastîn û ji 18an zêdetir teşkîlatên wê yên herêmî û pîlanekê wê yê çalakîyan hebû.”[50] Li gor Tehsîn Sever, “Di 23 bajar û bajarokan de şaxên wê hatine danîn.”[51] Rêxistinê hewl daye ku xwe bigehîna hemû beşên civaka Kurdistanê. “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê; bi tevî xebata rêxistinî û pêkanîna têkilîya digel serokeşîr, şêx, ulema, supayên kurd ên nav orduya tirk û xwendekaran, karê berhevkirina edebîyata devkî û belavkirina kitêbên kurdî jî dikir.”[52]

Herweha teşkîlat û têkilîyên xwe bi rêxistinên li başûr û rojavayê Kurdistanê re jî pêkanîbûn. Ji nameya Dr. Fuad ku di roja 21ê Sibata 1925an de ji Ferîd Paşa re hatîye nivisîn[53] weha dîyar dibe ku têkilî û şubeyên rêxistina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (Azadî); bi navendên wekî Bexdad, Heleb û Mûsilê re jî hebûne. Î. Heqî Şawey dibêje: “Xalid Begî li ser mebestên komîteyê bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Diyarbekir û nevîyên Şêx Evdilqadirê Şemzînan re li hev kiribû.”[54] Ji bo rêvebirina van têkilîyan, zabîtên wekî Tewfîqê Silêmanî, Îsmaîl Heqî Şaweys û Salih Efendî hatibûn wezîfedarkirin. Armanc, rêbaza xebatê, dirûstkirina şûbe (şax) û awayê rêxistinbûna Komîteya Îstiklalê, di Nîzamnameya Hundirîn û Nîzamnameya Derveyî ya rêxistinê de hatine destnîşankirin.

Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, pirr girîngî daye têkilîyên navdewletî, xwestine piştgirîya dewletên wekî Brîtanya, Rusya û Fransayê bigrin. Di Nîzamnameya Derveyî de, bi taybetî navê Hikumeta Îngiliz bi aşkerayî hatîye nivisîn û dibêje; “Armanca Komîteyê ev e ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û bi alîkariya Hukûmeta Îngilîz serxwebûna kurdan dabîn bike.”[55] Têkilîyên bi Brîtanyayê re bi giranî li ser komîteya Îstenbulê û bi destê Seyid Ebdulqadir dihate meşandin. Xalid Begê dixwest bêtir bi Rusya Bolşewîk re têkilî pêş bixe. Hevdîtinên bi Rusya Bolşewîk re, ji alîyê Xalid Beg û Yusif Zîya Beg ve dihate meşandin. Ji bo vê yekê ber bi dawîya sala 1920an nameyekê ji Lenînê serokê Rusya Bolşewîk re hatîye şandin. Lêbelê desthilatdarîya Bolşewîkan, pê li prensîbên xwe kirine û guh nedane hewara neteweya kurd, berûvajê fikira sîyaseta çepgirî ya enternasyonalîst, piştgirîya dewletek serdest û kolonyalîst kirine. Di destpêkê de Seyid Taha û Simko jî nêzîkê pêşxistina têkiliyên bi Rusyayê re bûn, lêbelê hêvî û bendewarîya wan pêk nehat û paşê wan jî xwe nêzîkê xeta îngiliz kirin.

Di raportek veşartî yê Hêzên Hawayî yên Îngilizan de, di bareyê rêxistin, şûbeyên (şaxên) wê yên li Kurdistanê, serokên van şûbeyan, navê eşîret û serokeşîrên piştgir, kadroyên pêşeng û endamên leşkerî yên nav dewlet û orduyê hatine dîyarkirin. Li van bajar û navçeyan şûbeyên rêxistinê hatine avakirin û navê rêvebirên wan wisa hatine dîyarkirin: “Erzerum (navenda rêxistinê ye û serokê wê Mîralayî Xalid Begê Cibran e), Stenbul (serokê şûbeyê Seyid Abdulqadir e), Qers (serokê şûbeyê Yuzbaşî Tewfîq Efendî ye), Bazîdê (Şêx Îbrahîm), Eleşgirt, Melezgird (Kor Husên Paşa), Varto (Xalid Begê Hesenî), Xinûs (Rûştî Efendî), Muş, Bedlîs (Yusif Zîya Beg), Wan (Mele Abdulmecîd Efendî), Sêrt (Yuzbaşî Îhsan Beg), Şirnax (Silêman Axa), Cizîr (Hecî Dûrsin Efendî), Dîyarbekir (Ekrem Cemîl Paşa), Mêrdîn (Hecî Xidir Efendî), Erzingan, Dêrsim (Kangozâde Elî Heyder), … ”[56] Li gor nivîsîna Qedrî Cemîl Paşayê Dîyarbekirî, şûbeya Dîyarbekirê ji van kesan pêk hatîbû: Dr. Fuad, Qasim Begê Cemîl Paşa, Mihemed Efendîyê wekîldawe, Hecî Axtî yê meşûr bi navê Bavê Tûjo û Ekrem Cemîl Beg. Bi tevî agahîyên weha, di bareyê desteya serkirde û hejmara endamên rêxistinê de, li ber destê me belgenameyên pêdivî û agahîyên pirr zelal nînin. “Kesê ku di dereceya yekemîn de serkêşîya vê xebatê dikir Xalid Beg bû, ew Mîralayî bû, kar û barê dewletê dizanî, pirr kêrhatî û kesayetekî fazîletdar (bijarte) bû.”[57] Li gor agahîyên xwecihî; deftera qeydkirina endemên rêxistinê, piştî derdestkirina Xalid Beg, ji alîyê apê wî yê Îsmaîl Axa ve hatîye şewitandin, da ku nekeve ber destê rêvebirên dewletê.

Di wêne da: Zabîtên ku li Îstenbulê di Mekteba Eşîretan de xwendine û ji wê şûn ve jî Mekteba Herbîye û Mulkîyeyê Şahane xelas kirin û bi rutbeya yuzbaşîtîyê derçûne û bûne fexrî yawerê Hezretî Şehrîyar. (Wêne, ji alîyê nûçegihanê mecmua Servet-i Fünun ve li Ezirganê hatîye kişandin û di jimara 380an de hatîye belavkirin. 

 (dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev