ÇÊJIKÊN FÎLÊ

ÇÊJIKÊN FÎLÊ

Êdî ji vir şûnda gotina ”li bakur kurdî nemaye” bi kar neynin.

Ji vê helbestê xuya dibe ku kurdî jî maye, kurdbûn jî maye, Kurdistan jî maye.

Memê Miksî

“Kesî ku neke bi ya mezinan

Ji serî tên du sturhên bizinan”

Evê gotina xweş û watedar

Divêtin ji bîr nekin em tu car

Bizane bira mezin rêber in

Şîretên wan wek yên pêxember in

Min ev got yeqîn hat di bîra min

Mînakek balkêş ji dapîra min

Got: Zelamekî di dewrê berî

Seh kir ku çend dost tên bi seferî

Ew ê bêhn bidin paşî ser xêrê

Ber bi gundê xwe bikevin di rê

Evî zelamî xwe gihande wan

Dit ku birçîne ne av e ne nan

Li ser vê rewşê hinek fikirî

Got: Ey hevalên pir bi hezkirî

Baş dizanim ez birçî bûne hûn

Hilweşiyane wek xana bê stûn

Li ser rêya we li filan milê

Wê hûn bibînin çêjikên fîlê

Hêjan biçûk û hem bê taqet in

Caran ji maka xwe vediqetin

Temiya min hûn nekin tu şaşî

Çêjikek ji wan qet nexwin paşî

Mak bi xef daim wan dişopîne

Nexasim yekî ji wan nebîne

Hezkî jê dûr be sed kîlomîtro

Dê li pey bêtin fîl bi şev û ro

Ji giyayê ter û belgên daran

Bixwin lê hêvî dikim sed caran

Ber bi çêjikan dirêj nekin dest

Dê helak bin hûn bes ev e mebest

Deynê stuhê xwe va min eda kir

Paşguh nekin vê bi xêr be oxir

Di rê da rêwî birçî bûn zêde

Gelek xirab bû halê ew tê de

Zehf neçûn dîtin çêjikek sava

Çendî ku mêrik ji wan kir lava

Wek revda guran radane li ser

Kuştin ji laşî cuda kirin ser

Gur kirin agir têr ji goştê sor

Çêkir û xwarin ew kebabên şor

Beriya çêjik ku bête sotin

Hevalekî got çend car ev gotin

“Vê sibê ji bo me çi got mêrik?

Şîret jibîr bû û derket kêrik”

Ji xeynê ewî ma kes dikarî

Ku ji çêjikê nexwe du parî

Bû êvar li ber hewayê hênik

Xew ket di çavên yên dagirtî zik

Tenê ma hişyar ewê nexwarî

Bal dayê dema dinya bû tarî

Dît fîlek têtin pir bihirs û kîn

Diyar e ku dê birêjîne xwîn

Di cih da ma û ji ber nerevî

Fîlê şirna xwe da li ber devî

Ceriband sê car dît bêhn jê nayê

Berê xwe guhazt pişta xwe dayê

Vê neqlê çû ber devê yên mayî

Bêhna çêjika Xwedê nû dayî

Gava ku hilda ji wan yek û yek

Mîna li dil de derba top û çek

Qêrînek hişt û bi lingên xwe wê

Ew kuştin nema rabûn ji xewê.

Çavkaniya çîrokê: Mesnewiya Mewlana Celaleddînê Rumî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev