Nameyek Derengmayî – 5

Nameyek Derengmayî – 5

(Berdewama berhemeke nivîskarê malpera me)

Mela Mihyedîn

“Wext kin, ez betilî û rê dirêj…”

 

Belê Lingno…

 

Hûn in yê me ji cihekî ber bi cihekî nû ve dibin.

Hûn in yê me ji bajarekî ber bi bajerekî nû ve dibin.

Hûn in yê me yê ber bi yarê û ber bi dayê ve dibin.

Hûn in yê me ber bi jîyan û ber bi mirinê ve dibin.

Hûn in yê me ber bi xweşî û ber bi nexweşîyê vê dibin.

 

Belê lingên delal, em yekî ji we diavêjin pêş û yê din jî wî dişopîne û dide pêşîya yê din. Bi senkronîzasyon hûn gav diavêjin. Bi vê senkronîzasyonê meş û gavavêtin derdikeve.

 

Hemû dîrok ji alîyê we ve hatîye nivîsandin. Çi serok bin, çi dîroknas û çi jî leşker…Hemû jî ji bo armanca xwe radibin ser du lingan û ji bo armanca xwe gav diavêjin. Ev armanc carna başî û carna jî xirabî ye. Her tişt bi tevgera lingan ve girêdayî ye. Hûn in yê me ber bi xweşîyê ve dibin û dîsa jî hûn in yê me ber bi nexweşîyê ve tînin.

 

Dema rêya me ber yarê dikeve hûn bi kelecan dibin. Hûn li hev dihebilin û ji kelecanîyê dilerizin. Lê dîsa jî li gel hemû kelecanê bi selametî hûn me dighînin ber kezîyên yarê. Bi saya we em xwe dirêjî lêvên hinguvîn dikin û ew lêvên eqîqî ji ava jînê pêşkeşî me dikin. Li gel yarê hûn dibin çar heval û hûn her çar heval dîsa di navbera xwe senkronîzasyonê çê dikin û li gel hev hêdî hêdî ber bi bextewarîyê ve gav diavêjin.

 

Belê lingên delal… We gelek rê xilas kirine. We gelek kuçe, kolan, tax û qadên bajaran serobino kirine. Ji gundekî we em derbasî gunedekî din kirine. ji bajarekî we em derbasî bajarekî din kirine. Gelek seyran, gelek dawet, gelek govend û gelek dans bi saya serê we derketine holê…

 

Dema me carekî li tama we nerî êdî me hewkarî em dev ji we berdin. Hûn xweşîya dinayayê ne. Me gava ewil bi tirsonekî avêt û em bi carekî li erdê ketin lê dîsa jî bi saya we em ji erdê rabûn û ber bi dayîk û bavê xwe ve me gavên xwe bi kêfxweşî û bi kelecanî avêt. Dema em nêzî dayîk û bavê xwe bûn me bi carekî xwe diavêt hembêza wan. Wan jî bi kêfxweşî em hembêz dikirin û ser û çavên me radimûsandin.

Dema sal dan pey hev êdî bi rehetî we barê xwe hildigirt. We laşê me wekî dara sipîndarê radikir şipya. Bi saya we lingan em diçûn mektebê û li wir fêrî xwendin û nivîsandinê bûn. Bi saya we em fêrî gelek tiştên din jî bûn.

Dema mekteb qedîya êdî kar û barê jîyanê dest pê kir. We her sibeh em dibirin ber destê serkarên xwînmij. Wan bê wijdanan ne rehetî didan wan û ne jî me. Timî em di xizmeta hinekan de geh bi vî alî û geh bi wî alî de em diçûn dihatin. Heta dema mesaîya kar bigede ev seramonî wisa berdewam dikir.

Dema kar diqedîya jî ji halketî û bi gavên giran em dihatin mala xwe. Me serê xwe dixist nava stargeha xwe û me xwe wekî mirîyekî li ber televîzyonê diêj dikir.

 

Belê lingên delal… We gelekî zehmetî dîtin. We gelekî ba û bahoz dîtin. We gelekî berf û seqem dîtin. Lê we tu carî em di rê de nehiştin. Hûn herdaîm bi me re û ji bo armanca me tim di xizmetê de bûn.

 

Hûn nebin nebin em rizî ne. Hûn nebin em mirî ne…

Hûn her hebin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev