HOSTA HOVHANNES • WEZÎRÊ EŞO

HOSTA HOVHANNES • WEZÎRÊ EŞO

Nivîskar bi zimanekî herikbar hestên xwe diyarî Kurdên li çarnikalê cîhane dike

Wezîrê leheng û vebêjê novela Hosta Hovhannes ê ku serborîya bavê xwe Eşo di ser pewendîya bi Hostayê Ermen re raber dike, di heman katê de jîyana li du koçberîya bi zor û zehmetî ya li Ermenîstanê bi xwînerên xwe re par ve dike:

“Hosta Hovhannes hiz dikir ji bavê min re beje: “Eşoyê min”. Cudatîya di navbera temenê her duyan de pir nîn bu: Çar penc sal. Lê ev ferqa biçûk nikaribu bibûya sebebê wê yekê ku ew ji bavê min re bêje: “Eşoyê min”; eynî weke meriv ji lawê xwe re bêje. Eva yeka ji hizkirina mezin dihat ku ji ya sînorê hevaltîyê derdiket û derbas dibû nava tixubê xwîn û qinêtê. Û eger em wê jî bigrin ber heseb ku ew her du hogir ji nijad, ji miletên cuda bun, hêja zelaltir wê bê tecrubekirinê ku ewana li hev mêze dikirin ne ku weke heval, hogir, dost û kirîv, lê bêtir, bira û yekî ji wana. Xalê Hovhannes xwe weke birayê mezin didît û bavê min jî, birayê xwe yê biçûk. Min hêja tecrube kir ku bavê min bêbingeh, bêsebeb bi ser Xalê Hovhannes da haqas nedikelîya û nedişewitî.”

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan, publîsîst û wergerê Kurd ê bi nav û deng Wezîre Eşoyê Hutî Begê; bi novela xwe, Hosta Hovhannes raborîya Kurdên Êzdî yên li Ermenîstanê bi zimanekî herikbar û bi vegotineke hestiyar radigihîne pirtûkxaneya Kurdên li çarnikalê cîhane.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev