
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
- WEY DIL, WEY DIL
Wey dil, wey dil,
Xwedê bira hasil neke
Mirazê bê dil.
Mirazê bê dil usane,
Nola bax û baxçê bê gul,
Notla gakî reşî qolî bê cil,
Notla kirasekî bê mil,
Notla meşkekê destê cote pîrê heftê salîda bê kil.
Hey zalim, hey zalim,
Çîlê, bedewê, kawê, kubarê,
Ezê ji derd û kulê te dinelim.
* * *
Mîro, dilê min Dêrsime,
Xweş Dêrsime,
Avê çeman û kanîya tê
Leme-leme, gime-gime,
Ezê çûme Dêrsima jorîn,
Minê çevê xwe gerandîye,
Xadê xirab bike, bextê minra kes tê tune.
Ezê hêja pojim-pojiman vegerîyame Dêrsima jêrîn,
Hafa Dêrsimê sekinîme,
Minê çevê xwe gerandîye
Nava qelfê qîzan û bûkan,
Çîlan û bedewan, zerî û domaman,
Zerîkê serkara zerîyane.
Vê Meyayê,
Wê nîvro pezê mala bavê xwe da bêrî,
Destê wêda gopalê zîvîne,
Lingda gîzmêd reşe firengîne,
Tilî-pêçîye mijmijke balûrîne,
Çene kure degirmîne,
Dev-diranê wê şekirîne,
Pozî pîjîne,
Cîyê xizêmê, xizêmê wê şirikîne,
Guhî guhare,
Guhare gupikîne,
Sûrete gul-gulîne,
Çeve reşe leglegîne,
Birû-bijangê wê qeytanîne,
Ferşê enîya wê cîyê danzdeh qol zêrê findeqîne,
Yeke kawe kubare wê navdane,
Ezê ser milê rastê vegerîyame,
Sêsid şêstûşeş movikê pişta min cî hejîyane,
Yeke çev reşe, avirê çeva ez kuştime.
Wey zalim, wey zalim!
Çîlê, kawê, kubarê, bedewê,
Ezê kavilî gundada derd û kulê te dinelim.
- WERDÊ
Werdê, lê Werdekê,
Serhêşînê, perbelekê,
Malxiravê, bese hêlûna xwe çêke ser behra Wanê, gola Kêzûkê,
Hafa zinêr ji devê gerînekê.
Werdê, çaxî ezî xort bûm,
Minê xortanîya xweda sîûsê bizmar
Dikişandin ji textê qolê felekê.
Werdê, ezê teyrim, teyrê serê van kevira,
Heval-hogirê min hemû bar kirine, çûne,
Ezê bona xatirê te çev-birûyê belek mame –
Toz û xubarê dewsêd wara.
Êlê werdê, lê werdekê,
Serhêşînê, perbelekê,
Bê mikanê, bê mikanê,
Bese hêlûna xwe çêke ser behra Wanê, gola Kêzûkê,
Hafa zinêr, devê Gerînekê,
Werdê, lê Werdekê,
Ezê teyrim, teyrê bazim,
Ezê kubara sivêda ser sîngê jê werdekê xwera qîrîne gaze-gazim,
Xudêva eyane, memikê Werdekê nola bax-baxê vê Rewanê,
Notla tirîyê Ûşeganê.
Memikê Werdekê usa li min şîrinin,
Notla trîyê bi sincirî,
Notla sêvê Xirtizê,
Notla gûzê Alcewazê,
Notla hejîr-xurmê ji Bexdayê,
Notla bastêqê Qaqizmanê,
Notla kişmîşê vê Îranê.
Ezê ne xurê kalame,
Ne xurê pîrame,
Xurê xortê çardesalîme.
Êlê Werdê, lê Werdekê,
Serhêşînê, perbelekê,
Bese hêlûna xwe çêke ser behra Wanê, gola Kêzûkê,
Hafa zinêr, devê Gerînekê.
Riataza