Serokê Komîteya Îstiqlal û Rizgarîya Kurdistanê: Xalid Begê Cibran (1882-1925) -4

Serokê Komîteya Îstiqlal û Rizgarîya Kurdistanê: Xalid Begê Cibran (1882-1925) -4

Me ji lêkolerekî navdar gotareke delal sitendibû,

jiber mezinahîya nivîsê, me ew kir 4 beş.

Me hersê beşên 3 rojên buhurî çap kir.

Fermo, îro beşa çaran, ango a dawî bixwînin.

 

Seîd Veroj

“Tehemmûl wan nekir Xalid Beg û Yûsif Zîya kuştin

Çirayê me vekuştin, ma kesî ‘eqlî li ser hiştin?”

Evdirehîm Rehmî Hekarî

  1. Serkirdayetîya Tevgera 1925an û armanca Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê

Çawa ku di destpêka de jî min anî ziman, ev meqaleya ber destê we, bi giranî li ser portreya Xalid Beg û rêxistina Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê) hatîye honandin. Li ser Tevgera 1925an, bi awayekî giştî di vê çarçoveyê de hatîye behskirin.

Rêkxistina Tevgera 1925an, ji alîyê Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê ve hatîye destpêkirin. Serkirdayetîya Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê bi giranî û pirranî pêkhatibû ji kesayetên sîyasî, rewşenbîr, ulema, supay û serokeşîrên Kurdistanê. Serokê Komîteyê Xalid Begê Cibran, mektebê herbîye xwendibû, di artêşa Osmanî de mîralayî bû û herweha qumandarê alayîyên Hemîdî bû. Piştî desteserkirina Xalid Beg û Yusif Zîya Begê, “Di şûna Xalid Begê de, ji bo serokatîya rêxistinê û serdarîya giştî, Şêx Seîdê Paloyî hatîye hilbijartin.”[70] Li gor neqilkirina Uğur Mumcu, “Di Tebaxa 1924an de li Erzerumê hevdîtinek di navbera Şêx Seîd, Xalid Begê û Musa Begê serokê eşîra Mutkî pêk hatîye û di vê civînê de Şêx Seîd ji bo serokîya vê cemîyetê hatîye hilbijartin.”[71]

Piştî têkçûna statuya mîrektîyên Kurdistanê, rola sîyasî û dînî bi hev re derbasê şêxan bûbû û vê pêvajoyê bi tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî di sala 1880an de dest pêkiribû. Wê demê bandoreke girîng ê şêx û ulema li ser xelkê misilmanê Kurdistanê hebû, têkilîya wan bi hemû alîyên civakê re baş bû û ji alîyê aborî ve jî hal û hebûna wan baş bû. Bi van xusûsîyetên xwe ve, karibûn tesîreke pirr girîng li ser civakê bikin. “Ji ber vê, rêxistinê di temsîla serokatîyê de Şêx Seîd û şêxên din tercih kirîye.”[72] Li gor dîtina Bînbaşî Qasim, “Xalid Begê Cibran, ji bo pêkanîna xîyala damezrandina Kurdistanek serbixwe dest bi xebatê kiribû lêbelê wî dizanî ku di nava civata kurdan de qasê pêdivîyê fikra nasyonalîzmê nekemilîye. Ji ber vê yekê, ji bo gihîştina armaca xwe, dîn wekî sîlehek îdeolojîk bikaranîye.”[73] Kazım Karabekirê ku wê demê li Erzerumê qumandarê qolorduya 8an bû, di derheqê armanc û naveroka tevgerê de dibêje: “Mesle, îstiqlala kurdan bû lêbelê ji bo hêsankirina muvafakîyetê rengekî dînî dabûnê.”[74] Ji bo vê, dest bi rêxistinkirina şêx û ulema kirîye û di nav rêxistinê de du komên serkirdayetî çêbûne; koma “Dînîyûn” (yên dînî) û koma “Sîyasîyûn” (yên sîyasî). “Xalid Beg û Kerem Beg ji koma sîyasî ne, ew komîte û rêxistin çêdikin. Şêx Seîd Efendî ji koma dînîyûn e. Serokê koma Sîyasîyûn jî û yên dînûyûn jî li Îstenbulê ye. Seyid Evdilqadir, serokê hemûyan e.”[75] Dema em baş bala xwe bidin armanc û mahîyeta tevgera 1925an, em dibînin ku dîn û neteweperwerî (nasyonalîzm), ji alîyê serkirdayetîya rêxistinê ve wek du unsurên temamkerê hev hatine dîtin.

Rêxistina Azadî, “Yekemîn kongreya xwe, di sala 1924an de sazkirîye, Şêx Seîd jî tevlî vê kongreyê bûye û di vê komcivînê de qumandarên Hemîdî ji bo serxwebûna Kurdistanê hatine îqnakirin. Divê kongreyê de du biryarên girîng hatine girtin: 1- Dê serhildanekê giştî li Kurdistanê bête destpêkirin û ji wê şûn ve jî serxwebûna Kurdistanê bête ragehandin. Ji bo vê yekê, demeke dirêj lazim e û divê serhildan dê bi her alîyê xwe ve bête pîlankirin, kesên wezîfedar û beşdarvan dê ji bo wezîfeyên xwe bi giştî bêne agadarkirin. 2- Tevgera me dê bixebite ji bo wergirtina piştgirîya dewletên derve yên wekî Brîtanya, Fransa û Rusyayê.”[76] Lê mixabin bi taybetî hewldanên ji bo pêkanîna benda duyem bi ser neketine. Rusya Sovyetîk û dewletên Awrûpayî yên wekî Brîtanya û Fransa, ne ji bo serxwebûnê û ne jî ji bo otonomîyê, piştgirî nedane tevgera neteweyî ya kurdan. Berûvajê vê yekê, ji ber menfetên xwe yên giştî û herêmî, piştgirîya dewletên serdest ên herêmê kirine. Li gor dîtina Tahsîn Sever, sala 1924an kongreyekê bi vî rengî pêk nehatîye, di vê demê de bi giranî hevdîtinên dualî û piralîyên bi şexsîyet û giragir û komên cûda yên civata kurd re çêbûne. Mîsal; di payîza 1924an de hevdîtina bi Şêx Seîd, Bedîûzeman Seîdê Kurdî, Xalid Begê Hesenî û Mele Ebdulhabitê Meleka û hevdîtina bi gelek serokeşîrên Kurdan re…

Piştî desteserkirina Xalid Beg, “di şûna wî de, ji bo serokîya rêxistinê û qumandarê giştî yê tevgerê, Şêx Seîd Efendîyê Paloyî, bi yekdengî ji alîyê endamên qiyadeyê ve hatîye hilbijartin.”[77] Li gor agahîyên pirranîya çavkanîyan, ji bo amadekarîya pêdivî, dê tevgera netewî ya kurd, bihara 1925ê yan jî di demekê hîn dereng de dest pê bikira lêbelê ji ber çêbûna hinek bûyerên nepîlankirî, tevgera neteweyî ya kurd, berîya dema destnîşankirî, di “13ê sibata 1925an” de bi serokîya Şêx Seîdê Palewî li Pîranê ji bêgavîyê (neçarîyê) dest pê kirîye. Berîya bûyera Pîranê, ji bo provakasyonê sê bûyerên girîng çêbûne; hedîseya Beytûşebabê, êrîşa li ser Keremê Qolaxasî, êrîşa li ser Xalid Begê Hesenî.

“Armanca Komîteyê, pêkanîna îsiqlala Kurdistanê bû.”[78] Di nîzamnameya Derveyî ya Komîteyê de li ser armanca rêxistinê weha hatîye nivisîn: “Armanca Komîteyê ev e ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û serxwebûna Kurdistanê pêk bîne.”[79] Di metna protokola ku bi destê Pavloskîyê Konsolosê Erzerumê ji bo Yekîtîya Sovyetê roja 20.12.1922an hatîye pêşkêşkirin de, sînorên Kurdistanê û armanca rêxistinê ji alîyê komîteyê ve weha hatine destnîşankirin: “1- Kurdistan; ji bajarên Erzerum, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xarpêt û herêma Rojavayê Suriyê, Kermanşah, Sinê Saqiz, Mehabad, Ûrmîye û Salmas pêk tê. 2- Di van wîlayetan de dê Kurdistanekê serbixwe bête avakirin.”[80] Kazım Karabekir ji beyannameyekê Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê neqil dike û dibêj: “Beyannameya cemîyetê ya bi tarîxa roja 21ê Teşrîna Ewela 1921an, kurdan dawetê îstiqlalê dikir.”[81]

Li ser armanca rêxistinê, di hinek çavkanîyan de fikrên cûda jî hatine nivisîn. Di raportekê ku roja 07.11.1922an de ji alîyê daîreya îstixbarata Artêşa Kafkas a Sovyetê de hatîye nivisîn, dibêje: Rêxistina bi serokatîya Xalid Begê Cibran dixwaze Kurdistaneke otonom bête çêkirin.”[82] Herweha Pavloskîyê konsolosê Rusya Sowyetîk jî di raportekê xwe de dibêje: “Vê gavê Komîteya Kurd jî, bi girêdayî hikumeta TBMMyê, ji Kurdistanê re otonomî dixwaze.[83] Ji xeynî van agahîyan, materyalên ku stratejî û nexşeyeka rêk û pêk a rêxistinê nîşan bide li ber destê me nîne. Eger ev agahî rast bin, weha xuya dibe ku ji serhildana 1925an şûn ve di sîyaseta Azadîyê de guherînek çêbûye û ev guherîn di belavokekê rêxistinê de jî xuya dibe. Piştî darvekirina serkirdeyên Tevgera 1925an, ji alîyê Merkeza Umûmî ya Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê ve beyannameyek hatîye belavkirin û naveroka vê beyannameyê jî kêm-zêde teqabûlê otonomîyek an jî sîstemeke federalî dike û çarçoveya daxwazên millî yên kurdan bend bi bend weha hatine pêşkêşkirin:

  1. Komîteya Kurdistanê, hîç nebûye aletê dewletekê. Armanca wê, bidestxistina heqê xwe yê millî ye. Ew jî:
  2. Divê di dîyarkirin û destnîşankirina hududê millî, xizmet û wezîfeyên daxilî de xwedîyê merkezekê musteqîl û heyetekê îdarî ya musteqîl be.
  3. Divê zimanê kurdî, di nav hududên millî de wek zimanê resmî bête qebûlkirin.
  4. Divê memûrên li herêmê, ji kurda bin.
  5. Divê teşkîlata cendirmeyan ji kurdan pêk bihête û bi girêdayê wan be.
  6. Divê efrad û zabîtên kurd di orduya (artêşa) muşterek de, talîm û terbîyeya xwe bi zimanê kurdî bibînin di qiteayên pêkhatî yê xusûsî de.
  7. Heta ku em bigîjin armanca xwe ya millî, dê pevçûn dewam bike. Hikumeta Anqerê mesûlê maddî û manewî yê xusarê hundir û derva, xwîna biratî ya ku bête rêtin e.
  8. Komîteya me, amade ye ku vê doz û dawayê bi rêya aşitî çareser bike û li ku derê bête xwestin dê bi rêya rêvebirên şûbeya wê derê ji muzakereyê hazir be.
  9. Rêtina xwînê çiqasî zêde bibe, dê şertên kurdan jî ew qasî giran bibin.[84]

Dawîyê em dikarin bibêjin ku tevgera 1925an, bi tevî hemû kêmanî û xeletîyên xwe ve, bi xebat, canfîdayî û keda hemû rêber û serokên xwe yên hêja, bi xebat û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Komîteya Îstiqlala Kurdistanê) yan jî bi navê xwe yê kurt Rêxistina Azadî hatîye amadekirin. Serokê damezrênerê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê Xalid Begê Cibran bû û armanca rêxistinê jî pêkanîna serxwebûna Kurdistanê bû. Xalid Begê, bi xetên sor û gotinên pirr zelal mefkûreya kurd û tirkan ji hev cûda kirîye û bang li kurdan kirîye ku bi alîyên xwe yên hişk û nerm ve xweyîtî li doza neteweyî bikin. “Mefkûreya tirkan ji bona me bê îmkan e, lêbelê em dikarin di nav xwe de fikrên nerm û hişk bînin ber hev. Ewê ku dijî mefkûreya qewmî bin, di nava miletê de nefret ji wan tête kirin.”[85] Piştî ku Xalid Beg hatîye desteserkirin, Şêx Seîd Efendî ji bo serokîya rêxistinê hatîye hilbijartin. Tevgera sala 1925an, li meydanê di bin serokatîya Şêx Seîd de, bi xebat û amadekarîya vê rêxistina nasyonalîst a kurd çêbûye. Li gor raportên li ser tevgerê û biryara Mehkema Îstiqlal a Şerqê; “Armanca hemû kom û alîyên nava rêxistinê, damezrandina hikumetekê kurd û îstiqlala Kurdistanê bû.” Lê mixabin ji ber hinek sebebên civakî û sîyasî yên navxweyî û navneteweyî, tevgera millî ya 1925an bi ser neket. Sebebên esasî yên navxweyî; lawazbûna teşkîlata Rêxistina Azadî û pêşnekevtina fikirên millî û qewmî yên nav civata Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê, gelek şêx û serokeşîr û malbatên giragirên ku bextê piştgirîyê dabûn, bi soz û bextê xwe ve girêdayî neman. Şêx Elîrizayê kurê Sêx Seîd, vê destkişandin û teref guhartinê wek sebebê esasî yê têkçûna tevgerê dibîne û di derheqê vê babetê de gazindên xwe dike û dibêje: “Bi rastî di têkçûnê de, tesîra herî girîng ya Bînbaşî Qasim û Şêxên Taxî bûn; bavê Qasimê Kufrewî, Şêx Selehedînê Hîzanî bi hukumetê re bûn. Herweha Eşîreta Ademan, Heyderan û Husên Paşa, Musa Begê Xwêtî, Mihemed Beg û Xelîl Begê kurên Îbrahîm Paşayê Millî pêra bûn, wan trênê mihafeze dikir. Beşekî kurên Cemîl Paşa xizmetê dikir û beşekî wan jî bi hikûmetê re bûn.”[86] Sebebê esasî yê navneteweyî jî, tunebûna piştgirîyek leşkerî û sîyasî ya navdewletî bû, wê demê dewletên wekî Rusya, Fransa û Brîtanyayê bi hikumeta nû ya Turkiyê re li hev kiribûn, bi tu awayî piştgirî nedidan tevgera neteweyî 1925an.

[1] M. Emin Sever, Henüz yayımlanmamış eserinden, 2021

[2] M. Emin Sever, J. b.

[3] M. Emin Sever, J. b.

[4] Tahsin Sever, Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Kovara Bîr, Jimar: 7, Diyarbakır, Havîn 2007, r. 15

[5] Tahsin Sever, J. b., r. 16

[6] M. Emin Sever, J. b.

[7] M. Emin Sever, J. b.

[8] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 48

[9] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[10] Komisyona Kurd, Kürt Siyaset Tarihi, Peri Yayınları, Üçüncü Baskı, İstanbul 1998, r. 116

[11] Abdulbari Han (Kevneserokê Şarederîya Gimgimê), Ji Konferansa Dîyarbekirê, 03.05.2015

[12] Abdulbari Han, J. b. 03.05.2015

[13] http://kovarabir.com/kurdistan-cemiyeti-nizamnamesi/, 07.07.2021, Kürdistan Cemiyeti Nizamnamesi, İstanbul, Necmi İstikbal Matbaası, 1334 (1918)

[14] Jîn, Kürd cemiyetinin şubeleri niçin sed edilmiştir, no: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), İstanbul, r. 1

[15] Bîlal Şimşir, Kürtçülük: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305

[16] Oğuz Aytepe, Tarih ve Toplum, Yeni Belgeler Işığında Kurdistan Teâlî Cemîyetî, sayı: 174, Haziran 1998, r. 330

[17] İsmail Göldaş, Kurdistan Tealî Cemîyetî [Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Stenbol, r. 217

[18] Jîn, Kürd cemiyetinin şubeleri niçin sed edilmiştir, no: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), İstanbul, r. 1

[19] Dr. Nuri Dêrsimi, Hatıratım, Doz Yayınları, İstanbul, 1997, r. 47

[20] Abdulbari Han (Kevneserokê Şarederîya Gimgimê), Ji Konferansa Dîyarbekirê, 03.05.2015

[21] Süleyman Necati Güneri, Hâtıra Defteri: Erzurumda Kongre Günleri, Hazırlayan Ali Birinci, Erzurum Kitaplığı, Dergah Yayınları, 2000, S. 59

[22] Dr. İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003, r. 469-470 (Ji arşîva Lûtfî Baksî)

[23] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, “FO 371/10121” nolu ve 11 Kasım1924 tarihli belge, r. 143

[24] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, ,  (Kokirdinewe û pêşekî: Umêd Aşna), Dezgeyî çap û belawkiraweyî Aras, jimar: 204, çapî yekem: Hewlêr, 2003, r. 15

[25] Murat Bardakçı, https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardakci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan -ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni (24.03.2013), Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 92, Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 221, 225, 251

[26]Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, ,  (Kokirdinewe û pêşekî: Umêd Aşna), Dezgeyî çap û belawkiraweyî Aras, jimar: 204, çapî yekem: Hewlêr, 2003, r. 15

[27] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 251

[28] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. Yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, 1992, r. 185

[29] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 15

[30] Dr. Nuri Dêrsimî, Hatıratım, Doz Yayınları, İstanbul, 1997, r. 47

[31] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, 185

[32] M. Emin Sever, Azadi Örgütü Lideri Cibranlı Miralay Hait Bey, Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 31

[33] Mele Xalid, Fehmî Firat kî ye? Kovara Bîr, hej: 7, Havîna 2007-Dîyarbekir, r. 212

[34] Tahsin Sever, 1925 Hareketi ve Azadi Cemiyeti, Çapa Duyem, Weşanên Nûbihar, Îstanbul, 2018, r. 117

[35] Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Özge Yayınları, Ankara, 1992, r. 53

[36] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzerumê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008

[37] Mehmet Perinçek, Sovyet Devlet kaynaklarında Kürt İsyanları, Kaynak Yayınları, 5. Basım, 2014, İstanbul, r. 324

[38] M. Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 348

[39]  Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması 1919-1925, Tekin Yayınevi, 1991, Ankara, r. 56

[40] Murat Bardakçı, https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardakci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan -ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni (24.03.2013)

[41] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 31

[42]  Ahmet Kahraman, Kürt İsyanları (Tedip ve Tenkil), Evrensel Yayınları, İst. 2003, r. 55

[43] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, r. 143

[44] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 975

[45] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 17

[46] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 38

[47] Dr İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003, İstanbul. r. 70

[48] Kovara Bîr, Nîzamnameya Derveyî Ya Komîteya Îstıqlala Kurdıstane, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir,   r. 27; (Daireya Giştî ya Sicîlan, Wezareta Hewagerî ya Brîtanya, 23 / 412, Qism: 2, Eks / Em 4583)

[49] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys,  (Kokirdinewe û pêşekî: Umêd Aşna), Dezgeyî çap û belawkiraweyî Aras, jimar: 204, çapî yekem: Hewlêr, 2003, r. 15

[50] M. Van, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 352

[51] Tahsin Sever, Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Kovara Bîr, Jimar: 7, Diyarbakır, Havîn 2007, r. 22

[52] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. Yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, 1992, r. 185

[53] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 944

[54] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 17

[55] Nîzamnameya Derveyî Ya Komîteya Îstıqlala Kurdıstane, Kovara Bîr, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir,   r. 27; (Daireya Giştî ya Sicîlan, Wezareta Hewagerî ya Brîtanya, 23 / 412, Qism: 2, Eks / Em 4583)

[56] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, r. 147, 148

[57] http://kovarabir.com/abdulmelik-firat-1925-hareketini-azadi-cemiyeti-hazirladi-ve-onun-basinda-da-miralay-halit-bey-vardi-1/, 25.06.2021

[58] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), J. b., r. 974-977

[59] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 50

[60] Tahsin Sever, Seroke Komîteya Îstîklala Kurdistane (Azadî) Mîralay Xalid Bege Cibrî, Kovara Bîr, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir, r. 22, 23

[61] İlhami Aras, Adım Şeyh Sait, İlke Yayınları, İstanbul, 1992, r. 33

[62] Tahsin Sever, J. b., r. 23

[63] İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayınları, İstanbul, 1992, r. 64

[64] https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardak ci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan-ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni, 24.03.2013

[65] M. Emin Sever, Azadi Örgütü Lideri Cibranlı Miralay Halit Bey, Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 33

[66] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, 192

[67] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 102

[68] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 357

[69] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 41

[70] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, r. 187

[71] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 57

[72] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 350

[73] Dr. İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003,  r. 469

[74] Kazım Karabekir, Kürt Meselesi, Emre Yayınlar, 12 Baskı, 2004, İstanbul, r. 16

[75] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), J. b., r. 974-975

[76] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, Ankara,  r. 349

[77] Garo Sasuni, J.b., r. 187

[78] Mehmet Perinçek, Sovyet Devlet kaynaklarında Kürt İsyanları, Kaynak Yayınları, 5. Basım, 2014, İstanbul, r. 324

[79] Nîzamnameya Derveyî ya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, Kovara Bîr, hejmar: 7, 2007, r. 27

[80] Tahsin Sever, 1925 Hareketi ve Azadi Cemiyeti, Çapa Duyem, Weşanên Nûbihar, Îstanbul, r. 181

[81] Kazım Karabekir, Kürt Meselesi, Emre Yayınlar, 12 Baskı, 2004, İstanbul, r. 11

[82] Mehmet Perinçek, J.b., r. 47

[83] Mehmet Perinçek, J. b., r. 244

[84] https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardak ci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan-ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni, 24.03.2013

[85] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 50

[86] Dılşad Fırat & Dilhat Fırat, Şeyh Said Oğlu Şeyh Ali Rıza: Babam Şey Said, 40 Kitap Yayınları, Ankara, 2022, s. 31, 32

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev