Kurd û Nexşeya Zimanê Kurdî

Kurd û Nexşeya Zimanê Kurdî

İkram Oguz

 

Li Bakûrê Kurdistanê zanîn û bikaranîna ziman di rewşeke xeternak da ye.

Ji sedeman yek dagirkirîbûna axa Kurdistanê be, yek jî Kurd bi xwe ne.

Sedema yekemîn tê zanîn û heta dawî li desthilatdarîya dagirkeran neyê, ji hole jî ranabe.

Lê berterfkirina sedema duyemîn di destê kurdan da ye.

Jiber ku kurdên li ser axa xwe dijîn û hê zimanê xwe wenda nekerine jî, kurdên li dijberî dagirkeran derdikevin û daw û doza mafê zimanê zikmakî dikin jî, di jîyana xwe ya rojane da zimanê xwe yê şêrîn bi kar naynin.

Heta bi dê û bavên xwe ra ya jî bi kal û pîran ra Kurdî biaxifin jî, bi zarokên xwe ra Tirkî diaxifin.

Ji dewleta dagirker mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî dixwazin û sedem vê daxwazê rû bi rû zilm û zordarîyeke bêpîvan dibin, mixabin di nav mala xwe da daxwaza ku ji dewletê dikin, ji xwe nakin.

Navenda Xebatên Kurdî di vî warî da û bi navê Projeya Nexşeya Zimanan dest bi xebateke lêkolînî kirîye.

Ev xebat bi hevkarîya Weqfa Friedrich Ebert a Alman û Rawestê hatîye destpêkirin.

Lêpirsîna ku ji gava yekemîn a vê xêbatê pêk tê, li çar bajarên mezin ên li Bakûrê Kurdistanê, Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê, bi 5 hezar û 96 kesên ku ji 18 salî mezintir ra û bi tewna hevdîtineke rû bi rû va hatîye kirin.

Armanca projeyê, di forma barometroya ziman da bi awayeke vedorîk, berhevkirina daneyên ji bo kar û xebatên ziman, tespîtkirina bilindbûna daxwazên ji bo ziman û parvekirina wan a bi raya giştî ra ye.

Ez bi rêya çapemenîyê ji kirina vê xebatê agahdar bûm.

Qasî encamên xebatê, metodolojîya wê jî bala min kişand.

Loma dikarim bibêjim, her kurdê ku bi pirsgirêka ziman ra serê xwe diêşîne, divê li ser encamên vê xebatê jî serê xwe biêşîne.

Jiber ku xebateke balkêş û girîng e.

Beşdarvanên lêpirsînê ji %79 Kurmanc, %9 Zaza, %11 Ereb in.

Asta perwerdeyîya beşdarvanan ji %30 dibistina seretayî, %45 dibisitana navîn û lîse, %25 jî xwendekar ya jî destûryarên zanîngehê ne.

Di warê zayendî da jî beşdarvan ji %50,6 jin, %49, 4 jî mêr in.

Nîvê beşdarvanan zewicî, ji %6 jî azep û bî ne.

Ji %45 beşdarvan xwedî zarok…

Ji beşdarvanên jin jî nêzikî %60 sergirtî ne.

Di gava yekemîn a vê xebatê da ev encamên li jêr hatine bidestxistin:

  1. Her çiqas şiyana axaftin û fêmkirina zimanê zikmakî bi rajeyeke mezin bidome jî, di jiyana rojane da bikaranîna ziman lawaz e.
  2. Gorî jinan rêjeya zanîn û bikaranîna ziman di nav mêran da bêtir zêde ye.
  3. Rêjeya axaftina bi zimanê zikmakî, gorî axaftina bi dê û bavan, bi zarokan ra, qasî sê qatî kêm e.
  4. Li navenda bajaran bikaranîna ziman ji gundan kêmtir e.
  5. Di nav kesên ku bi asta bilind perwerde bûne da rêjeya zanîn û bikaranîna ziman, ji yên ku bi asta nizm perwerde bûne da kêmtir e.
  6. Di nav dengdêrên Kurd da yên ku herî zêde ziman dizanin û bi kar tînin, ew jî dengdêrên HDPê ne.

Herwiha di encama lêkolînê da tê dîyarkirin, ku li Bakurê Kurdistanê rêjeya kesên ku dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem ji %73,8…

Rêjeya kesên ji bo zarokên ku zimanê wan ên zikmakî ne Tirkî ye, di dibistanan da dersên zimanê zikmakî bê dayîn jî, ji %79,8 e.

Di warê xizmetguzarîya bi zimanê zikmakî da jî Kurd xwedî daxwaz in.

Wek mînak, ji beşdarvanan %80,8 daxwaz dikin, ku li şaredariyan xizmetguzariya bi Kurdî were dayîn.

Dîsa tê gotin, ku di çarçoveya vê projeyê da li Amedê bi 1346 kesan ra hevdîtin hatîye kirin.

Ji %90ê wan diyar kirine, ku ew dikarin di astên cuda da bi Kurdî biaxifin û fêm bikin.

Di vê lêkolînê da tişta ku bêtir bala merîya dikişîne ew e, ku di nav Kurdan da hevparîya herî mezin ziman û daxwaza ji bo mafê ziman xwedî cîheke girîng e.

Ev yek jî ji îro da dide xuyakirinê, ku pirsgirêka zimanê zikmakî dê di siberojê da jî wek pirsgirêkeke bingehîn cîhê xwe biparêze.

Ji bo vê yekê jî divê siyasetvanên Kurd ji îro da vê realîtê bibînin û gor wê bi tewn û helwesteke nû tevbigerin, ku dîsa peya nemînin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev