Pirsa we û bersiva me – 213

Pirsa we û bersiva me – 213

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 19

1-

Polîsek ku bi otomobîla xwe ber bi qereqolê ve diçû piştî rojek dijwar a li kar, dixwaze roja xwe biqedîne. Otomobîleke sivîl dide pêşîya wî û dilezîne û dema polîs ronahî û sîrenên şîn vêdixe ew zûtir dajo. Li pêştir trembêla sivîl li kêleka rê sekinî û polîs nêzîkê şofêr dibe. 

– Te hinekî lezgîn ajot, û çima gava ku min sîrên û ronahiyên şîn vêxistin tu ne rawestîyayî? –Niha wusa ye ku rojek min dijwar derbas bû û ez dixwazim herim malê, ji ber vê yekê heke vegotinek te ya baş hebe, ez ê te serbest berdim ku tu di rê ya xwe de here.  

Mêrik: Hefteya çûyî jina min bi polîsekî re reviya, ji ber vê yekê ez ditirsiyam ku hûn dixwazin wê vegerînin! 

Polîs: Bajoo !!! 

 

2-

Birhoyê Qaso nexweş dikeve. Gundî diçine cem melayê gund û ji melê dixwazin ku bi hev re herin serekî li Birho bixin. Dema mela ligel gundîyan dikevin hewşa Birho, nala nala Birho dibihîzin.  

Melayê gund dibêje Birho; na Birho na. Xwe zêde ne nalîne û şikra Rabê xwe bike.  

Birho: Na, wele ma em tenê zerî û evdê Xwedê ne? Ma çima, Kirho cîranê min e, di heyata xwe de negotîye ay. Çima Xwedê nexweşî û elemê nadê wî?  

 

3-

Osê, heger tu îro bi Quranê sund nexwê, ezê bedlekî te bikirim. 

Osê: Bi Quran ez sund naxwim. 

 

4-

Li salonek ji werzişgehên herî germ ên Stokholmê, dema ku zengilê têlefona desta lê dixe xortek ji werzişvan bersivê dide. 

– Halo, delalê min? 

-Silav delalê! 

– Hûn li salona werzişê ne? 

– Erê. 

– Ez li dikaneke cila a cîhanê ya bi navûdeng im. Û li vir min saqoyek a heri xweşik dît! Buhayê saqo bi çar hezar kronî ye, lê erzan kirine anîne çar hezar û pencsed kronî. 

– Hûn çi difikirin? 

– Nefikire ger te ewqas ecibandibe. 

– Bê guman ez dê bikirim, delalê min! 

– Wê çaxê em li malê hev dibînin. 

– Maç! 

Xort li xwe zivirî û got: 

– Kes dizane kî xwediyê vê têlefona desta ye? 

 

5-

Hecî Simo barek nîsk dibe Binxetê firotinê. Barê nîskê xwe li ber derîyê mizgeftê datîne û bang dike.  

– Werne nîska, werne nîskê kelek.  

Yekî gundî hate cem Hecî Simo û pirsî: 

– Xalê Hecî, nîskên te zu dikelin, kelek in? 

Hecî bersiva gundî dide û dibêje: -Dibine rêx.  

Yê gundî dibêje: Weleh ku bibin rêx ez nakirim.  

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev