Şêwekarê Kurd Luqman Ehmed li Amerîkayê pêşangehek vekir

Şêwekarê Kurd Luqman Ehmed li Amerîkayê pêşangehek vekir

Roj Elî Zale

Virginia (Rûdaw) Şêwekarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmed li Virginiaya Amerîkayê pêşangehek vekir.

Li pêşangeha hunerî ya Luqman Ehmed bi muzîka Kurdî, Îranî û Yunanî pêşwazî li mêvanan tê kirin ku 30 tablo di pêşangehê de tên nîşandan û her yek ji wan çîrokekê vedigerîne.

Kesên ku serdana pêşangeha wî dikin dibêjin: -Hunera Luqman Ehmed balkêş e, çîrokên wî Kurdistanî ne û divê zêdetir bên nîşandan.

Luqman Ehmed xelkê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ye, xwendina seratayî li wir temam kiriye, piştre tevî malbata xwe li bajarê Hesekê bi cî bûye, ji wir dest bi karê hunerê kiriye.

Şêwekarê Kurd ku karûbarên xwe yên hunerî li Amerîkayê berdewam dike, heta niha beşdarî zêdetirî 100 pêşangehên hunerî yên li çendîn welatan bûye.

Di tabloyên Luqman Ehmed de roj, gulberoj, hesp û kevok wek sembolên Kurdî hatine bikaranîn. Luqman Ehmed jî dibêje, ew dixwaze bi rêya hunera xwe Kurdan bi xelkê Amerîkayê bide nasîn.

Şêwekar Luqman Ehmed, dibêje, “30 tablo di vê pêşangehê de, ji pîvanên biçûk heta yên mezin, gelek ji wan bi şêweyekî akademîk hatine çêkirin, teknîkeke hunerî ku di nav xwe de çîrokan hiltîne, çîrok jî bi kultûra Kurdî ve girêdayîne. Min xwest Kurdan wek netewekê bi xelkê Amerîkî bidim naskirin û em çanda xwe wek Kurd pêşkêşî xelkê bikin. Em li paş mane, em dixwazin bibin beşek ji vê çanda xweşik a derdora me û bi rêya hunerê ku huner dikare wê gavê biavêje û wan piran çêbike.”

Rêvebera Gallery Art Factory Jordan Exum dibêje: “Her dema aşînayî karên Luqman bûm, gelek matmayî mam ne tenê bi stîla hunerî û derbirîna hunera wî, lê bi wan çîrokan jî ku li pişt karên wî ne. Min civînek li gel rêk xist û çûm bo studyoyê ku karên wî yên hunerî bibînim. Ez aşiqê karên wî bûm. Her wê demê min biryar da ku divê ez çîroka kultura Luqman, Kurdistanê, li vir, li Gallery Art Factory nîşan bidim.”

Tabloyên Luqman Ehmed ên di vê pêşangehê de behsa çêrokên şer û binpêkirina mafê mirovan ên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dikin.

Pêşangeha Şêwekarê Kurd dê heta 30ê nîsanê berdewam be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev