Nameyek Derengmayî – 6

Nameyek Derengmayî – 6

 (Fermo, berdewama berhemeke nivîskarê malpera me)

Mela Mihyedîn

“Zemanekî fetl û xapa, me dikuje dîsa dikena”

Belê Zemano…

 

Her tişt bi te dest pê dike û dawîya her tiştî jî bi destê te diqewime. Tu hem afirîner û hem jî kujer î. Tu mîna Xwedayî, hem diafirînî û hem jî tune dikî.

 

Wekî çemekî ji ezelê dest pê dike ta heta ebed bê rawestan û hêdî hêdî diherike. Ne disekine û ne jî dikeve xewê. Tu heyîn î û heyîn gîyanê te bi xwe ye.

 

Bi qasî ji te hez dikim hewqasî jî ji te aciz im û ji te hez nakim. Bi qasî tu li ber dilê min şêrîn î û hewaqasî jî tirş û tal î. Bi qasî tu ronahî yî hewqasî jî tarî yî. Tu hem Xweda yî û hem jî Şeytan î.

 

Tu li ser rûyê kaînatê tişta herî bi qîmet î û timî ez te bi erzanî didim kar û kesên beredayî. Dema tu çûyî êdî tu hew vedigerî. Di dawîyê de dîsa di destên min de ji bilî poşmanîyê tiştek namîne. Bi hêvî û daxwazên xweş dest pê dikim lê bi te re her tişt teqlomeqlo dible û li hev dihebile.

 

Efûya te qet nîn e. Tu gelekî xedar û zalim î. Şaşîyan li pêş çavên me dixî. Me kêm caran derdixe ezman û timî me li bin guhê erdê dixe. Her tim di xewn û xeyalan de pir delal dixwîyî lê xewn û xeyal qet nabin rastî.

 

Bi dilxweşî û bi dilgermî em nêzî te dibin lê di dest de dilxemgînî û dilsotînî dimîne. Ne bê te dibe û ne jî bi te. Hebûna te me candar dike û neyîna te me dikuje. Xetek gelekî zirav û tenik î ne diqetî û ne jî zêde dibî. Tim wek xwe dimîne û her diherikî.

 

Heta me tu nas kir me emir xilas kir. Tu bûyî sedema emrekî û bûyî deyndarê hemû mirovan. Tu bûyî sedema pir êş û janan, tu kujerê kêfxweşîya me yî.

 

Di hundirê vê kaînatê de yê herî bi edalet tu yî. Ne guh didî feqîran û ne jî dewlemendan. Ne guh didî bindestan û ne jî serdestan. Ne guh didî Misilmanan û ne jî Êzidîyan… Tu li ser her kesî re yî. Bi demê re her kesî diavêje nava destarê xwe û wan dihêrînî. Kesek nikare bi te û tu dikarî bi her kesî. Çiqasî dilkevir be jî edaleta te gelek caran dilê meriv xweş dike. Dema kî û çi xilas bibe her yek (mirov, dewlet, dîn, îdeolojî…) dikeve tora te û ji wir jî dikeve nava destara te û hemû yek bi yek têne hêran.

 

Her tim dibêjim “Vê carê rast e” lê tu carî rast dernakeve. Li şûna pêş biekevim li paş dimînim. Lê vê carê “Êdî rast e û êdî dem dema min e”. Heta tu min zeft bikî û biavêje nava destara xwe ez ê ji bo daxwaz û hêvîyên xwe tim li kar bim. Ez çi jî bikim di dawîyê de tu yê bi ser bikevî lê ez ê dîsa jî li ber xwe bidim. Ji ber ku “Berxwedan jîyan e”. Piştî ku ez ketim lepê te û ez çûm êdî tiştek ne xema min e…

 

De haydê zemanê bi xatirê te…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev