Ji benîştê kurdî bigire heya qehweya kurdî

Ji benîştê kurdî bigire heya qehweya kurdî

Wergera ji erebî ji rûpela Dildar Mitanî: Muhemed Şerîf Cilînî 

Armanca nivîsandina van gotaran ew e ko lawên gelê Kurd bi xwezaya Kurdî û xurek û berhemên xwezayî yên ku jê derdixe nas bikin, ji ber ku gelek ji wan ji ber mercên jiyana xwe yên cuda di vê derbarê de agahiyên herî hindik nînin, derfet bi dest min ket, ko ez van mijaran ji nêz ve nasbikim.

 

Dara Kizwana li Kurdistanê

 

Kizwan (Pistacia bi Latînî) cureyekî daran e ji malbata Kizwanî ye (navê Latînî: Anacardiaceae). Ev dara bi pîroziyete û temen dirêjkere, li piraniya çiyayên Kurdistanê bi taybetî li çiyayên: Şîrîn, Cûdî, Qendîl û çiyayên parêzgeha Silêmaniyê tê dîtin, pista Helabî (fisteqê Helebî), tê deqandin an kutan li ser dara kizwana.

 

Lê mixabin ji encama siyaseta qirkirinê ya faşîzm û dagirkerên terorîst ên Kurdistanê de dara Kizwana ketibû ber pêla qirkirina komî, li çiyayên Şîrîn, Qendîl û parêzgeha Silêmaniyê rûberên herî mezin, darên Kizwana hatine parastin.

 

Navê darê di zimanê kurdî de bi navê Kizwan tê naskirin, li Kurdistanê du cureyên Kizwanan hene: Kizwanên nîskî an Benîştokî (nave Latînî: Pistacia lentiscus) û Kizwanên Şengêlî an Turpentîn (Navê Latînî: Pistacia terebinthus).

 

1 – Kizwanên Beniştokî:

Ji Kizwanên benîştokî kerestek (made) dîweder û zelal (mastîk) tê derxistin, ko ew keresteya xam e ko gundiyên kurd li çiyayên Kurdistanê benîştê bi navê Benîştê dara çêdikirin, havilên wê yên bijîjkî mezin hene, nemaze ji bo nexwşiyên: Şekir, Roviya qalîn (kolon), Hûr (mîde, an me’ede) û pirsgirêkên devikî û diranan, xwedan bîhneke xweşe, jinên kurd ji bo pak kirina rû-dêmên xwe bi kar dianîn. 

2 – Kizwanên Şengêlî (Turpentîn)

Ji kevin de Qehweya kurdî ji berên Kizwanên Şengêlî (turpentînî) li gundên Kurdistanê tê çêkirin, dihate çêkirin û amedekirin. Kizwan li ser êgir tê sorkirin. Piştî zuhakirinê têne hêrandin û bi vî hawayî amade dibe. Herêmên Botanê, Amedê û Mêrdînê ji demên kevnar de, bi Pîşesaziya qehwa kurdî navdar bûn û ji sedsala nozdehan ve li Ewropayê jî dihat naskirin.

Jêder:

1 – Raporek bi zimanê kurdî li ser benîştê kurdî: https://youtu.be/16PqmPNQU70

2- Rapora Satir Hekîm li ser benîştê kurdî amade kiriye: https://youtu.be/C_fYT2HULD0

Wêne: saradistribution.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev