SEG Û XEYSETÊN WAN

SEG Û XEYSETÊN WAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Du şev berê, derengiya şevê bû, biraderê me Xurşîd Mîrzengî telefon kir, piştî lêpirsîna rewş û halê hevûdu, gote min: ”Çend xeysetên segan hene?”

Min jî biryar da ku ez ê nivîsek li ser xeysetên segan biweşînim.

Di kurdiya Kurmancî de navê tîp û cûreyên segan weha ye:

 

NÊR: Seg.

MÊ: Dêlik.

BÊXWEDÎ: Kûçik (ferqa nêr û mê tune)

DERTÛLKÎ: Tûle (kûçikê geroke)

PIÇÛK: Fîno.

YÊ NÊÇÎRÊ: Tajî.

TÊJIK: Cewrik.

YÊ YEKSALE Û NÊR: Cewr

 

Seg ji aliyê mirovan ve 15 hezar sal berê hatine kedîkirin, heta niha jî ew dirustiya xwe ji bo mirovan didin xuyakirin.

Îro li dinyayê li dora 400 milyonî segên kedî hene.

Platonê Sêwirmend ê Greki gotiye: ”Seg xwediyê rihekî fîlozofî ne.”

Bêguman cûre û texlîdên segan, ji sedî zêdetir hene. Li gor mezinbûn û piçûkbûna xwe, gewdeyê wan weha ye:

 

. Segên piçûk di navbera du û deh kîloyan de ne.

. Segên normal di navbera 11 û 20 kûloyan de ne.

. Segên mezin di navbera 21 û 40 kîloyan de ne.

 Dema ku têjikên wan nû tên dinyayê çavên wan nabîne, guhên wan xitimî ne û lal in, 14 roj şûnde hêj nû vedibin.

Dîtina çavên segên gehaştî, çar car ji ya mirovan zêdetir e

Di destpêka jiyanê de seg dirustiya xwe ji bo mirovan diyar dikin û xwe nêzê wan dikin. Xasma jî seg ji bo xwediyên xwe pir bi wefa ne. Dema xwedî destê xwe dide laşê xwe, kêfa wan pir tê.

Segan bi gelek tewrên cuda alîkariya mirovan dikin û dibin heval û hevkarên wan, xasma jî bi şivanan re.

Hin ji xeysetên segan ev in li jêrê:

 

. Du birr seg hene, hinek kedî ne û hinek jî kovî ne.

. Temenê segan di navbera 8 û 20 salan de ye.

. Di laşê segan de 319 hestî hene.

. Di devê segan de 28 diran hene, piştre zêde dibin û jimara wan dibe 42.

. Dêlik neh rojan dikevin xwînê, piştî ku ziwa dibin, dest bi BAyê xwe (têkiliya nêr û mê) dikin.

. Seg bi dêlikê re, di salê de carek bi BA dibe.

. Dêlik di nava du mehan de diteliqe (dizê) û têjikên xwe tîne dinyayê.

. Dêlik xwediyê heşt çiçikan in.

. Segên kedî, di wergirtina bihnê de pir zîrek in. Bi taybetî jî, eger perwerde bibin, di karê polîstiyê de pir tiştên nihênî derdixin holê.

. Seg di wergirtina bihnê de pir zîz in, 2.200 hicirkên bihnê di wan de hene.

. Seg di dîtina çavan de pir zîrek in.

. Seg dibin alîkarê seqet û kêmendaman.

. Seg li herêmên ku berf pir dibare, taxûk dikşînin û dibin alîkarê mirovan.

. Seg pir hes dikin ku xwediyê wan ew bi şeh an bi firçeyê mehes bike.

. Seg pir hes dikin ku bi xwediyê xwe re bigerin, bi wê yekê heskirina seg ji bo xwediyê xwe zêdetir dibe.

. Seg ji zimanê xwediyê xwe bi qederê 200 peyvî di mejiyê xwe de qeyd dike.

. Seg tevgera dest, serî û nigê xwediyên xwe fêm dikin.

. Seg bi zimanê xwe ji hezarî zêdetir çêja warinê dizane.

. Seg dema pir lê germ dibe, av ji serê zimanê wî dadiweribe.

. Çewa mirov bi şopên li ser tiliyên xwe têne naskirin, seg jî bi şopên li ser pêvila xwe têne naskirin.

. Temenê segên bêvildirêj, zêde ye.

. Segê ku tirî û mewîjan bixwe, pir zû gurçikên wî xiradibin. Herweha xwarinên weke şekirê çikolat, qehwe, pîvaza pijandin jî, xisareke mezin dide laşê wan.

. Dema xwediyê segî dimire, seg gelek rojan şînî dibe.

. Heft diranên seg ên pir tûj hene; sê di erçûmeka jor de, çar jî di ya jêrê de ne.

. Seg rengê zer û şîn rind dibînin.

. Seg avjeniyeke rind dikin.

. Her seg bi mîza xwe aqarê ku lê dijî kifş dike, da segên din neyên nêv axa wî.

 

Ev xeysetên ku hatin nivîsandin, dibe ku kêmasî di wan de çêbûbe. Lê bi hêviya lêkolînine berfireh li ser sega û hemû cûre sewal û ajalên ku li Kurdistanê dijîn bêtin kirin.

Hêja ye bê gotin ku li herêma Silîvayê eşîreke Kurd bi navê BADIKÎ heye. Li ba wan kuştina segekî, wek xwîna zilameki tê hesibandin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev