EVDALÊ ZEYNÊ

EVDALÊ ZEYNÊ

Zeki Altuboğa

Dengbêjî dîroka Hafıza nehatîye nivîsandin ya mejîyê Kurda ye .

Hewar û gazîya sala ye.

Dema dengbêj destê xwe danî ser goyê xwe û destê din bilind kir bi dengê xwe re. jî navê serê xwe gazî kir, dengê wî hetta here esîmanê hefta erd erș dengê wî sahke. Wê bêje bê minnet çewa zane.

Neheqîyê ku hatine kirin,mêrxasî, mêranî, nefî bun, bajêrê wêrankirî, malbatê ku qela wan hanîne, evinê nivco mayî, evîn û evîndaran dibêje ji dîroka kevnare ji dîroka ne dîyar hetta neha.

Dîrok ji dema nivîs Hatîye dîtin destpê dike li civata merivahî yê, lê li cem Kûrda Dengbêjî dîroka merivahî yê nıvîsandîye.

Kengê yê destpêka Dengbêjîyê nayê zanîn ne dîyare.

Dibe ku seba bi zimanê hatîye qedexekirin nehatîye nivîsandin bi salane.

Ev ziman û çand ku Ayetê Xwedê ne seba Dengbêjî û Dengbêja nikaribune ji holê rakin.

Bi hezaran dengbêj hatine û çûne. Lê Dengbêjek wisa hatîye ku hetta roja qiyametê wê ev Dengbêj nav li dinê be. Ti șik tine ku ew dengbej Evdalê Zeynikê ye. Weka navê ku lê kirine Pîrê Dengbêjan ji sedî sed navê xwe heq kirîye.

Dema we çîroka Jiyana Evdalê Zeynikê xwend û stranê çêkiriye gohdarî bikin winê bibînin ku em ciqas pesnê Evdal bidin wê hindik be. Evdal ew kese ku di dîrokê de ji xwe re cî çêkirîye.

Ezê di vê nivîsê de hetta bi karibim tiștê ji destê min were Evdal bi we bidim nazkirin.

Debara xwe weha dikirin. Dê û bavê Evdal ji hev gelek hesdikirin. Li gorya șertên dewra xwe Jiyana wan xweş û baş bu.

di dîrok de ez dıbêjim qê mînak weka Dengbêjîyê me tine, ku bi rojan bavên ber hev yek kilamek bêjin.

Evdal di destpêka sala 1800 de li gûndê Cemalwêrdî Tutak a bajarê Agirî çêbu. Ji eșîra Memana, bavikê Pazukî ye. Navê bavê wî Mistefa dîya wî Zeynê ye.

Weka gelek eșîrê Kurdan eșîra Memana jî pez mêșin xwedî dikirin, zevîyê wan hebun.

Ev Jîyana Zeynê yî xweş zaf berdewam nekir. Malîyê Zeynê Mistefa rehmet kir.

Zeynê jinebî ma. Evdal jî sêwî. Evdal 2 salî bu dema bavê wî Mistefa rehmet kir.

Rebena Zeynê di emrê ciwan de bê mêr, jinebî ma.

Li gorya orf û adetê herêma wan Zeynê gere bi yekî xizmê Mêre xwe re bi zewicîya bistanda. Lê belê Zeynê zewac li xwe heram kir.

Zeynî go: “Ez xeynî Mistefa kesî nakim. hemî mêr bav û birê min bin” .

Zeynê Seba ev biryara ha da û li ser sêwîyê xwe ma li gundê Cemalwêrdî Tutak ê qedirekî zaf bilind hilda. Êdî xelkê günd hingî ji Zeynê heskirin dema gazî Evdal di kirin Evdalê Zeynê digotin.

Êdî Evdal bubu Evdalê Zeynê.

Dilê Evdal û hestên Evdal Zeynê çandibu

Heskirin çiye, Zeynê nîșanê Evdal dabu.

Heskirina hetta mirinê Zeynê nîșanê hemî kesî dabu.

Li ser qewlu qerar seknandin jî Zeynê fêrî Evdal kiribu.

Eșqa bê dawî ya dinya û axiretê Zeynê bi Jiyana xwe nîșan da bu.

Zeynê jî weka hemî jinên Kûrd dayîkên Kurda kedkarê mala xwe bu. Jinek nandayî, camêr bu. Malên ku qatixê wan hê derneketibu hay ji wan û zarokê wan hebu mast, to, dew runê nivișk li wan mala belav dikir.

Ji boy van qencî û xêr û xêratê li gundiyan belav dikir xelkê günd gelek hürmet didanê jinek rêzdar bu.

Dengbêjê mezin Evdal zarokatî û xortaniya wî di civatan de li çîrokên dengbejan guhdarîkirinê derbas bû. Di rojên sir û seqema welatê Serhedê de bêçîrok û dengbej şev derbas nedibûn. Demsal qet derbas nedibûn. Carinan ewqas berf dihat ku xani di berfê de winda dibûn. Xeynî nava malê li ti derê jiyan nediman. Ji bo wê jiyana kambax dengbêj, çîrokbêj, henekvan cihê wan li serê civatê bû. Qedr û qiymeteka mezin didan wan kesan. Evdal jî dema li wan guhdarî dikir yek peyvek nedixwest jê bifilite weke nêçîrvanên li ber nêçîrê bû. Û dema ku berf radibû diçû bi stûyê şikestî, Evdal xwe diavêt zozan, mêrg, çiya û baniyan. Li kîjan gundî dîlan hebûya Evdal jî li wê dîlanê bû. Xweş govendgerek bû. Mekla folklora Kurdan êdî weke navê xwe dizanibû. Lihevanîn li ser peyvê çîrok dirêjkirin û qedera çîrokên bixweşî û başî gotin fêr bûbû. Ev yek di mêjiyê Evdal de şîn bûbû ku êdî dem dema fêkîdayînê bû.

Heta 30 saliya xwe tê gotin ku wî li ti civatê stran negotiye. Heta şevekê xewn dibîne. Behsa xewna xwe dike û şîroveya xewna xwe fêm dike ku weke wahiyeke xwedaye ku jê re hatiye ji bo stran bibêje, dest bi dengbêjiyê bike. Di destpêkê de şerm dike li civatê stran bibêje. Diçe derveyê gund li ber dengê çivîkan bi sed hezaran behna cureyên kulîlkan li ser kanîkan stranek çêdike û dizivire malê. Di wir de em vê yekê fêr dibin ku ti bi hemû hestên xwe li ser wê karî kom nekî tu di wê karî de bi ser nekevî. Dem veqetandin, keddayîn, çêkirin û xerakirin heta demek dirêj pêwist e. Piştî demek şunde êdî di wê karî de meriv dibin weke pispor. Pir bi hêsanî êdî dikarin berhemekê biafirînin. Mijar bi peyvekê dest pê dike weke nivîsandina senaryo lihevanîn û çîrokê wan dirêj dike.

Piştî Ew qas stran got êdî nav û dengê wî belav bû. Di nav hemî eşîr û axa û begê kurda de. Li gorî adetê kurdan di dawetan de dengbêj dawetên ber hev û heta kê zaftir stran bigota ew bi ser diket

Evdal ne dengbêjê kesî bû heta vê demê biçûya kur her daîm ew bi ser diket. Seba ev aliyê ku Evdal herdem bi ser diket hemî axa, beg, paşa dixwestin êdî Evdal bibe dengbêjê wan. Hespê herî rewan, keçika herî delal, şervanê herî hêzdar, birc û koşkê herî delal û dengbêjê herî serkeftî gere yê mîr û axa bûya.

Kê dengê Evdal sahkirina wî dawet dikirin Evdal jî heta bi karibûya kesî ne dişikand û diçû.

Ev jiyana Evdal heta rojek mirê herêma Eleşgirtê Surmelî Mehmet Paşa gazî wî kir dewam kir. Surmelî Mehmet Paşa nebiyê Îshak Paşa bû. Birca Îshak Paşa li Bazidê ava kiriye. Li rex Çiyayê Agirî li cem tirba Ehmedê Xanî.

Roj tê êdî ku Evdal bigihêje ciyê xwe yî rewa

Êdî mêvanê dîwana Surmelî Mehmet Paşa ye

Dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa Gulê ye

Gulê Jinek Ermenî ye Qîza keșe ye

Ew qas ji nava xwe razî ye û bi xwe ewle ye minet ji ti Dengbêjî hilnedaye. Û ji hemî Dengbêjê Kurdistanê re dibêje meydan vaye meydan vaye mêr ewe ku îro li mala xwe pal daye

Gulê Gulê gula civata ye

Herçî ku dibêje ez dengbêj im ji heft bavê xwe bê minnet im

Werin Gulê gula civata ye

Kê ji min dengbejtir be min soz daye ezê tobe bikim li ber destê wî

Mar bikim xwe li wî

Lê nizane hê Evdal kêye

Nizane ev Evdalê Zeynê ye șair û Dengbêjê her du dinêye

Gulê dibê:

Evdal me’rûmo, çavê min ê reşîn reş-bela ne

Minê rojê sê caran bi kilê Subhanê kildane

Gelek dengbêjê mîna te, ji bo min jinê xwe berdane

Evdal dibê

Heyla Gulê, ez hatim Xamurê lê ha li hember e

Minê bala xwe dayê, Gulê yeke bejn-zırav-e, gerden zer-e

Minê sond xwarye bi încîla Îsa,bi Qurana Pêxember-e

Bi serê sibê ra Gulê wê boxçê xwe hilde bi min re were

Gulê dibê

Evdal, xanyê keşîşê Xamurê bi qube ye

Govendeke giran tê da digere li dewsa xwe ye

Ew pirsa ku tu dibêjî ji devê heftê bavê te zêde ye

Evdal dibê

Lê Gulê ez hatim Xamûrê li ber ba ye

Ez ketim nav govenda axçîka û van harsa ye

Ez nakevim heyra heneka, laqirdiya û van pirsa ye

Bi êvarê re Gulê bi taxima sing û bera ji min re destûr dayê.

Evdal û Gulê gelek weha dibêjin.

Bi rojan didome.

Dema tê heyamek ku êdî Gulê stranê wê namînin dengê li ber ketinê ye qirika wê diêșe.

Gelek aciz bûye.

Geh ji Evdal re dibêje ez bi yek peyvek dikarim te bidim kuștin ber Xencera

Geh heqaret li Evdalê dike

Dengê wî dişibîne Zira kêrê fal

Wî weke kole dibîne

Û dibêje

Barê keran li te ezê barkim

Evdal fêm dike ku êdî Gulê çûye seba ku yek têkeve tengasiya û êdî pir lewaz bibe dest bi çêr, sixêf û kufriyan.

Evdal di wê demê de dibêje tê werî ser dinê me ye

Gulê êdî ji eyar ketiye

Dibêje ev ji te û heftê bavê te zêdeye

Ne ti bila were pêxemberê we ye

Piștî Gulê têk diçe

Soz daye bibe maliya Evdal bi xwe ye

Evdal dibêje ev karê evînê nekarê kotek û zorê ye

Can gule can gule ti xweşika min evdal birê te ye.

Wê Gulê bi ev derdê têkçûnê here mala xwe

Razê ew șev were xewna Gulê pêxemberê me ye

Gulê eșhed bîne were ser dînê me ye

Surmelî Mihemed Paşa

Dibîne Gulê pir hurmet dide Evdal û Dinê evdal jî qebul kir , Evdal șertê zewacê de jî li Gulê dibuhure Gulê efû dike.

Ev yek gelek li xweşa Surmelî Mehmet Paşa diçe radibe gundek dide Evdal evdal bi șertê ku axatî neke qebul dike mala xwe dibe wî gundî.

Êdî șêwirmendê pașê ye.

Kilama xwe yê Hey Mîr dibêje.

Dema diçin şer û cenga giran Edenê Xozanê kilama xwe ye XOZANÊ dibêje, peyre kilama xwe yê DERSİMê dibêje, kilama xwe yê Şêx Silê dibêje.

Evdal û Şêx Silê dîsa di dîwana Surmelî Mihemed Paşa de 7 roj diavên berhev, Evdal dengê xwe gelek bilind dike li ser vê yekê tê gotin ava reş bi çavê Evdal de tê û kor dibe …

piştî Surmelî Mihemed Paşa wefat dike Evdal mala xwe bar dike diçe gundê xwe ew maliya xwe Eyşê zewicî bû zarokekê sêwî ji xweyî dike navê wî TEMO ye…

Temo 8 saliyê Evdal kal bûye, kor bûye. Qulingek perê wî şikestî jî dibe hevalê wan êdî sêwî Temo, EVDAL û Quling per birîndar û şikestî dibin hevalê hev herin ku bi hev re ne…

te kaliyê

te koriyê

mirin çêtir e

ji feqîriyê

Wê demê eşqa Hekîmek Ermen ü Keçekê Kurd jî dibêje kilama HEKÎMO

hekîmek îranî çavê Evdal baş dike dema Evdal çavê wî baş dibe û bi bezê diçe ku Quling hembêz bike Quling difire kilamê ku weke rexne ne li Mîrê Serhedê dike seba hevaltiya wan û Osmaniyan û pesnê Tarxanê Qelenyê dide li ser jî dibêje Seba Terxan êrîş dibe ser îranê û bi wan re şerek mezin dike. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev