”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 55

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 55

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurdistana Sor û Komara Mehabadê”. Em îro beşa wê a duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

S. M. Îvanov, V. M. Magomedxanov

 

KURDISTANA SOR Û KOMARA MEHABADÊ -2

HEWILDANÊN SAZKIRINA OTONOMÎYAYÊN KURDAN YÊN PÊŞIN

 

Komara Kurdan a Mehabadê

Komara kurdan a Mehabadê  22ê kanûnê sala 1946an li bakur-rojava Îranê li ser axa kurdan a berfireh bi navbenda bajarê Mehabadê hate îlankirin.

 

Gorî lihevkirinên Anglîyayê û Rûsîyayê ya derheqa bi tevayî zevtkirina Îranê da ew herêm di dema Şerê Hemcihanê yê duduyan da axeke neytral bû, ango a ne tu kesî bû, lê tesîra YKSS li ser wê axê hebû.

Leşkerên Soveyt, piştî ku Almanîyayê êrîşî YKSS kir, ketine Îranê: Berlînê plan kiribû Kurdistana Îranê bi kar bîne wek hêlakan bona derbên xedar li Pişkavkazê û Asîya Navîn xe. Pêwendîyên Sovyet-Kurdistanê careke din geş bûn. Bi dijwarîyên heyî ra jî, kampanîya Îranê, ku di tebaxa sala 1941ê da destpê bûbûn, serketî bi dawî bû. ”Gelê Îranê bi dilekî şa û bi zewq pêşwazî li leşkerên siyarî yên serketî kir, li ser rûyê wan eşq û şabûn xuya dibû, Wana bi zimanê xwe tişt digotin, destên xwe dihejandin û bi wî cûreyî siyarîyên leşkerên sor silav dikirin” – raporeke ha di arşîvên alaya siyarîyan ya hejmara 70î da têne parastinê. Li Tewrêzê binecî derketine kolanan.

Serketin herwiha bi saya serê wê yekê pêk hat, ku leşkerên Sovyet piranî li wan deran dîyar dibûn, ku miletên kêmjimar yên Îranê – kurd, ermenî û azirî li wir bi cî bûbûn, û wana ji desthilata Şah hez nedikirin. Di ser da jî kurdan alîkarîya Artêşa Sor kirin – rêber didane wan, qereqolên cendirmeyan û parleşkerên Îranê bê çek dikirin.

Hazirbûna leşkerên Artêşa Sor kurd ruhdar dikirin, ku tevgera wan ya miletîyê-azadarîyê xurttir bûbû. Serokatîya YKSS bi tevayî piştgirîya kurdan dikir, ne ewqas bo berjewendîyên îdêologî, çiqas ku yên dewletê. Kurd fêm dikirin ku Moskva niha li pişta wan e. Di dema payîza sala 1941ê heta buhara sala 1942an Moskvayê komeke mezin ya xebatkarên partîyê, karmendên çandî, bizîşk û pêşekzanên din şande navçeyên Îranê yên bakur-roavayê, yên ku gerekê niştecîyên wira bi çanda dewlemend a YKSS ra bikirana nas, nîşan bidana ka zanyarîya Sovêtîyê gihîştîye çi hêlanên bilind. Destpê kirin kitêbên derheqa kurdan, dîrok û edebîyeta wan da çap kirin. Li Rewanê kitêba derheqa destana kurdan a gelêrî da çap kirin. Wê demê li Azirbêcana Îranê û Kurdistanê Ronesansa rasteqîn diqewimî: nivîskar û helbestvanên wira destpê kirin berhemên xwe çap kirin, şano dihatine vekirinê, heta komên opêrayê, yên orkestrê, hevaltîyên helbesthezan jî dîyar bûn. Kolêktîvên efrandarîyê yên ji Moskvayê hatibûn vira bo hunurmendîya xwe nîşanî binecîyan bikin, ji bo kurdan bûbûne nimûne, kurdan çav didane wan û ji wan ders digirtin.

”Konsertên komên efrandarîyê yên Sovêtîyê wek hemû komên hunermendên Sovyet, pir têne qîmetkirin û pejirandin. Li rex Rizayê û heta berpala çiyayê Araratê me stiranên azirîyan, ermenîyan û kurdan qeyd kirin. Stiranên ermenîyan û kurdan xwedî taybetmendîyan in… Pirawazîya miqamên îranî, melodiyayên bi tarayê û santûrayê1, ku dilê merivan dison, stiran û reqasên gelên welêt yên din, ku hey teqil in, hey nazik in, hey nerm in, dikarin bibin bineghê sazkirina sazbendîya sîmfonîk”2, — kompozîtorê Sovêtîyê Lev Knipper, xudanê kilamên navdar û çend berhemên sîmfonîk sala 1942an li rojnameya ”Wêje û huner” da derheqa rêwîtîya xwe ya li Îranê nivîsîye. 

Sekretarê çapemenîyê yê baylozxaneya Sovêtîyê li Îranê D. S. Komîssarov di dawîya sala 1941ê hate Mehabadê û derheqa hatina xwe da ha bîr anî:

”Gava em nêzîkî baxçeyê pêş derîyê şaredarîya bajêr bûn, me dît ku ji herdu alîyên rêyên bi şînkayêva xemilandî, ku berbi pencereyê dibir, kurd bi cil û bergên gelêrî çapik û çeleng sekinîbûn. Ew bi rastî jî dîdemeke gelek ciwan bû! Şal û şapikên bedew, wergirtina rengoreng, laçikên bi destan çêkirî, herwiha şûrên ku dibiriqîn… Reng û forma cil û bergên her yekî hinekî ji hev dihat cudakirin. Wek ku em paşê pê hesiyan, her kurdekî li vira sekinî nûnerê eşîreta xwe bû. Parêzerê herêmê pêşwazîya me kir, serekeşîrên herêma Mehabadê jî li wir hazir bûn. Rasthatina me germ û dilovan bû. Verêkirina me jî ewqas ji dil û dostanî bû. Êvarê em ketine ser rê, em vegerîyan û me bi xwe ra gelek bîranînên xweş dibirin derheqa gelê kurd yê azadîhez da, cînarê me yê helal û bi amin da, ku bi dilgermî berê xwe dide Yekîtîya Sovyet”3. 

Gelek kurd xwedî bawerîyên dijî faşîstîyê bûn. Ji bo nimûne, serekê eşîreta Şikakî Sertîb axa gelek caran pereyên mezin dane fonda serketina himberî Almanîyayê, lê paşê nav gundê xwe yê nêzîkî Rizayê guhart, kir Stalîngrad bona hurmeta serketina Artêşa Sovêtîyê di şerê Stalîngradê da. Derheqa zêdebûna hurmeta Artêşa Sor û dîplomatîya Sovêtîyê di nava miletên kêmjimar yên Îranê da em dikarin ji raporeke Barêgeha artêşa 4an ya hezîrana sala 1944an bihesin: ”Di sohbeta serekê eşîretên kurdan Emir xan bi konsûlê me ra, dema konsûl got, ku berjewendîyên Yekîtîya Sovyet dixwezin, ku di van navçeyan da aramî û rehetî hebe… Wê demê Emir xan bersiv da: ”Bi hatina Artêşa Sor me azadî û bawerî bi dest xist, ku di dema Şah da tunebû”.

Pevgirêdanên Sovêtîyê û kurdan ne tenê hevkarîya di hêla sîyasî, aborî, çandî, leşkerî da bû, lê herwiha di hêla perwerdehîyê û bizîşkîyê da bû jî. 24ê tebaxê sala 1945an di rojnameya Îranê “Kerman” da nûçeyek derket derheqa alîkarîya bizîşkên leşkerî yên Sovyetê bo binecîyên bajarê Qazvînê, ku tê da herwiha kurd jî diman. Gorî malûmatîyên redaksyonê, nexweşxaneya leşkerî di nava heyşt mehan da xizmetî 8241 nexweşan kir, 2759 kesan emelîyet kirin, ku nexweşîyên wan yên çavan hebû. Pêşekzanên Sovêtîyê herwiha alîkarîya bizîşkîyê dane binecîyên tevaya deverê.

Payîza sala 1945an ji bo YKSS firsendeke bêhempa çê bû bona sazkirina otonomîya Azirbêcana Başûr li Îranê, lê paşê jî dikaribû wê bike nava teşkîla Azirbêcana Sovêtîyê.

Bi bawerîya serokatîya Sovêtîyê eynî qeder dikaribû bihata serê herêma kurdan li Îranê: pêşî bidestxistina otonomîyê, dû ra rizgarkirina kurdan ji Şah û herêma otonom bi rezadilî bikeve nava Rûsîyayê. Hilbet, beşa Azirbêcanê ya sereke dihate hesibandin, lê qedera kurdan li ser plana duduyan bû, lê di îlona sala 1945an delegasyona kurdên Îranê bi serokatîya hakimê kurd yê ruhanî û sivîl, serokkomarê Mehabadê, ango rêvebirê herêma kurdan Qazî Mihemed ezimandine paytextê KSS Azirbêcanê Bekûyê.

Li hevraxeberdanê li Bekûyê nûnerên Sovyetê pêşnîyar kirin Kurdistana Îranê wek otonomî bikine nava teşkîla KSS Azirbêcanê. Qazî Mihemed dijî wê pêşnîyarê derket, lê piştgirîya Sovêtîyê ku li herêma kurdan a li Îranê partîyake gelêrî damezirînin bi bernameya reformên sosîal-aborîyê qebûl kir. 25-28ê cotmehê sala 1945an kongreya bingehdar ya Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) civîya, li wir Qazî Mihemed wek sêkretarê sereke hate hilbijartin. Piştî ku di meha çirîya pêşin sala 1945an li Tewrêzê Komara Demokratîk a Azirbêcanê (KDA) hate îlankirin, kurdên Îranê çav dane azirîyên Îranê û derheqa damezirandina Komara Kurdistanê da îlan kirin. Qazî Mihemed bû serokkomarê wê, Hukumet piranî ji endamên aktîvîstên partîya PDKÎ hate avakirin. Di nava Komara nû da, ku di paşdemê da navê Komara Mehabadê lê kirin, herêmên Mehabadê, Ûşnûyê, Tergewarê, Serdeştê, Bane hatine wergirtin. Li ser axa dewleta nûsazbûyî kurdî bû zimanê fermî.

22ê kanunê sala 1946an li meydana bajarê Mehabadê pir meriv berev bûbûn: Di nav wan da him binecîyên bajêr hebûn, him jî nûnerên eşîretên ku hatibûn vexwendin4. Rojeke xweş û germ bû, pencên Royê li her deran ronahî dikirin, ew jî dema ku duh berf barîbû.

Kolanên ku berbi meydanê dibirin, bi alayên Kurdistanê û qumaşên bi rengê sor, sipî û kesk va hatibûn xemilandin. Kome bajarîyên derecebilind berê xwe dane mala Qazî Mihemed – mala bi agûran (kelpîç) a bilind, bona rêberîya serekbajêr bikin, wî bibin ser dikeya darîn, ku li kuncê meydanê çê kiribûn. Dora meydanê jin û zarên kurd berev bûbûn, lê jinan ji ser banan û ji pencereyan bala xwe didanê ka li meydanê çi diqewime. Di nava koma berevbûyî da herwiha endamên Komîtêya Navbendî ya Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê hebûn, ku kincên Awropîyan li wan bû, herwiha serekeşîrên kurdan jî hebûn, ku cil û bergên miletîyê yên bi reng û awazên ciwan li xwe kiribûn. Kesên ku ji navçeyên nêzîkî sînorê Îraqê hatibûn, serê xwe bi kofîyên Îraqî yên sor-sipî û şîn-sipî va girêdabûn, lê herwiha meriv dikaribû kesên bi şewqeyên bedew yên bilind jî bibîne, ku binecîyên deverên bakurê Kurdistana Îranê bûn. Herwiha kesên bi rûbend û şaşik jî hebûn.

Qazî hilkişîya ser dikê û bi dengekî aram û ji xwe bawer got, ku kurd miletekî cuda ye, li ser axa xwe dijî û mînanî miletên mayîn mafê wanî xwerêvebirîyê heye. ”Kurd şîyar bûne”,- wî got û damezirandina Komara Gelêrî ya Kurdistanê îlan kir. Piştî pîrozkirinan Qazî Mihemed sipasîya Komîtêya Navbendî ya Partîyê û gelê Kurdistanê kir, ku aminaya xwe bi wî anîne serokatîyê li milet bike. Paşê kurkê bi zaxên dirêj û berfireh ji ser milên xwe da alîyekî, bi kincên leşkerî yên bi cûrê Sovêtîyê û bi şaşika sipî, ku şexsên bi rutbê ruhanî li xwe dikin, bi awayekî ciddî ber milet qeşeng û tîk sekinî. Ew bi zanebûn ne xwest kumê leşkerî bide serê xwe: şaşik zêdetir li serokatîya wî dihat.

Xeberdana Qazî Mihemed ji panzdeh deqeyan jî kêmtir kişand û wî di xeberdana xwe da sipasîya xwe bo Yekîtîya Sovyet dîyar kir bo piştgirîkirina moralî û aborî û herwiha birayên xwe yên azirî jî pîroz kir bona serxwebûnê. Dema ew bi qêrîna milet a kêfxweşîyê ji ser dikê peya bû, ji sêsed tivingan saluta bi zewq ya pîrozkirinê kire girmîn. Şahîya li kolanên Mehabadê bi kilam û reqasên kurdî di bin dengê dehol û zirneyê heta êvara dereng kişand.

Lê piştî çend mehan di jîyana herdu otonomîyan da bûyereke din a giring qewimî: di gulana sala 1946an da serokên Komara Demokratîyê ya Azirbêcanê û Komara Gelêrî ya Kurdistanê Peymana derheqa dostanîyê û alîkarîhevkirinê da îmze kirin.

Hukumeta Komara Mehabadê elam kir, ku pêwendîyên di navbera me û Komara Azirbêcanê ya wek me nûsazbûyî da, herwiha bi hemû gelên din ku ser axa herdu otonomîyan dijîn, yên dostanîyê ne. Lê Hukumeta Azirbêcanê soz da, ku hemû kurd û nûnerên gelên din yên ku ser axa Azirbêcanê dijîn, wê xwedî eynî maf û azadîyan bin. Hema bêje di eynî wextî da li Kurdistanê û Azirbêcana Başûr da dest bi weşanên çapemenîyê yên bi zimanên wan bûn: di meha kanûnê sala 1946an hejmara pêşin a kovara “Kurdistan” derket, hema eynî wextî jî kovara  bi zimanê azirî “Vatan” çap bû.

“Gorî malûmatîyan, ku ji bajarê Mehabadê hatîye, li wir bi hevkarîya demokratan mektebeke bi demûdezgehên nû bo zarokan hate vekirin. Dersdayîn bi zimanê dayîkê [bo kurdan] tê derbazkirin. Ji zimanên biyanî zimanê rûsî heye. Beşa Tewrêzê5 ya Nûnertîya Bazirganîyê ya YKSS li Îranê 200 kitêbên zimanê rûsî dîyarî mektebê kir. Di rûyê wê yekê da, ku binecîyên Mehabadê tu alîkarîyeke bizîşkîyê nastînin, li hinek cîyan nexweşîyên jihevhildanê peyda bûne. Nexweşxaneya Sovêtîyê ya li Tewrêzê, ku xizmetî leşkerên Sovêtîyê dike, şîrûrgek û doxtorê gelemperî yên zane şandine Mehabadê. Ewana wê li nexweşxaneya nû ya bo cîyê 25 nexweşan kar bikin, ku bi alîkarîya demokratan û bazirganên wir hatîye çêkirin”,- Ajansa Telegrafîyê ya Yekîtîya Sovyet 26ê çileya paşin sala 1945an elam kir.

 

Foto: Gertrude Bell ”Ebbas Xan Zerghanê kurê Daoud Xan-Qesra Şêrîn”.

Sal: Adar 1911. Arşîva Gertrude Bell, Zanîngeha Newcastle. (Ji kolêksiyona Sedat Eroğlu).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev